​​​​​​​PYD’ê hedefgirtina hevserokên Nivîsgeha Edaletê şermezar kir

Meclisa Giştî ya PYD’ê sûcê hedefgirtina hevserokên Nivîsgeha Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û soza meşa li ser şopa şehîdan da.

​​​​​​​PYD’ê hedefgirtina hevserokên Nivîsgeha Edaletê şermezar kir
27 îlon, 2022   20:09
QAMIŞLO

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, hedefgirtina hevserokên Nivîsgeha Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero, şermezar kir

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya şerê qirêj ê ku rêjîma Tirk li dijî gelê me yê Kurd bi armanca têkbirina îradeya wî dide meşandin de, balafireke bêmirov a biçek hevseroketên Nivîsgeha Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Zeyneb Mihemed a ku cihê xwe di Meclisa Jinan a PYD’ê de girtibû û Yilmaz Şero li nêzî bajarokê Girkê Legê, hedef girt.

Em ev sûcê hovane şermezar dikin û sersaxiyê ji gelê me û endamên partiyên û malbatên şehîdan re dixwazin. Em soz didin ku li ser şopa şehîdan bin.”

(mh)

ANHA