​​​​​​​Siyasetmedar: Dewleta Tirk ji bo valakirina herêmê ji ciwanan şerekî taybet dimeşîne

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di demên dawîn de bi rêya vekirina sînorên xwe li pêş ciwanan û peydakirina korîdorên neewle bi rêya mafyayên xwe ji bo valakirina herêmê, şerê taybet zêdetir kiriye. Siyasetmedaran got “Em ê teslîmî dagirkeriya Tirk nebin, rêya me berxwedan e.”

​​​​​​​Siyasetmedar: Dewleta Tirk ji bo valakirina herêmê ji ciwanan şerekî taybet dimeşîne
27 îlon, 2022   23:38
MINBIC – ŞÊRÎN SERXAN

Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî gelek şeran tên, ya sereke jî şerê derûnî û şerê çapemeniyê ye ku bi rêbazên cuda hewl dide civakê ji hev bixîne. Ji bo wê jî sînorên xwe li pêşiya koçberiya ciwanên Sûriyê vekirin da ku civakê lawaz bike û bi hêdanî kontrol bike.

Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha axivî: "Fobiyaya dewleta Tirk a dagirker ji projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye, ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nûnertiya wê dike. Ji ber vê yekê, bi her awayî hewl dide ku bi zivirandina vê projeyê ber bi rejîmê ve û îmzekirina peyman û berjewendiyên aborî bi hêzên navneteweyî û herêmî yên li herêmê re, hewl dide vê projeyê derbe bike."

Sîham Dawûd destnîşan kir ku hikumeta AKP'ê armanc dike ku beriya sala 2023’yan kontrola xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çend deverên Başûrê Kurdistanê ferz bike.

Sîham diyar kir ku Peymana Lozanê wê biqede û dibe ku li herêmê peymanên nû çêbibin û wiha domand: "Hikumeta AKP'ê beriya sala 2023'yan propagandaya hilbijartinên pêşwext dike û hewl dide hebûna xwe li hundirê Tirkiyê xurttir bike, ji ber ku ji hundir ve derbeyeke xurt xwariye."

Sîham her wiha da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dosyaya opozîsyona Sûriyê û penaberên Sûriyê jî bi kar tîne û rê li ber koçberiya ciwanan bo Ewropayê vedike û wiha pê de çû: “Vê yekê ji bo projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ronahiyê nebîne, dike. Dewleta Tirk li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê hewl dide ajandayên xwe yên li herêmê pêk bîne."

Sîham Dawûd di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Em sûrî û Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo çareserkirina kirîza li welat û bandorkirina li aliyên navneteweyî û herêmî, bang li hemû sûriyan dikin ku li ser maseya diyalogê bigihêjin nêrîn û xalên hevbeş ji bo destpêkirina gavên cidî bo çareseriyê, li gor biryarên Neteweyên Yekbûyî, bi taybetî biryara (2254)."

ŞERÊ PSÎKOLOJÎK

Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Miwefeq El Ehmed jî têkildarî heman mijarê got: "Di vê dema dawiyê de dagirkeriya Tirk bi rêya balafirên bêmirov ên biçek, top û belavkirina fitneyê di nav pêkhateyan de, êrişên xwe zêde kirine. Ji ber ku wî nikarîbû çireya kesk ji bo êrişeke rasterast a leşkerî bi dest bixe, berê xwe da şerê taybet û derûnî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

El Ehmed wiha pê de çû: "Dagirkeriya Tirk di van demên dawîn û bi rêya mafyayên qaçaxçiyê yên ku dewleta Tirk destekê dide wan û bi awayekî sîstematîk û bi zanebûn li pişt wan disekine, ji bo hêsankirina koçberiya ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi vekirina sînoran dest bi şerekî taybet kir. Ev jî ji bo valakirina herêmê ji ciwanên wê pêk tê."

Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê serî li ber dewleta Tirk a dagirker netewînin ku dixwaze projeya neteweya demokratîk lawaz bike û dixwaze gel dest ji berxwedanê û parastina destkeftiyên şoreşa xwe (şoreşa 19'ê Tîrmehê) berde."

Têkildarî mijarê berpirsê Buroya Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Îmad El Mûsa jî nerînên xwe wiha anîn ziman: "Di van demên dawî de me hewlên nêzîkbûna dewleta Tirk bi hikumeta Şamê re dît. Ji destpêkê ve me ji opozîsyonê re got ku wê rojek were û dagirkeriya Tirk we bifiroşe."

El Mûsa axaftina xwe wiha domand: "Projeyeke opozisyonê tune bû, niha jî bûye projeyek di destê hinekan de. Li vir divê em cudahiyê di navbera opozîsyon û şoreşgeran de nas bikin, ji ber ku şoreşgerên rastîn hene ku armanca wan yekitiya herêmên Sûriyê ye. Her wiha yên bi navê "Itîlafa Sûriyê" jî heye ku stûyê hemû sûriyan radestî dewleta Tirk a dagirker kiriye."

'CIWAN BINGEHA SÛRIYA PÊŞEROJÊ NE'

Der barê şerê derûnî yê ku li dijî ciwanan tê meşandin, El Mûsa wiha got: "Ji ber ku ciwan di civakê de bingehê gihîştina Sûriya pêşerojê ne, dagirkeriya Tirk li Sûriyê bi giştî û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hewl dide bi rêya koçberkirina ciwanan û dabînkirina îmkanan ji bo wan, herêmê ji ciwanan vala bike."

El Mûsa herî dawî wiha got: "Em Partiya Sûriya Pêşerojê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li hemû gelê Sûriyê yên li herêmên dagirkirî yên dewleta Tirk a dagirker dikin ku em amade ne wan hembêz bikin. Ji ber ku Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo gihiştina Sûriyeke demokratîk, piralî, ne navendî, nûnertiya îradeya hemû gelên Sûriyê dike."

(hs)

ANHA