Jinên minbicî: Li dijî êrişên dagirkeriyê, em bi hêzên xwe re ne

Jinên çerkes, ereb û Kurd ên bajarê Minbicê diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sûcekî dermirovî bi nav kir ku di serî de jinan dikin hedef û gotin: "Li hemberî her êrişeke li ser xaka me, em ê bi yek destî amade bin, bersivê bidin."

Jinên minbicî: Li dijî êrişên dagirkeriyê, em bi hêzên xwe re ne
28 îlon, 2022   01:50
MINBIC

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Dewleta Tirk ku hemû cûre çek bi kar tîne ne, cihên tije sivîl dike hedef û di serî de şerê jinan dike.

ʹBERSIVANDINA ÊRIŞÊN TIRKIYÊ ERKA HER FERDEK DI HERÊMÊ DE YEʹ

Têkildarî mijarê, jina bi navê Naciya Hecî Mihemed a ji pêkhateya Çerkes anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker welatiyên bêguneh dike hedef û wan ji malbatên wan koçber dike û got: "Em jin ji hemû pêkhateyan em amade ne bersiva van êrişan bidin."

Naciya Hecî Mihemed hemû hêzên ku destekê didin êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û got: "Em nahêlin dewleta Tirk a dagirker buhostek ji xaka me dagir bike.

Naciya Hecî Mihemed di dewama axaftina xwe de got: "Em jin û jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfet nadin ku dijmin ewlehiya me xirab bike û xaka me dagir bike. Li hemberî dagirkeriya Tirk û her aliyek ku ewlehî û îstiqrara me dike hedef, em ê bibin bende. Li gel mercên ku em tê re derbas dibin, divê hemû beşên gel tev li parastina cewherî bibin ku divê li her taxekê bê avakirin, nemaze jin ku di çarçoveya rewşa awarte de perwerdeyên pêwîst dîtin."

Naciya Hecî Mihemed di dawiya axaftina xwe de got: "Li hemberî her dijminekî ku dixwaze xaka me dagir bike, em ê hevgirtî bin û bi xaka xwe ve girêdayî bin."

ʹLI HEMBERÎ DIJMIN EM Ê DESTEK BINʹ

Ji pêkhateya Kurd, Asya Îsmaîl Hisên îşaret bi vê yekê kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên dagirkirinê didomînin, herêm û gundên tijîe sivîl bi balafirên bê mirov ên bi çek dikin hedef û kiryarên dermirovî li diî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin.

Asya Hisên diyar kri ku dewleta Tirk bi hincetên cuda hewl dide qada dagirkeriya xwe li herêmê fireh bike, welataiyan qetil dike, niştecihên resen koçber dike û demografiya herêmê diguherîne.

Asya Hisên bang li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xwe di çarçoveya parastina cewherî de pêş bixin, li hemberî dijmin bibin mertal û li hemberî hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê parastina cewherî esas bigirn.

Reşa Şalan ji pêkhateya Ereb e êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got: "Em jinên bajarê Minbicê em ê tê bikoşin heta ku dijmin têk bibin."

Reşa Şalan anî ziman ku parastina cewherî hatiye avakirin da ku jin karibin perwerdeyên pêwîst, di nav de bikaranîna çekan û destwerdana lezgîn bibin û li hemberî êrişên Tirkiyê bi hêzên leşkerî yên parastinê re di xendeqekê de bin.

Reşa Şalan di dawiyê de got: "Em ê bi yek destî li hemberî her êrişeke li ser xaka xwe bisekinin. Bi îrade û îsrara xwe em ê serkeftinê misoger bikin û destkeftiyên şehîdan biparêzin."

ANHA