Dewleta Tirk a dagirker Amêdî û Akrê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêmên Akrê û Amêdiyê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê şewat derket.

Dewleta Tirk a dagirker Amêdî û Akrê bombebaran kirin
25 îlon, 2022   06:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsʹê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derengiya şeva borî gundên Kurtka û Mêrgereşê yên bajaroka Dînarte ya ser bi  Akrê û Amêdiyê bombebaran kirin.

Her wiha derengiya şeva borî balafirên şer ên dewleta Tirk qûntara çiyayê Metîna ya ser bi Amêdiyê bombebaran kirin.

Hate diyarkirin li hinek cihekên ku hatine bombebaran kirin şewat derketiye. Ziyana canî çênebûye.