Dayikên gerîlayan û ciwan: Çare di yekitiyê de ye, ne di xiyanetê de

Dayikên gerîlayan ên li taxa Şêxmeqsûdê û ciwanên herêma Cizîrê diyar kir ku tu hêz nikarin wan têk bibin û got ew ê li ser şopa gerîla, fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bimeşin.

 Dayikên gerîlayan û ciwan: Çare di yekitiyê de ye, ne di xiyanetê de
25 îlon, 2022   06:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îxaneta li dijî Kurdan bi rêya xurtkirina têkiliyên xwe bi dewleta Tirk a dagirker re ku Tevgera Azadiya Kurdistanê têk bibe, dewam dike. PDK kemînan li ber gerîlayan datîne û di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de tevkariyê dike.

Komeke gerîla ku ji 5 gerîlayan pêk dihat, di 5’ê Îlonê de bi balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker tevî êrişa bejahî ya çekdarên PDK’ê rastî êrişekê hatin, di encamê de 3 gerîla şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê, dayika gerîla Fatme Hesen (Sozdar Dilşêr), Henîfe Hesen diyar kir ku divê PDK îxaneta li dijî hêzên gerîla bi dawî bike.

Henîfe Hesen wiha got: "Divê em Kurd, hevgirtî bin ku li hember dijmin bisekinin. Ger em bûn yek tu hêz nikare me têk bibe û teqez em ê bi ser bikevin."

Henîfe Hesen diyar kir ku ew piştgiriya gerîlayan dikin û wiha domand: "Em dev ji piştgiriya gerîla bernadin, her ku gerîlayek şehîd dibe, israr û hêza me zêde dibe."

Henîfe Hesen wiha bi dawî kir: "Divê civata navneteweyî û aliyên têkildarî mafên mirovan şerê ku dagirkeriya Tirk li dijî hêzên gerîla dimeşîne bi dawî bikin. Heta em hemû mafên xwe distînin, em dev ji berxwedanê bernadin."

‛NE JI HÊZÊN GERÎLA BÛYA, DÊ PDK BIHATA TÊKBIRIN’

Li aliyekî din jî dayika gerîla Leyla Şêxo (Biharîn), Heyat Mistefa îxaneta PDK’ê û tevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û wiha got: "Divê em li dijî hev nesekinin, berovajî wê em destê xwe bidin hev."

Heyat Mistefa wiha domand: "Ne ji hêzên gerîlayan bûya dê dewleta Tirk a dagirker PDK têk bibira."

Heyat Mistefa bang li PDK’ê kir ku dev ji îxanetê berde.

‛GERÎLA PARÊZVANÊN ME NE’

Dayika gerîla Mihemed (Rustem), Ewaş Mihemed wiha got: "Îxaneta ku PDK li dijî hêzên gerîla pêk tîne, ne nû ye."

Ewaş Mihemed got ew ê li hember hemû kesên şerê wan dikin, bisekinin. Ew ji tiştekî natirsin û wiha bi dawî kir: "Gerîla parêzvanên me ne. Ew ji bo standina mafên xwe şer dikin û tê dikoşin."

Li aliyekî din jî endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Qamişloyê Nesrîn Hesen da zanîn ku dagirkeriya Tirk bi rêya êrişên xwe dixwaze vîna gelê Kurd bişikîne û wiha got: "Gerîla li hember êrişên dagirkeriyê li ber xwe didin û li pêş planên li dijî vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê disekinin."

Nesrîn Hesen wiha domand: "Dagirkeriya Tirk nikare gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê têk bibe. Ji ber wê pişta xwe dide PDK’ê û hin xwefiroşan ku îxanet li welat û şehîdên xwe dikin û pê re hevkar in."

‛EM Ê ŞERÊ HEMÛ KESÊN KU HEWL DIBIN XAKA ME DAGIR BIKIN, BIKIN’

Nersîn Hesen wiha got: "Gerîla pêşeroja gelê Kurd bi giştî û ciwanan bi taybet e. Bi şopandina rêça gerîla em gel dê heta pêkanîna azadiyê li ber xwe bidin."

Nesrîn Hesen wiha pê de çû: "Em ciwan, em ê li hember her kesê hewl bide xaka me dagir bike û êrişî herêmên me bike bisekinin. Ji ber bingeha her civakekê ciwanên wê ye, ji ber wê em ê di berxwedanê de berdewam bikin û bi hemû keda parastina civak û xaka xwe ji dagirkerî û îxanetê bikin."

‛ÎXANETA PDK’Ê NE NÛ YE’

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Hesekê Medya Ebdurehman wiha got: "Îxaneta PDK’ê ne nû ye, her wiha tevkariya wê bi rêya vekirina li pêş êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ne nû ye. Piştî salek di ser êrişa dagirkeriya Tirk bi tevkariya PDK’ê li ser herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê re derbas bû, PDK’ê dîsa îxaneta xwe bi tevkariya dagirkeriya Tirk di êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de nû kir. Ew dijminê mezin bi îxaneta xwe ji gelê Kurd re ye."

Medya Ebdurehman ev tişt anî ziman: "Em ciwanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê me xwe li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan bi rêxistin kir, em ê li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin û di oxira azadiya xwe û azadiya Kurdistanê de şer bikin û teqez em ê bi ser bikevin."

‛EM Ê LI BER XWE BIDIN Û PIŞTGIRIYA GERÎLA BIKIN’

Li aliyekî din jî, endamê rêveber ê Nivîsgeha Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Qamişloyê Gîvar Esed wiha got: "PDK’ê gerîlayên birîndar radest nekirin, ji ber ku dixwaze nuqteyên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê binase, da ku êrişên mezin pêk bîne."

Esed wiha domand: "Divê PDK’ê ji îxanet û tevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medya, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de vegere."

Gîvar Esed da zanîn ku dê ciwana destekê bidin gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û wiha dawî li gotina xwe anî: "Gerîla di oxira rizgarkirina 4 parçeyên Kurdistanê de şer dikin. Em Ciwanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li ber xwe bidin û heta nefesa dawî piştgiriya gerîla bikin. Em ê ji bo bersivdana êrişên dijmin û pêkanîna serkeftinê her tiştî bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0Tv96wKnGRA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>