Mûsa Xelîl: Armanca tecrîda li ser rêber Ocalan, têkbirina azadiya gel e

Endamê rêveber ê Akademiya Civaka Demokratîk Mûsa Xelîl diyar kir ku azadiya rêber Abdullah Ocalan dê ji sîstemên desthildar re derbeyek be, ji ber vê yekê hewl didin bi rêya tecrîdê azadiya gel têk bibin. Her wiha anî ziman ku dem dema azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e.

Mûsa Xelîl: Armanca tecrîda li ser rêber Ocalan, têkbirina azadiya gel e
25 îlon, 2022   07:01
QAMIŞLO- GELHAT ANDOK

Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide ku aloziya Rojhilata Navîn û dewleta girêktir bike. Ji ber wê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan didomîne û siyasta qirkirinê li dijî gelê Kurd dimeşîne.

Gelek kes li seranserî cîhanê azadiya rêber Abdullah Ocalan weke azadiya Rojhilata Navîn û çareseriya pirsgirêkên cîhanê bi taybet dewleta Tirk dibînin.

Cîhan baş dizane ku heke rêber Abdullah Ocalan azad nebe pirsgirêka kurdî nayê çareserkirin. Dîroka têkoşîna rêber Abdullah Ocalan îsbat dike ku wî dixwest ji nakokiyên de navbera civak û desthildariyê de xelas bibe û sîstemeke bîrdozî ya civakî  û nû ava bike, da ku civak bi rêya wê aloziyan çareser bike û jiyaneke baştir di civakeke exlaqî de ava bike.

TECRÎDÊ BIŞKÎNIN

Têkildarî berdewama tecrîda li ser rêber Ocalan, endamê rêveber ê Akademiya Civaka Demokratîk a Qamişlo Mûsa Xelîl diyar kir ku sîstemên desthilatdar û serwer ji azadiya rêber Abdullah Ocalan ditirsin, ji ber baş dizanin ku ew kilîta yekane ya çareserkirina aloziyên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê ye, an ku şikandina tecrîdê rêya yekane ya xelaskirina herêmê ye.

DI SEXSÊ OCALAN DE AZADIYA GELEKÎ TEK BIBIN

Xelîl destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dê ji sîstemên serwer û fikrê heyî re bibe derbeyek, ev jî ne li gorî berjewendiyên wan e, ji ber vê yekê hewl didin bi rêya tecrîda li ser rêber Ocalan, azadiya gel têk bibin.

Her wiha Xelîl gotina ronakbîr û fîlozof Hegel ku rêber Abdullah Ocalan bi bîr dixe; Yên dixwazin cîhanê nas bikin, divê mirov nas bikin. Ji ber yên cîhana biçûk û mirov baş fêm kir, yan jî xwe baş fêm kir, dê bikare cîhanê mezin nas bike.

Xelîl got: “Dema ku em fikrê rêbertî pêk tînin, em hîs dikin ku mirovahî ji me re vegerî û civak dikare nakokiyên jiyanî çareser bike, bigihêjin hev û hevjiyana azad pêk bînin.”

AZADIYA KES Û CIVAKÊ

Xelîl wiha domand: “Ne mîna ku dewletên desthilatdar îdia dikin ku rêber Ocalan dixwaze ji dewletê cuda bibe. Di rastiyê de rêber Ocalan tenê şerê têgeha dewletê kir û li gel belavbûna fikrê netewdewlet û modernîteya demokratîk ku êdî civakan tengav dikin, têgeheke din ji cîhanê re pêşkêş kir. Rêbertî projeya neteweya demokratîk pêşkêş kir ku banga azadiya ferd, civak û rêzgirtina nêrîn û baweriyan dike.”

FIKREKÎ NETEWEYÎ, SIYASÎ Û CIVAKÎ

Xelîl ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji dema rêber Abdullah Ocalan hatiye dîlgirtin ve, fikrê wî di pratîkê de ye û bi awayekî berfireh belav dibe. Ji ber ku rêbertî xwedî fikrekî navneteweyî ya siyasî û civakî ye. Her wiha fikrekî civakeke winda ji nav fikrên desthilatdariyê vejand. Rêber Ocalan bi fikr û felsefeya xwe ji hemû gelên li herêmên mezopotamya bi ewlehî dijîn re bû mînak.”

Mûsa Xelîl di dawiya axaftina xwe de anî ziman dê têkoşîn û berxwedana xwe bidomîn heta ku azadiya fîzîkî ya rêber pêk were.

(dm)

ANHA