Koçberan rêxistinên mirovî yên navneteweyî rexne kirin

Koçber û penaberên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber kêmbûna alîkariyên ku rêxistinên mirovî pêşkêş dikin, zehmetiyan dikişînin, li aliyekî din siyasetên dewleta Tirk a dagirker azarên wan zêdetir dike. Li hemberî vê yekê bangên vekirina deriyê Til Koçerê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî dewam dikin.

Koçberan rêxistinên mirovî yên navneteweyî rexne kirin
24 îlon, 2022   06:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encamên êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şêniyên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji warên xwe koçber bûn. Li koçberiyê jî rojane rastî êrişan tên.

Li gorî daneyên Rêveberiya Xweser, hejmara koçberên ji Serêkaniyê yên li kampên Weşûkanî, Roj û Serêkaniyê zêdetirî 24 hezar e.

Li kampên li Şehbayê û di malên kavilkirî de zêdetirî 100 hezar koçber ji Efrînê hene. Her wiha hezar koçberên Girê Spî li kampa Til Semin a gundewarê Eyn Îsayê dimînin. Zêdetirî 100 hezar koçber ên ji derverên cûda yên Sûriyê li 62 kampên bêserûber ên li Reqayê dimînin û zêdetirî 10 hezar li kampên Dêrazorê dimînin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sazî û komîteyên xwe alîkariya koçber û penaberan dikin, alîkariyên ku rêxistinên li herêmê pêşkêş dkin kêm in û ne li gorî mecên zehmet ên koçberan e.

Li kampa Mehmûdlî ya bakurê bajarê Tebqayê 8 hezar û 498 koçber hene. Piştî ku rêxistinên li kampê alîkarî sekinandin, Rêveberiya kampê bi derfetên di destê wê de alîkariya koçberan dik, tedbîrên parastina wan ji serma û barê digire, di vî warî de mazot û pêwîstiyên germkirinê li wan belav dike.

Endama rêveber ê kampa Mehmûdlî Sîham El Ugla got, paketên xwarinê û madeyên paqijiyê li her malbatekê belav dikin, nemaze ku ji du mehan ve rêxistinan belavkirina alîkariyan sekinandin ku pir kêm bûn, bi taybet piştî ku derî hatin girtin.

Her wiha diyar kir ku jî bilî para zivistanî, nan û gazê her meh bê pere li koçberan tên belavkirin.

ʹDIVÊ RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ BIKEVIN TEVGERÊʹ

Sîham El Ugla her wiha got: "Hîna em dikarin pêwîstiyên sereke yên jiyanî ji koçberan re peyda bikin, lê ev yek wê dewam neke, ji ber ku derfetên di dest me de ne li gorî hejmara koçberan e. Ji ber vê yekê divê rêxistinên navneteweyî bikevin tevgerê û erkên xwe yên mirovî bi cih bînin. Têkildarî aliyê tenduristiyê yê Heyva Sor a Kurd, dermanên nexweşiyên kronîk wekî dil, penceşêr û şekir kêm in."

Sîham El Ugla îşaret pê kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, koçberiya ber bi kampê ve heye, lê kampê nikare hejmareke mezin bihewîne.

3 KILÎNK HATIN VEKIRIN

Koçberê bi navê Neşmî El Rehîl diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ew koçberî kampê bûne û wiha domand: "Ji ber kêmbûna alîkariyên ku rêxistin didin, em gelek zehmetiyan dikişînin. Lê di aliyê tenduristiyê de elaqeyeke mezin ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve heye ku 3 kilînk bi beşên zarok, jin û hinav li kampê vekir. Her wiha rewşên awarte jî bi ambulansan dişînin nexweşxaneyan."

El Rehîl bang li civata navneteweyê û rêxistinên mafên mirovan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê rawestînin.

Rewşa li kampa Waşûkanî ya rojavayê bajarê Hesekê, ji ya kampa Mehmûdî ne cûda ye. Li vê kampê jî ji ber kêmbûna alîkariyan niştecihên kampê zehmetiyan dikişînin.

ALÎKARIYÊN KU RÊXISTINÊN MIROVÎ PÊKÊŞ DIKIN KÊM IN

Jina bi navê Îbtîsam Mihemed El Qadirî ji Serêkaniyê, bi malbata xwe ya ji 7 kesan pêk tê, li kampa Waşûkanî ye. Îbtîsam Mihemed El Qadir diyar kir ku rewşa li kampê gelek zehmet e û alîkariyên ku rêxistinên mirovî pêşkêşî wan dike gelekî kêm in. Her wiha diyar kir ku ji du mehan ve madeyên xwarinê wernegirtine û got: "Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe alîkariya me dike."

Îbtîsam da zanîn ku ber êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikar in û got: "Em dev ji xaka xwe bernadin.ʹʹ

Koçbera bi navê Emne Îbrahîm El Ehmed  jî ev tişt got: "Ez bi malbata xwe ya ku ji 7 kesan pêk tê, koçber bûn. Rêveberiya Xweser pêşwaziya me kir û li gorî derfetên xwe yên kêm pêwîstî pêşkêşî me kir û kamp ji me re ava kir. Rewşa debarê li vir gelekî zehmet e, havînî germ e û zivistanî sar e. "

Amîne El Ehmed diyar kir ku alîkariyên ku rêxistinên navneteweyî pêşkêş dikin gelekî kêm in an ku şeromk in ku pêwîstiya niştcihên kampê bi cih nayîne.

Xidir Melza El Xilêf ji gundê Um El Xêr ê Serêkaniyê ye ji ber êrişên dagirkeriya Tirk koçber bûye, xebatên rêxistinên mirovî rexne kir û got: "Ji 4 salan ve me tu rêxistin di kampê de nedîtiye."

XEMSARIYA RÊXISTNÊN MIROVÎ DI DAYÎNA ALÎKARIYÊ DE

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şêxmûs Ehmed, ji ajansa me re diyar kir ku rewşa kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber xemsariya rêxistinên mirovî nexasim ên Neteweyên Yekbûyî di dayîna alîkariyê de, pir xerab e, her wiha got, karê gelek rêxisinên mirovî yên li herêmê piştî dagirkirina herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve rawestîn.

Ehmed destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî îtîrafê bi hin kampan dike û bi Rêveberiya Xweser re ji 16 kampên fermî û hin kampên bêserûber ên li Dêrazor, Tebqa û Reqayê, pêdiviyên 5 kampan peyda dike.

Şêxmûs diyar kir qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve xebatên di aliyê xwarin û kehrebeyê yên di kampan de paş xist

Şêxmûs wiha domand: “Rewşa kampên li Hesekê piştî qutkirina ava stasyona Elok a dagirkirî xerabtir bûye, bandora wê yekê li kampên Waşûkanî, Serêkaniyê, Hol û Erîşe kiriye, di encamê de gelek nexweşî li ba zarokan derketin. Em bang li rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî dikin ku rasterast alîkariya van kampan bikin ku  ne bi rêya hikûmeta Şamê be.”

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan durûtiya rêxistinên navneteweyî ya der barê herêmên Rêveberiya Xweser de rexne kir û got: “Li gorî herêmên di bin dagirekriya dewleta Tirk, Lubnan, Iraq û Urdunê, xizmetguzariya ku rêxistin li herêmên me pêşkêş dike pir hindik e.”

Şêxmûs  Ehmed diyar kir ku civata navneteweyî çareserkirina pirsgirêka kampa Hol a bûyerên kuştin û îşkenceyê paşguh dike û Rêveberiya Xweser barê wê radike.

Her wiha, Şêxmûs destnîşan kir ku topbarana dagirkeriya Tirk li dijî gundên li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefa koçberkirina şêniyên wan dixwe, her wiha metirsiyê dide herêmê û bang li civata navneteweyî kir ku li hember metirsiya dewleta Tirk a li dijî herêmê bêdeng nemîne û der barê mijara qutkirina ava Firatê de zextê li wê bike.

Şêxmûs diyar kir ku divê rêxistinên mafên mirovan û saziyên NY’yê xwedî li erka xwe ya li hember bi hezaran penaber û koçber derkevin û biryareke navneteweyî ji bo vekirina dergehê Til Koçer li ber derbaskirina alîkariyên mirovî, bibin.

Dergehê Til Koçer di Hezîrana 2021’an de piştî vîtoyeke Rûsyayî-Çînî li ber derbaskirina alîkariyên mirovî bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat girtin, lê belê li ba Rûsya pirsgirêk tune bû ku alîkarî di dergehê Bab El Hewa re derbasî herêmên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bibin.

 (mh)

ANHA