'Heta niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 50 xwepêşandêr hatine kuştin'

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bîlançoya xwepêşdanên hefteyekê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê eşkere kir û ragihand ku heta niha 50 xwepêşander hatine kuştin û binçavkirina bi komî ya xwepêşanderan û çalakvanên sivîl berdewam e.

'Heta niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 50 xwepêşandêr hatine kuştin'
24 îlon, 2022   06:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê duh êvarî bîlançoya 7 rojan a xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî eşkere kir.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku heta niha di xwepêşandanên seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî qetilkirina Jîna Emînî de 50 xwepêşander hatine kuştin û binçavkirina bi komî ya xwepêşanderan û çalakvanên sivîl berdewame.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê destnîşan kir ku li zêdetirî 80 bajarên biçûk û mezin xwepêşandan hene û herî zêde li bajarên Babol, Amol û Rizanşare yên bakûrê Îranê kuştin çêbûne.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê diyar kir ku xwepêşander bi demanceyê hedef hatine girtin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî rewşê xwedî bertek be û rê li kuştina bi komî ya xelkê Îranê bigire.