Aliyên filistînî li Xezayê derbasî xeta “krîza gazê” dibin

Li gel krîzeke enerjiyê ya cîhanî, xuya ye ku aliyên filistînî hewl didin cihê xwe di krîzê de bigirin û dosyaya gaza  vejînin. Gelo dosyaya gazê dê bibe mijara nakokiyên di navbera Xeza û Îsraîlê de?

Aliyên filistînî li Xezayê derbasî xeta “krîza gazê” dibin
24 îlon, 2022   05:58
XEZA – OMER MÛSA

Di kongreya danîna kevirê bingehîn ê korîdora avê ya ku berava Xezayê bi derve ve girê dide, aliyên filistînî yên Xezayê careke din dosyaya gazê derxistin pêş ku di demên pêş de were zindîkirin. Aliyên filistînê diyar kir ku gaza beravên Xezayê mefakî filistiyan e. Ji wê zêdetir di ragihandina xwe de zeviyên  gazê yên Îsraîlê yên li beramber beravên Xezayê di çarçoveya gefan de nîşan da ku li derdora wê balafirên keşfê û moşek hene. Ev 20 sal in aliyên filistînî Îsraîlê bi dizîna gaza li nêzîkî beravên Xezayê tawanbar dikin, lê li hember van tawanan Îsraîl bê deng e.

Aliyên filistînî di vê krîza navneteweyî û daxwazên Îsraîlê yên zêdekirina berhemdayîna xwe ji gaze ji bo ku ji ber Rûsyayê gazê bide Ewropayê de, ji bo gelek tiştan plan dikin. Berdevkê tevgera “Hemasê”, Hazim Qasim diyar kir ku tevger dê rê nede Îsraîlê ku dewleendiyên filistînî yên xwezayî bidize, her wiha tevgerê diyar kir ku serokê nivîsgeha wê ya siyasî, Îsmaîl Heniye bi wezîrê kar û barên derve yê Rûsyayê, Sergê Lavrov re civiya û pê re mafê gelê Filistînê di dewlemendiyên xwe yên xwezayî de nexasim gaz, nîqaş kir. Şandeya tevgerê diziya dewlemendiyên filistînî û lubnanî ji aliyê Îsraîlê ve bi carekê red kir.

ALIYÊN FILISTÎNÎ DIKARIN ÇI BIKIN?

Gelek vebijêrek li gel aliyên filistînî di aliyê doza gazê de tune ne, lê ew dikare bi gelek rêyan wek balafirên bêmirov, moşek û yekîneyên Komandosa Deryayî, xerab û betal bikin.

Wek mînak, hin zeviyên gazê yên nêzîkî beravên Xezayê, di 2021’an de, piştî hewldanên bênavber ên aliyên filistînî ji bo hedefgirtina wan hatin betalkirin, ev tê wateya ku aliyên filistînî eger bixwazin, dikarin metirsiyê bide zeviyên îsraîlî û gefan lê bixwin.

Di vê dawiyê de jî, Îsraîl bêhtir bala xwe da gefên aliyên filistînî yên di deryayê de, wek Komandosa Deryayî û keştî û balafirên bêmirov, ev amûr gefên rastî li çalakiyên Îsraîlî yên di deryayê de dixwin.

ÇIMA NIHA?

Çavdêr û nivîskarê siyasî, Telal Okel, diyar kir ku hwldanên aliyên filistînî yên ji nû ve vekirina dosyaya gazê, rasterast girêdayî krîza cîhanî û hewldanên Îsraîlê yên xweîsbatkirina di nexşeya gazê ya cîhanê de ne yeû got, ev jî dihêle aliyên filistînî vê qonaxê ji bo destpêkirina zexta li ser Îsraîlê girîng dibîne.

Okel diyar kir ku ne dûr e serdana tevgera Hemas bo Rûsyayê bi dosyaya gazê ve girêdayî be û got: “Rûsya dikare zextê li rojava bike, ji ber ku rûpela gazê ji rûpelên stratejîk ên li ba Rûsyayê ye, ji ber wê jî, dikare jêderên alternatîf ên ku alîkariya Ewropayê dikin kêm bike.”

Okel her wiha da zanîn ku aliyên filistînî dibe ku di dema pêş de gavên pêştir biavêje û got: “Dibe ku aliyên Filistînî hedefgirtina zeviyên Îsraîlê li deryayê zêdetir bike, nexasim ku ew derfet li ba wan heye.”

Okel diyar kir ku tevgera aliyên filistînî bi nakokiyên di navbera Îsraîl û Hîzbullah de ve girêdayî ye, her wiha dibe ku rewş girantir bibe, armanca aliyan ew e ku destkeftiyan ji Xezayê re pêk bîne, çi yên siyasî çi jî yên aborî.

Okel destnîşan kir ku krîza enerjiyêya cîhanî gengaz e rekorê bişikîne, ku bihêle aliyên navneteweyî biryarên tundraw ji bo peydakirina gazê li şûna gaza Rûsyayî, bidin.

(mh)

ANHA