Şêniyên Kobanê banga birîna cezayên giran li ajanên dewleta Tirk a dagirker kir

Şêniyên Kantona Kobanê bang kirin ku cezayên herî giran li sîxur û ajanên dewleta Tirk a dagirker ên ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatine girtin, bên birîn. Şêniyan tekez kir ku kî welatê xwe bi sed dolarî bifiroşe, amade ye her tiştî ji bo pereyan bike û divê ji aliyê zarokên şehîdan û malbatên wan ve werin cezakirin.

Şêniyên Kobanê banga birîna cezayên giran li ajanên dewleta Tirk a dagirker kir
22 îlon, 2022   07:44
KOBANÊ

Bangên welatiyan a radestkirina ajanan ji bo malbatên şehîdan da ku werin dadgehkirin û bibin mînak ji kesên din re, hemwextî berdewamkirina girtina sîxur û ajanan û pêşkêşkirina wan ji dadgehê re ji aliyê QSD`ê ve pêk tê, ku di 31`ê Tîrmeha borî de li dijî wan "Operasyona Sondê" ragihandibû.

WELATÊ XWE JI BO PENÇEK PERE DIFIROŞIN

Welatiyê bi navê Mihyedîn Seîd xwest ku cezayên herî giran li ajan û sîxurên dagirkeriya Tirk ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (qsd) ve hatine girtin, were birîn û got: "Yê ku welatê xwe bi 100 dolarî bifiroşe, amade ye ku her tiştî bike. Yê ku xwîna gelê herêmê erzan bibîne, cezayê darvekirinê heq dike."

Seîd wiha domand: "Çav bi hêsir dibin ji mezinahiya zerara ku gihandine vê xakê. Ev çi mexlûq in ku bi pereyan welatekî bi giyanê şehîdan hatiye avakirin, bifiroşin. Çi sûcek ji vî mezintir heye. Ma ne li ser vê xakê mezin bûn, ma ne ji ava wê vexwarin? Ma ne nanê me bi me re parve kirin? Naxwe çima îxanetê li xwe û li vî welatî dikin?"

Seîd bang li welatiyên herêmê kir ku çavdêriya zarokên xwe bikin, ji ber ku herêm di şerekî giran de derbas dibe û wiha axivî: "Piştî ku di dagirkirina xaka me de bi bin ket, dewleta dagirker hewl dide bi rêya derxistina zarokên me ji rê, herêmên me hilweşîne."

Welatiyê bi navê Mistefa Îbrahîm jî nerînên xwe wiha anîn ziman: "Tişta ku îro em pê re rû bi rû ne, nexweşiyeke ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmê pê wêran bike. Rêya herî baş ji bo ji holê rakirina wê jî jinavbirina sîxurtiyê ye da ku şopa wê jî nemîne."

Îbrahîm wiha domand: "Em miletekî aştîxwaz û dil birehm in, ev e ya ku dihêle em rastî xetereyan bên û her kesê dora me timakariyan bike. Lê bila her kes bizane ku em xayînan efû nakin, hesabê wan jî li ser destê zarok û malbatên şehîdan dê hesabekî giran be."

Îbrahîm wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tişta ku ajanan li herêma me kiriye, li derveyî aqil, mezheb û olan e. Ji ber vê yekê divê em lezê bidin darizandina wan û peyamê bidin Tirkiyê ku ew ê nikaribe zirarê bighîne me."

Ji aliyê xwe ve Elî Pîro jî got: "Nîştimanperwer dimîne nîştimanperwer, ajan jî dimîne ajan, dîrok rehmê li kesî nake. Dewleta Tirk a dagirker ne bi şerê xwe yê taybet û ne jî bi ajan û xayinan, nikare vîna me bişkîne."

Elî Pîro bang li şêniyan kir ku çavdêriya zarokên xwe û her kesê biyanî yê derbasî herêmê dibe bikin û got: “Di vê qonaxa hestiyar de hişyarî erkek e."

(hs)

ANHA