Gelê Sûriyê li benda aştiyê ye

Sal bi sal, azarên gelê Sûriyê zêdetir dibin, nexasim di rewşa nebûna çareseriyan de, lê tevî hemû zehemtiyan Rêveberiya Xweser her hêviya yekane ya jiyana aştiyane û aram e.

Gelê Sûriyê li benda aştiyê ye
22 îlon, 2022   06:23
KOBANÊ – CUMA MIHEMED

Ev 11 sal in Sûriyê di nav tarîtiyekê de ye ku heta niha ji bilî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tu çirûskên ronahiyê ku hêviyê bidin gelê Sûriyê tune ne.

Di Roja Aştî ya Cîhanê de, bêguman berî her kesî gelê Sûriyê hêviya pêkhatina aştiyê û jiyana aram dikin, ji ber ku her kes ji şer westiya, lê ji ber sedemên ji derve û hundir, aştiya ku tê hêvîkirin hîn nehatiye pêkanîn.

DESTESERKIRINA ÎRADEYA SÛRIYAN

Di vê serdemê de gelek guhertinên bingehîn li Rojhilata Navîn pêk hatin, ku di encamê de serok û hikumet binketin û hilweşiyan, şêniyan hêvî û daxwazên rewa kirin, lê ji ber destwerdanên derve, ev guhertin li gor berjewendiyên xwe pêk anîn.

Tişta cuda li Sûriyê, di 15’ê Adara 2011’an de, sûriyan daxwaza mafên xwe kirin, lê ev yek dirêj nekir û destên ji derve dirêjî qadê bûn ku li gor berjewendiyên xwe bi kar anîn.

Dewletên wek Tirkiye, Îran, Rûsya û Amerîka rewşa Sûriyê kontrol kir û li civînên navneteweyî nûnertiya gelê Sûriyê kirin, wek çawa ew berpirsên Sûriyê û gelê wê ne û êdî plan li gor berjewendiyên xwe danîn, ku bi vî awayî şer dirêj kir û di encamê de tenê gel fatoreya wî şerî da.

Mijar li gor wan dewletan wiha dewam dike ku vî şerî ji bo talankirina Sûriyê û gelê wê derfetekê dibînin, mijar qet ne wiha ye ku dixwazin çareseriyê ji gelê Sûriyê re bibînin û piştgiriyê bidin wî,  sloganên ku di civînan û konferansan de dihatin gotin li ser erdê pêk nehatin û tişta ku bi nihênî dihatin lihevkirin jî li ser erdê pêk hat.

Ji ber ku xema wan tenê ew e ku berjewendiyên xwe pêk bînin, ji bo wan ne girîng bû ku krîza Sûriyê salekê yan 10 salan dirêj bike, ji ber wê jî aştiya ku gelê Sûriyê hêvî dikir bû negengaz.

REDKIRINA RASTIYÊ

Hemwextî wê jî, gelê Sûriyê yê li hundir daxwaza mafên xwe yên rewa ku 40 sal in ji wan bêpar maye, kir.

A rast, aliyên derve yên ku rewş kontrol kirine, şêniyên ku li hundirê Sûriyê dest bi xwepêşandanan kiribûn û berpirsên desthilatiyê jî bi xwe ve dabûn girêdan. Li dawiyê doza Sûriyê bû pêşbazî di navbera wan dewletan de ku her yek li gor berjewendiyên xwe tevdigere.

Redkirina xwepêşandanan û daxwazên şêniyan ji aliyê berpirsên desthilatiyê ve sedema duyemîn a zêdekirina xerabiya rewşa Sûriyê ye, ji ber ku aştî bi zordestiyê û redkirina nêrînan nayê pêkanîna.

Tevî ku aliyên hundirîn van tiştan dibînin jî, lê dîsa çareserkirina rewşê paşguh dik û dûrî rastiya berçav hewl dide Sûriyê vegerînin wekî rewşa berê.

RÊVEBERIYA XWESER XETERIYA REWŞÊ NAS KIR

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji roja yekemîn de Rêveberiya Xweser tayên vê lîstikê nas kirin, ji ber wê jî di bin dirûşma “Berjewendiya Sûriyan berî her tiştî ye” de xebitî, her wiha xeta nîştîmanî di gavên xwe de esas girt.

Lê wek ku hatibû pêşbînkirin, Rêveberiya Xweser rastî êrişan hat ji ber ku karê wê li xweşiya berjewendiyên aliyên derve neçû, her wiha sûriyan jî bi awayekî baş piştgiriya wê nekir, tevî wê jî, Rêveberiya Xweser di yekkirina sûriyan li derdora maseya diyaloga de berdewam e, da ku çareseriyek were dîtin ku hemû alî jê razî bin û welet ber bi aştiyê ve bibe.

(mh)

ANHA