Meclisa Malbatên Şehîdan û welatparêzên Hesekê kiryarên PDK`ê şermezar kirin

Welatparêzên ji Hesekê sekna PDK`ê li rex dagirkeriya Tirk di êrişên li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê de, şermezar kir. Her wiha endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker gerîla dike hedef ku destkeftiyên şoreşa Rojava têk bibe.

Meclisa Malbatên Şehîdan û welatparêzên Hesekê kiryarên PDK`ê şermezar kirin
22 îlon, 2022   06:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xiyaneta xwe ya li dijî kurdan didomîne û di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) li Herêmên Parastinê yên Medyayê de cih digire. Herî dawî di 5`ê Îlonê de hemwextî êrişa bejahî ya çekdarên PDK`ê balafireke bêmirov a biçek êrişî komeke gerîla ku ji 5 gerîla pêk tê, kir û di encamê de 3 gerîla şehîd bûn û 2 birîndar bûn û ji aliyê çekdarên PDK`ê ve dîl hatin girtin.

Girêdayî mijarê, welparêzê ji Hesekê Cemal Ebdo wiha got: “Gelê Kurd di dîrokê de ji bo parastina nasname, çand û sembolên xwe berdêleke giranbiha da. Hîna jî ji bo wê tê dikoşe. Lê PDK`ê bi serkêşiya Mesûd Barzanî û fermana dewleta Tirk a dagirker heqaretê li sembol û pîroziyên kurdan dike. Desthilata Başûrê Kurdistanê nexşeya Kurdistanê ji zanîngeha Zaxoyê rakir. Her wiha êrişî HPG`ê kir ku ji bo gelên Kurdistanê bûn sembol.”

Ebdo wiha domand: “PDK`ê li pêşiya dagirkeriya Tirk berê xwe dide Herêmên Parastinê yên Medyayê da ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê tune bike. Divê gelên Kurdistanê helwesta xwe li hember van kiryaran nîşan bidin.”

Ebdo diyar kir ku pêwîst e berpirsên xiyanetê li kurdan dikin werin darizandin û wiha pê de çû: “Yên zirarê didin bi zanabûn gelên Kurdistanê, xayîn in. Li cem hemû gelan divê xayîn bên cezakirin.”

Welatparêzê ji Hesekê Karker Îsamîl bal kişand ser xiyanetên PDK`ê di 10 salên dawî de û wiha domand: “Dîroka malbata Barzanî bi komkujî û sûcan dagirtî ye. Sala 2014`an jinên Şengalê radestî çeteyên DAIŞ`ê kirin. Niha jî piştgiriya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.”

Îsmaîl ev pêvajo, bi pêvajoya hebûn û nebûnê ji bo gelê Kurd bi nav kir û got: “Divê li hember siyaset û kiryarên PDK`ê serî hildin ku siyaseta dewleta Tirk temam dike ku tunekirina kurdan armanc dike.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrîn û dayika şehîd Engîzek, Xedîce Elo destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi rêya kanalên xwe yên çapemaniyê hewl dide ku gerîla têk bibe, lê belê ew baş dizane ku derewan dike da ku morala wan bişikîne û têkçûna xwe li hember gerîla veşêre. Her wiha anî ziman ku ew di wê baweriyê de ne ku gerîla bi hêza xwe dikare artêşa dewleta Tirk têk bibe.

Xedîce Elo piştrast kir ku ew weke dayika şehîdan her dem amade ne li kêleka gerîla bisekinin. Xedîce Elo anî ziman ku weke çawa gerîlayên jin dikarin li hember dijmin bisekinin, ew jî dikarin rola xwe di vê qonaxê de bilîzin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrîn û xwişka şehîd Zozan, Hêvî Silêman behsa helwesta PDK`ê kir û bi newelatparêzî bi nav kir û got: “Hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re di vê şerî de ne ji çanda me ya kurdî ye û divê ev partî dev ji xeta xiyanetê berde, ji ber ku dewleta Tirk xwe li ser qirkirina civakan ava dike.”

Hêvî Silêman anî ziman ku divê helwesta PDK`ê weke helwesta şêniyên Başûrê Kurdistanê be, banga yekitiya kurdan bike û dagirkeriya Tirk ji axên xwe derxe.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrîn û xwişka şehîd Serkeftin, Ferîde Şêx Yeqûb jî diyar kir ku berxwedan li cem gelê kurd bawerî ye û ev bawerî hişt ku ew li di dîrokê de li dijî dagirkeriyê, li ber xwe bidin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Berxwedana gerîla mîrasa berxwedana girtîgehên Amedê ye. Her wiha berxwedana li Bakur û Rojhilatê Suriyê û li çiyayan tê raberkirin, ji bo me bawerî ye û ji vê baweriyê me karî parastina axa xwe bikin.

Ferîde Şêx Yeqûb destnîşan kir ku dewleta Tirk gerîla bi çekên kîmyawî hedef dike da ku wan tune bike û berxwedana gerîla wan ji qirkirinê diparêze.

Ferîde Şêx Yeqûb di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya tunekirina gerîla û têkbirina destkeftiyên şoreşa Rojava hewl dide ji fikir û felsefeya rêber Ebdullah Ocalan xelas be. Dewleta Tirk şerekî bîrdozî li dijî wan dimeşîne.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/emRrnitcZcA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>