Rageşiya Til Evîv-Tehranê gefan li peymana nukleerî ya Îranê dixwe

Dosyaya peymana nukleerî ya di navbera Îran û DYA`yê de piştî bêhêvîbûnê, di rewşeke erênî û geşbîniya vejandinê de ye. Ev yek hemwextî zêdebûna aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de pêk tê. Gelo dê Til Evîv bikare hewlên vejandina vê peymanê rawestîne? Bersiva Îranê ji bo wê dê çi be?

Rageşiya Til Evîv-Tehranê gefan li peymana nukleerî ya Îranê dixwe
22 îlon, 2022   06:00
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Di çarçoveya şerê hegemonya û serdestiya li Rojhilata Navîn de, her Îsraîlê dijberiya xwe ya tund li hember peymana nukleerî ya navneteweyî ya bi Îranê re nîşan daye. Beriya îmzekirina peymanê di sala 2015'an de, di dema rêveberiya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama de, wê demê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi tundî û eşkere li dijî peymanê derketibû. Çavdêr amaje bi vê yekê dikin ku Îsraîl di sala 2018'an de (bi awayekî yekalî) di derxistina DYA’yê ji peymana nukleerî ya bi Tehranê re heta radeyeke mezin bi ser ket. Pispor vê yekê dispêrin zexta Îsraîlê ya li ser rêveberiya Trump.

Yek ji armancên herî girîng ên rêveberiya Biden jî vejandina vê peymanê ye, ji bo wê jî hewldanên Til Evîvê di heman çarçoveyê de berdewam kirin. Serdanên rayedarên payebilind ên leşkerî û îstîxbaratî yên Îsraîlî bo Washingtonê di roj û hefteyên borî de nesekinîn, bang li hempîşeyên xwe yên amerîkî kirin ku rê li vejandina muhtemel a peymana nukleerî ya bi Îranê re bigirin.

ÎSRAÎL; TEVGERÊN DÎPLOMATÎK Û ZEXTÊN LEŞKERÎ

Pisporan amaje pê kir ku di van demên dawîn de serdanên Îsraîlê li ser Washingtonê zêde bûne. Hinek pispor van serdanan bi nêzîkbûna hilbijartinan li DYA’yê ve girê didin, ku dê di Mijdarê de pêk werin. Ew jî bi armanca paşxistina her îmzekirinekê heta piştî hilbijartinan ku dibe ku tê de "Komarparêz" ên ku vejandina peymana nukleerî bi Îranê re red dikin, bi ser bikevin.

Di çarçoeya zexta leşkerî ya Îsraîlê de, Îsraîlê soz da ku çalakiyên xwe yên veşartî û îstixbaratî yên li dijî binesazî û çavkaniyên mirovî yên bernameya nukleerî ya Îranê, her wiha hedefgirtina dever û çekên ku di ser Sûriyê re ji Hizbullah a Lubnanê re tên şandin, ranewestîne. Ji ber tirsa xwe ji serweriya Îranê li Rojhilata Navîn, Îsraîlê gelek êriş li dijî Îranê û alîgirên wê pêk anîne.

Pispor îşaretê pê dikin ku zêdebûna êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê li Sûriyê, di çarçoveya zêdebûna zextên leşkerî yên Til Evîvê yên li ser Tehranê de tên da ku Tehran bi şandina çekên zêdetir ji wekîlên xwe yên li herêmên derdora Îsraîlê re, hêza xwe xurttir neke.

Li gorî daxuyaniyên Ewropayê yên der barê mijarê de, asta geşbîniyê têkildarî îhtîmala serkeftina dan û standinên nerasterast ên DYA û Îranê yên girêdayî dosyaya nukleerî ya Îranê û nêzîkbûna gihîştina rêkeftinekê bilind bû. Hinekan ev yek wek encama pêdiviya Ewropayê bi gaz û nefta Îranê dît, nexasim hemwextî nêzbûna demsala zivistanê û qutkirina gazê ya Rûsyayê ji parzemîna Ewropayê re.

Li gorî rapor û çavkaniyan, Îran û DYA’yê di rojên dawîn di dan û standinên vejandina peymana 2015'an de, zehmetiyên herî mezin derbas kirine. Lê belê zimanê rojnameyên Îsraîlê ji rojnameyên navneteweyî cuda bû û di raporên xwe de digot ku vejandina peymana nukleerî pêk nehatiye û di demeke nêz de dê pêk neyê jî.

Nivîskar û lêkolînera pispora kar û barên navneteweyî Hind El Dawî di hevpeyvîneke li gel ajansa me de, têkildarî nêzîkbûna vejandina peymana nukleerî ya bi Îranê re wiha got: "Wek destpêk, hîn jî fikra vegerandina peymana nukleerî şert û merc pêk neanîne, çi ji aliyê daxwazên Îranê, çi jî ya ku DYA qebûl bike. Her tim di gihîştina lihevkirineke li gorî hemû aliyan, bi taybet jî her du aliyên sereke (DYA û Îran), alozî heye."

Hind El Dawî wiha domand: "Di demên dawîn de, ji bo bidestxistina hevsengiyeke qismî di bazara enerjiyê ya cîhanî de, hewldanên Ewropayê hene ku di berdêla berdana enerjiya Îranê (neft û gaz) de vegere peymanek qismî der barê kapasîteya nukleerî ya Îranê. Ev jî encama krîza ku ji şerê Rûsya-Ukraynayê derketiye ye. Lê ev hewldan bi ser neketin, ji ber ku DYA’yê dixwest tenê sizayên ku ji ber binpêkirinên nukleerî li ser Îranê hatine sepandin, rake, ne ku tevahiya sizayan rake. Ji ber ku piraniya cezayên ku di serdema Donald Trump de û heta di serdema Joe Biden de li ser Îranê hatine sepandin, bi tevgerên Îranê yên li Rojhilata Navîn Û reftarên wê bi welatên cîran re yan jî li Sûriyê ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê, ne hemû ceza girêdayî pirojeya nukleerî ya Îranê ne."

Têkildarî rola Îsraîlê di pêkanîna zextê li ser rêveberiya niha û berê ya DYA’yê de da ku peymana nukleerî îmze neke, Hind ev tişt anîn ziman: "Bi her awayî, Îsraîl ji dema Netanyahu ve ku operasiyoneke îstixbaratî ya veşartî pêk anî û bi rêya wê karîbû arşîva nukleerî ya Îranê ji navenda Tehranê bidize û di dema Donald Trump de pêşkêşî DYA'yê bike û ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropayê ve jî hatibe nirxandin, roleke mezin lîstiye. Vê yekê jî piştrast kir ku Îran xwediyê projeyek nukleerî ya veşartî ye û ne li gorî pîvanên plana çalakiya hevbeş a di serdema Obama de tê de li hev kiribûn e."

Hind El Dawî daxuyand ku Donald Trump ji vê peymanê vekişiya û di serdema Joe Biden de hewla Demokratan hebû ku Îranê ji şerê mezin ê di navbera DYA li aliyekî û Çîn û Rûsya li aliyê din dûr bihêle û wiha pê de çû: “Ev dana aliyekî ya ji hêla Demokratan bi wê yekê ve girêdayî ye ku Partiya Demokrat wek Brîtanya bi Îslama siyasî re, çi Sunî û çi Şîe, xwedî peywendiyên xurt e. Lê dîsa jî Îsraîlê rola xwe lîst, bi taybetî Yair Lapid. Ji ber têkilyeke xurt a Yair Lapid bi Partiya Demokrat re heye, berevajî Netanyahu (ku Obama û Biden jê ne razî ne). Wê piştrast kir ku Îran hewldanên xwe yên ji bo bidestxistina bombeya nukleerî didomîne. Di dosyaya mafên mirovan a taybet bi Îranê, zext li DYA’yê kir, ji ber wê jî DYA ji îmzekirina peymanê dudil bû."

Hind El Dawî axaftina xwe wiha domand: "Xala herî girîng û ya ku alîkariya Îsraîl kir ku bigihîje hewildana xwe ya dawî ku peymana nukleerî neyê vejandin, ew bû ku Îranê peyman nexwest. Çû Viyanayê, lê bi rastî jî nexwest vegere vê peymanê. Ji ber ku ew li benda nakokiyên heyî yên di navbera DYA û Rûsyayê de bû û ka wê çi rêyên aborî û siyasî bi xwe re bîne ku dibe alternatîfek ji tiştê ku bi gelemperî tê pejirandin, be. Ji ber vê yekê Îran dikare xwe ji cezayên DYA’yê xilas bike û bombeya atomê jî bi dest bixe. Eger negihêje wê astê ku bombeya atomê bi temamî bi dest bixe jî, wê demê gihîştiye teknolojiya pêwîst a ji bo wê. Jixwe ev hevkêşeya Îranê ye, bidexstina çekên nukleerî û xelasiya ji cezayên DYA’yê ye."

ÎRAN DEMÊ BI KAR TÎNE

Şîrovekarên ku kar û barên Îranê û siyaseta Îranê li hember dosyayên derve, bi taybetî yên nukleerî dişopînin, diyar dikin ku Îran di dan û standinên xwe yên nukleerî yên bi Rojava û hêzên navneteweyî re, li ser prensîba li ber hilweşînê dimeşiya. Waşington jî li hember reftarê Îranê xwedî stratejiya xwe ya taybet bû.

 Di vê çarçoveyê de nivîskar û lêkolînera pispora kar û barên navneteweyî Hind El Dawî dibêje: "Fikra berdewamkirina parastina Viyanayê tenê ji bo domandina hilbijartina siyasî ye. Ji ber vê yekê, ew deriyê DYA’yê di lêgerîna vebijarkên leşkerî de ji bo bersivdayîna Îranê digire û Washington vê yekê dizane. Lê ew li benda demê ye, ji ber ku dizane piştî kuştina Silêmanî, bi nêzîkbûna roja çûna Xumenyî re nakokî dê di hundirê Îranê de zêde bibin. Vê jî nakokiya Îranê li ser wê yekê nîşan da ku kî dê şûna Xamineyî bigire. Îranê nav û dengiya xwe li welatên Ereban ji dest daye, ji ber ku ev yek di encamên hilbijartinên Iraq û Lubnanê de diyar bû. Ji ber vê yekê, stratejiyeke demdirêj a DYA’yê ji bo dan û standina bi Îranê re heye, li ser wê yekê ku Îran ji hundir û ji derorên xwe yên ku bi milyaran dolar li ser xerc kirine, bikeve."

(hs)

ANHA