​​​​​​​'Bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî em ê bi ser bikevin û tecrîda li ser Rêbertî bi dawî bikin'

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku şerê gel ê şoreşgerî rêya xelasiya gelan ji komkujiyan û bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan e. Welatiyan tekez kir ew di şerê parastina herêmê û gel de li kêleka hêzên xwe yê leşkerî ne.

​​​​​​​'Bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî em ê bi ser bikevin û tecrîda li ser Rêbertî bi dawî bikin'
22 îlon, 2022   01:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê gel ê şoreşgerî ji bo têkbirina her êrişeke li ser herêmê têrê dike, armanca wê ew e ku gel li hev kom bike, bi hêzên leşkerî re xebatên parastinê bike û parastina herêmê ji êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bike.

/kr/uploads/files/2022/09/21/184036_-.webp

Têkildarî mijarê rêveberê Komîna Şehîd Xelîl a taxa Şêxmeqsûd, Salih Mislim wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovane êrişî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û komkujiyan pêk tîne. Vê jî bi armanca koçberkirina wan dike da ku qadeke zêdetir dagir bike. Şerê gel ê şoreşgerî jî rêya xelasiya gelan ji komkujî û qirkirinan e."

Mislim wiha domand: "Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ve, li gorî şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe dide û parastina xaka xwe dike. Xweparastin erka her ferdekî civakê ye ku xwe ji kuştin û qirkirinê biparêze. Şerê ku dewleta Tirk a dagirker dide meşandin, şerê hebûn û nebûnê ye. Pêwîst e em xetereya wê jî baş fêm bikin û bi yekbûna xwe em hebûn, destkeftî û rûmeta xwe biparêzin. Dewleta Tirk ne tenê gelê Kurd, lê belê tevahî gelan dike hedef."

/kr/uploads/files/2022/09/21/184200_-.webp

Endama komîna Şehîd Xelîl, Fatma Mihemed jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: "Gelê ku li ser bingehê şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin bike û li ber xwe bide, tu kes nikare wî têk bibe. Pêwîst e li hember her êrişeke ya li ser herêma me, em her tim amade bin. Dema ku çeteyên dagirker sala 2016'an êrişî taxa me kirin, me bi ruh û hevgirtina pêkhateyan li ber xwe da û em bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî bi ser ketin." 

'JI BO PARASTINÊ DIVÊ GEL XWE BISPÊRE XWE, NESPÊRE TU KESÎ'

Endamê meclisa Taxa Şehîd Rûbar Qamişlo, Ehmed Cafer jî wiha got: "Li hember êrişên dewleta Tirk divê gel xwe bispêre xwe, xwe nespêre tu kesî. Pêwîst e em li hember dagirkeriyê bi hêz û vîna xwe bibin yek. Dema em bi hêzên xwe yên leşkerî re bibin yek, em ê bi ser bikevin û xaka xwe ya dagirkirî rizgar bikin. Divê em tev li hêzên parastina cewherî bibin da ku em herêmên xwe biparêzin û em hemû qadan bikin qadên berxwedanê."

/kr/uploads/files/2022/09/21/183944_-1600x1200.webp

Ji Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê, koçberê bi navê Behrî Îsmayîl jî der barê berxwedana koçberan a ku planên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê têk birin û wiha got: "Berxwedana me ne ya îro ye. Ji dema ku em koçberî kantona Şehbayê bûn, me xeta berxwedanê li hember hovîtiya dijmin a ku rojane êrişî gund û navçeyên kantona Şehbayê, navçeya Şêrawayê û kampan dike ku me bitirsîne, hilbijart."

Behrî diyar kir ku ji ber topbarana dewleta Tirk şehîd çêdibin û wiha got: "Encama topbarana dewleta Tirk a li ser herêmên tijî sivîl, rojane şehîd hene, piraniya wan jî zarok in."

/kr/uploads/files/2022/09/21/184003_-1600x1200.webp

Koçbera bi navê Sîham Xelîl jî tekez kir ku gelê Efrînê bi axa xwe ve girêdayî ne û dev jê bernadin. Sîhamê got: "Em bi axa xwe ve girêdayî ne, em ê heya rizgarkirina bajarê xwe Efrînê, li Şehbayê bimînin. Berxwedana me ya li Şehbayê garantiya rizgarkirina Efrînê ji teror û çeteyan e ku her cure awayê desthilatdarî û zilmê li ser welatiyan didin meşandin."

/kr/uploads/files/2022/09/21/184228_-1600x1200.webp

Têkildarî mijarê koçberê bi navê Mustefa Xelîl jî wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin me ji Şehbayê derxin. Ew jî bi rêya topbarana bi hemû cureyên çekan. Lê ew nizane ku em natirsin û heya nefesa dawî em ê li ber xwe bidin."

'DI VÎ ŞERÊ ŞOREŞGERÎ DE DIVÊ HER KES BI ERKA XWE RABE'

/kr/uploads/files/2022/09/21/183928_.webp

Ji bajarê Kobanê jî, Ehmed Îsa tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan şermezar kir û wiha got: "Ev tecrîd, tecrîdeke eşkere ye. Civata navneteweyî û rêxistinên ku îdîaya mirovahiyê dikin, çavên xwe ji tedbîrên keyfî yên li girtîgeha Îmraliyê digirin ku ev nêzî 24 sal in ji aliyê desthilata Tirk a faşîst li ser Rêbertî tên meşandin. Ji ber vê yekê heta ku tecrîd bi dawî nebe, em ê bêhna xwe venedin û em ê li qadan bin. Heya şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêbertî, em ê her ji wî bang bikin."

/kr/uploads/files/2022/09/21/184019_-.webp

Welatiyê bi navê Şewket Mixarî jî wiha got: "Rêber Ocalan rêberê mirovahiyê ye. Ew rastî komployeke nû tê ku bi rêya wê hewl didin fikirê wî yê ku rêya azadiyê nîşanî me da, ji kokê de rakin."

Şewket wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rêber Ocalan ne kesayetek e yan jî ronakbîrekî ji rêzê ye, lê belê ew di serdemeke ku berjewendiyên navneteweyî ji daxwazên gelan mezintir in de, avakerê demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê gel xwe bi kesî ve girê nade, ji bo şikandina tecrîda li ser rêberê xwe tenê xwe dispêrin xwe."

Şewket bang li Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê kir ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan rabin ser pêyan û dakevin qadan û got: "Bila layiqî wî kesê ku azadiya xwe ji bo wan feda kiriye, bin. Azadiya Rêbertî azadiya me ye."

/kr/uploads/files/2022/09/21/184323_-.webp

Nedîm Emo El Ehmed wiha bang li Kurdan kir ku bibin yek û şerê gel ê şoreşgerî esas bigirin û got: "Şerê gel ê şoreşgerî rêya tekane ya ku dê tecrîda li ser rêbertî bişkîne û dijminan têk bibe. Dem dema şoreşan û şikandina zaliman e, ji bo wê divê her kes rola xwe di vî şerê şoreşgerî de bilîze da ku dewleta Tirk a dagirker neçar bike ku tecrîda li ser rêberê me bi dawî bike."

/kr/uploads/files/2022/09/21/184113_-_1.webp

Welatiyê bi navê Ela El Dîn Ehmed jî wiha got: "Li hemberî komployan heta dilopa xwîna dawî û heya têkbirina hemû komployan û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, em ê li ber xwe didin."

Ela her wiha diyar kir ku rêber Ocalan çavkaniya hêza wan e û ew gelekî xwedî prensîbên ku ji fikir û felsefeya rêber Ocalan girtine, lewma dê tê bikoşin heya ku bigihêjin armancên xwe.

/kr/uploads/files/2022/09/21/184058__1.webp

Ciwanê bi navê Sidqî Şêx Beha têkildarî mijarê wiha got: "Derketina me ji bo rêber Abullah Ocalan e, armanca me jî ew e ku peyamekê bidin her kesê ku beşdarî tecrîda li ser wî dibin. Em ê li hember hemû komployan li ber xwe bidin."

(hs)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WRBeCc9i5b4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>