​​​​​​​Muxalîfên ji Sûriyê: Rêveberiya Xweser projeya xilasiya Sûriyê ye

Muxalîfên ji Sûriyê pesnê projeya Rêveberiya Xweser û rola wê di parastina ewlehiya gelê Sûriyê de da û got divê desteka vê projeyê were kirin ku li hemû Sûriyê pêk were. Her wiha diyar kirin ku sîstema nenavendîbûnê dergehê sereke yê avakirina Sûriya pêşerojê ye.

​​​​​​​Muxalîfên ji Sûriyê: Rêveberiya Xweser projeya xilasiya Sûriyê ye
22 îlon, 2022   03:18
QAMIŞLO - SOLÎN EHMÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, li hember navendîbûna destpot ku sedema krîza li Sûriyê ye, sîstem û rêgezên nenavendîbûnê pêşniyar kirine.

Ji bo nîqaşkirina van rêgezan, Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk ji demekê ve dest bi komxebatên xwe tevî kesayetên muxalîf ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê kiriye.

‛NENAVENDÎBÛN PARÇEYEKÎ BINGEHÎN JI BO AVAKIRINA SÛRIYÊ YE’

Li ser wê yekê muxalîfê sûrî yê ji Dûma ya Xûta Şerqiyê Silêman Hewarî îşaret bi sedem û armancên beşdariya xwe di komxebatên Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk de kir û got: "Min xwest beşdarî vê komxebatê bibim ku tevî hemû etnîkên li Sûriyê têgînên siyasî yên rasteqîn ên ji bo ketina qonaxeke nû ya avakirina Sûriyê û gihîştina çareyeke siyasî binasim."

Li ser beşdariya xwe di Komxebata Şêwirê ya Qamişloyê de, Hewarî got: "Ev cara yekemîn e ku serdana Qamişloyê dikim. Min bi wê re serdana goristana şehîdan kir ku tê de nêzî gorên hezar şehîdan hene. Bi rastî, fedakariya wan şehîdan û gelê Sûriyê hişt ez beşdarî wê komxebatê bibim."

Der barê têgîna bingehîn a nenavendîbûnê ku divê li Sûriya pêşerojê pêk were de, Hewarî wiha axivî: "Nenavendîbûna rêveberiyê girîngiyê dide 5 bingehên navendîbûnê; wezareta parastinê ya hundirîn anku artêşê, wezareta derve, berhemên nîştimanî, yekitiya biryara darayî û siyasî li Sûriyê. Hemû tişên din ên ji derveyî wan jî nenavendî dibin; ji hilbijartinên parêzgehan û nûnertiya wê di parlamentoyê de bigire heta bi serokkomar ji aliyê gelê Sûriyê ve.”

Hewarî destnîşan kir ku nenavendîbûn rêya rasteqîn e ku civakeke ji neteweya xwe hez bike were avakirin û ew parêzvanê rasteqîn ê yekitiya Sûriyê ye û ne parçekirina wê ye, mîna hin kes fem dikin.

Hewarî bal kişand ser girîngiya pêkanîna projeya Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyê û ev tişt gotin: "Ji Rojava û Rêveberiya Xweser re serkeftinê dixwazim, ji ber ku ew tecrûbyeke nûgihayî ye, em ê pê re bin û bi hemû derfetên xwe destekê bidinê da ku Ii ser lingê xwe bisekine û bibe modelek ji bo tevahî gelê Sûriyê."

Hewarî diyar kir ku ewlehî, rêveberî û rêxistina baş li herêmên Rêveberiya Xweser heye û wiha pê de çû: “Bê guman ev rêveberiyeke nû ye, wê neyîniyên wê jî hebin û dikare derbas bike. Ev neyînî tu zirarê nadin herêmê, lê divê em Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûr û Suryan li hemû cîhanê destekê bidin vê tecrubeyê, da ku bibe nimûneyeke rasteqîn ji hemû Sûriyê re."

Silêman Hewarî desteka xwe ji pêkanîna projeya Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyê re anî ziman û wiha got: "Ji ber ku ev rêya yekane ji bo jinûve vegerandina rola şaristanî, mirovî ya Sûriyê ye û da ku Sûriye li ser lingan bisekine, ji nû ve xwe ava bike. Ji lew re ji bilî nenavendîbûna rêveberiyê tu vebijêrkên me tune ne."

‛KRÎZ BI DIYALOGÊ ÇARESER DIBE’

Li ser tiştê ji gelê Sûriyê ji bo çareserkirina krîzê û avakirina Sûriya pêşerojê tê xwestin, Hewarî got: "Ji hemûyan lihevkirina bi diyalogê tê xwestin. Divê em ji diyaloga rasteqîn re vekirî bin. Dema em bi diyalogê li hev bikin em ê bigihînin ewlehiyê û Sûriyê ber bi qonaxeke nû ya avakirinê ve bibin, ne wêrankirinê."

Silêman Hewarî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ne pêkan e ku navendîbûn bi awayê heyî berdewam bike. Divê em xwe bispêrin nenavendîbûna rêveberiyê li tevahî Sûriyê, da ku Sûriye vegere ser şaristaniya xwe ku ew navenda şaristaniya cîhanê ye."

Endamê Tevgera Rêya Guhartina Aştiyane Cafer Elî Elî jî da zanîn ku nenavendbûn di demên îstîqrarê de tê nîqaşkirin ne di demên krîzan de û wiha domand: "Li gorî min, wekî tevger em çareyan ji krîza Sûriyê re beriya nîqaşkirina mijarên nenavendîbûnê datînin."

Cafer Elî bal kişand ser girîngiya komxebatên Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk li dar dixin û wiha domand: "Kongeryên diyalogê yên ji bo nenavdîbûnê erênî ne û kombûna hemû beşên gelê Sûriyê misoger dike, ji lew re nîqaşkirin wê hêviyek baş e. Piranî peymanên ku komxebatên şêwirê yên Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk bal kişandin ser, diyar dikin ku ligel rewşa ku civaka Sûriyê tê de ye nenavendîbûn dergehê çareserî û garantiya yekitiya xaka Sûriyê ye.”

‛EM AMADE NE LI REX KURDAN LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK RAHÊJIN ÇEKÊ’

Elî, tecrubeya Rêveberiya Xweser wek tecrubeyeke baş nirxand û wiha domand: "Diyar e Rêveberiya Xweser hewl dide sîstema civakî pêk bîne. Di dawiyê e ew tecrubeyeke baş ji gelê Sûriyê ye û dîrokê dê wê yekê îsbat bike."

Elî wiha pê de çû: "Divê maseya diyalogê were danîn û tê de hemû alî hebin û desthilat parçeyekî wê yê bingehîn be ku garantiya guhartina li Sûriyê bike. Divê maseya diyalogê bi rêya diyalogeke nîştimanî be û girîngiya wê li ser rawestandina rijandina xwînê, têkbirina şovenîzmê be ku li ser Sûriyê xetere ye û şerkirina bingehîn faşîstên olî be, her wiha şerkirina hemû dagirkeriyên li Sûriyê be."

Endamê Tevgera Rêya Guhartina Aştiyane Cafer Elî Elî diyar kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweser yek ji wan tecrubeyan e ku mirov dikare xwe bispêre wê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê berxwedan û şerê dagirkeriyê were kirin. Ez wek şexs amade me li kêleka birayên xwe yên Kurd çekê rakim û li dijî dagirkeriya Tirk bisekinim. Rola QSD’ê li hember dagirkeriyê roleke girîng e."

(fr)

ANHA