​​​​​​​Mushin Ehmed: Çareserî bi komkirina hemû hêzên demokratîk di eniyekê de pêkan e

Rêveberê Şepêla Rêya Guhertin a Aştiyane Muhsin Eqil Ehmed diyar kir ku divê opozîsyonek an platformeke opozîsyona navxweyî were ragihandin ku dewletên cîhanê yên xwedî bandor bi aliyê xwe ve bikişîne da ku zextê li rejîmê bike û got, çareserî bi komkirina hemû hêzên demokratîk ve girêdayî ye ku rola MSDʹê tê de  sereke û navendî be.

​​​​​​​Mushin Ehmed: Çareserî bi komkirina hemû hêzên demokratîk di eniyekê de pêkan e
20 îlon, 2022   04:31
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED SEMÎR

Bi armanca gihiştina fromeke hevbeş û diyalogan bêyî destwerdana derve, hemû sûriyan kom bike, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di 16 û 17ʹê Îlonê de komxebateke şêwirê li bajarê Qamişlo li dar xist. Kesayetên nîştimanî yên demokrat ên sûrî beşdarî komxebatê bûn.

Têkildarî girîngî û rola van komxebatan, rêveberê Şepêla Rêya Guhertin a Aştiyane Muhsin Eqil Ehmed ji ANHAʹyê re axivî.

Der barê aloziya Sûriyê û encamên wê de Muhsin Eqil Ehmed got: "Bêyî diyalogan aloziya girêk çareser nabe. Pêwîstî bi diyalogên di navbera du aliyan de heye. Aliyê yekemîn; koma hêzên demokratîk e ku MSDʹê bangî wê dike û hewl dide hemû hêzan komî hev bike. Aliyê din jî rejîm e. Nabe diyalog derveyî vê cihê bi aliyên derve re be."

ʹREJÎM NIHA LI ÇARESERIYÊ NAGEREʹ

Têkildarî îsrara Şamê ya neguhertina zihniyeta xwe û ferzkirina şertên xwe Ehmed diyar kir ku rejîm niha li çareseriyê nagere, ji ber ku bi wateya siyasî rejîm hîs dike ku wê piraniya rêxistinên çekdar li herêmên xwe tune kirine û MSD û Rêveberiya Xweser ewqas xetere nabîne.

ʹREJÎM HEWL DIDE REWŞÊ VEGERÎNE WEKÎ BERÊ, LÊ NE MUMKIN Eʹ

Mushin Eqil Ehmed bi domdarî got: "Rejîm hewl dide rewşê vegerîne mîna berê lê ev yek ne mumkin e. Delîlê vê yekê beriya tevgera li Sûriyê, di hundirê Sûriyê de partiyên demokratîk hebûn ku qet nikarîn xebateke siyasî bimeşandibana, heger xebat kiribana dihatin cezakirin."

ʹÇARESERIYA SIYASÎ GIRÊDAYÎ HEVBENDIYA HÊZÊN DEMOKRATÎK A DI BIN SÎWANA MSDʹÊ DE YEʹ

Li ser awayê guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, Ehmed anî ziman ku ku çareseriya siyasî di destpêkê de bi komkirina hêzên demokratîk bi eniyeke berfireh û hevbendiyeke berfireh ve girêdayî ye û diyar kir ku divê ev hemû hêzên kom dibin û rola MSDʹê tê de sereke û navendî be.

ʹCÎHAN JI OPOZÎSYONA KU XWE SPART DERVE, ACIZ BÛYEʹ

Ehmed da zanîn ku cîhan ji opozîsyona derve ya ku ji destpêka tevgera li Sûriyê ve ewil xwe spart dewletên kendavê û piştre xwe spart dewletên Ewropa û cîhana rojavayî,  aciz bûye û got: "Cîhan rojava li çareseriyê nagere, ji ber ku dizane ku ev opozîsyon gelek caran xwe firot û di encamê de wê ji rejîmê baştir nabîne, lê gelekî xirabtir dibîne."

ʹRAGIHANDINA PLATFORMEKE HUNDIRÎN DIVÊ BALA DEWLETÊN CÎHANÊ BIKIŞÎNEʹ

Ehmed her wiha got: ʹʹRagihandina opozîsyonekê an jî platformeke hundirîn divê bala dewletên cîhanê, çi hevalbendên rejîmê be wekî Rûsya, yan Îran an dewletên Ewropayê be bikişîne, ku dê rola wan di çareserkirina aloziya Sûriyê de hebe û  bi vê yekê zextê li rejîmê bike. Ez vê yekê di kongreya der barê diyalogên sûrî-sûrî de dibînim."

ʹTIRKIYÊ DI WÊRANKIRINA BINSAZIYA SÛRIYÊ DE ROLEKE NEYÎNÎ LISTʹ

Ehmed bal kişand ser destwerdana dewleta Tirk di aloziya Sûriyê de û wiha pê de çû: "Tirkiyê ji bo pêkanîna du mijaran destwerana Sûriyê kir. Yekemçn, çavnebariyên Tirkiyê di xaka Sûriyê de çavnebariyên Osmaniya nû ne. Li ser vê mijarê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ehmed Davutoglu di pirtûka xwe ya ku sala 2009ʹan de derxistiye, nivîsiye. Ya duyemîn; armancên Tirkiyê hene ku kêmneteweyên dijberî xwe tune bike. Dibe ku kurdên li Sûriyê ne dijminê Tirkiyê bin, lê Tirk Kurdan wekî dijminê xwe dibînin û roleke pir neyinî di wêrankirina binsaziya Sûriyê de list."

Rêveberiya Xweser û MSDʹê gelek caran banga diyalogan li hikumeta Şamê kir da ku dawî li aloziya heyî were. Li ser vê mijarê Ehmed ev tişt got: "Rejîm niha di rewşeke rihet de ye û ji bo her çareseriyeke siyasî lez nake. Lê hîs dike ku gelek pêşketin pêk anîne û niha naxwaze diyalogan bi tu aliyekî re bike. Dema ku em behsa projeya MSDʹê ya avakirina muxalefeteke xurt dikin, amranca me ew e ku piştgiriya navneteweyî qezenc bikin ku dosyaya muxalefeta derve bigire û muxalefeta hundirîn a ku nûnerê rewa yê rasteqîn ê tevahî Sûriyê bibîne."

ʹBÊYÎ ZEXTA NAVNETEWEYÎ REJÎM BI TU KOMÊN MUXALEFETA HUNDIRÎN RE DIYALOGAN NAKEʹ

Rêveberê Şepêla Rêya Guhertin a Aştiyane Muhsin Eqil Ehmed di dawiyê de got "Heger zexteke navneteweyî li ser wê hebe, wê demê wê rejîm bi MSDʹê re diyalogan bike. Bêyî zexta navneteweyî rejîm gavekê ber bi diyalogan bi komên muxalefeta hundirîn re navêje."

ANHA