​​​​​​​PYD têkoşîna 19 salan a serkeftinên dîrokî ye

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di nav 19 salên xwe de têkoşînek raber kir ku di qada kurdî û sûrî de gelek destkeftî pêk anîn. Naskirina Rêveberiya Xweser, demokratikkirina Sûriyê û veguhestina ber bi sîstemeke nenavendî ve, misogerkirina destkeftiyên şoreşê bi rêya bırêxistinkirina civakê li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî, armancên pêşîn ên PYDʹê ne.

​​​​​​​PYD têkoşîna 19 salan a serkeftinên dîrokî ye
19 îlon, 2022   23:40
HESEKÊ – EHMED MIHEMED

Îro 20ʹê Îlonê, salvegera 19ʹan a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ye. PYDʹê di nav 19 salan de têkoşînek siyasî di qada kurdistanî û sûrî de li pey xwe hişt. Bi vê yekê piştgiriya mezin a civaka Kurdistan, Sûriyê û rojava qezenc kir.

Ji damezirandina wê ve re, PYDʹê deng veda. Sedema vê yekê rola wê ya pêşeng di rêvebirina tevgera siyasî ya kurdî de ye. Her wiha  bernameya wê ya siyasî û helwesta wê ya diyar a der barê dozên girêdayî rewşa Kurdistan û Sûriyê de, di heman demê de helwesta wê ya li hemberî desthilatdariyê ye. PYDʹê ji partiyên din ên siyasî yên bi meylên cûda re vekirî ye.

PYDʹê partiyeke sûrî ye ku bi kurdî dest pê kir, lê pêkhate û fikrên cûda di nav xwe de digire. PYDʹê  mezintirîn û çalaktirîn partiyên siyasî yên kurdî ne û berovajî partiyên siyasî yên din ên kilasîk in ku ne xwedî zemîna gelêrî ne û hîna di çarçoveya îdelojiyên teng de ye ku piraniya wan neteweyî ne.

Di qada kurdî ya hundir û derve de PYDʹê xwedî girîngiyeke mezin e. ji ber ku pêşengtiya rêxistinkirina civakê dike û wê ber bi parastina xweser ve dibe. Di heman demê de bi her pêşketineke siyasî an leşkerî re çareseriyan ji pirsgirêkan re pêşkêş dike. Di serî  de projeya Rêveberiya Xweser pêşkêş kir ku wekî ders ji serhildan û şoreşên kurdî yên berê girt.

Heta dîroka îro, gelê Kurd ji ber hevbendiyên hêzên hegemonîk ên bi armanca tunekirina xwediyên yekemîn ên şoreşa mirovahiyê "Şoreşa çandiniyê" ya berî 12 hezar sal û tundekirina çanda wan bi rêya komkujiyan azar kişandin. Di encamê de welatê Kurdan (Kurdistan) dabeşî çar parçeyên dagirkirî hatin kirin, her wiha wêranî, qetilkirin û koçberkirina domdar bi xwe re anîn.

Avabûna PYDʹê wekî pêwîstiyekî hat ku hêviyên gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê di nîştimanî, fikrên Tevgera Rizgariya Kurdistanê û fikriên rêber Abdullah Ocalan de têr bike. Her wiha da ku hêviyên gelê Kurd ê Sûriyê yê tîhê têkoşîn û bidawîkirina zilma li ser xwe, bi cih bîne.

Heman demê ev partî  hat avakirin da ku li hember siyaseta hikumeta Şamê ya ku tevgerên siyasî yên kurdî diçewisîn, kurdan birçî dike û koçber dike rabe, ku piştî 5 salan li ser îmzekirina lihevkirina Edene sala 1998`an di navbera hikumeta Şamê û Enqere de tunekirina hêzên siyasî yên kurdî armanc dike. Dîsa ev partî hemwextî ku DYA destwerdana Iraqê kir û piştgirî da kurdan li wir, hat damezirandin.

SEDEMÊN AVABÛNA PYDʹÊ

Hevserokê PYDʹê Salih Muslim bi berfirehî girîngiya avabûna partiyê, di nav de pêwîstiyên civakî û mercên siyasî yên wê demê destnîşan dike "Mîna vê demê di sala 2003ʹan de, ewil di qada civakî de gel û zemîna gel li Rojava hebû, her wiha malbatên têkoşerên ku tev li refên hêzên şoreşger ên li çiyayê Kurdistanê bûn, hebûn. Pêwîstiya vê yekê bi îdeolojiyeke temakirina berhemên tevgera siyasî û civakî ya Tevgera Rizgariya Kurdistanê hebû ku di salên 80ʹê de li herêmê derket,  her wiha pêwîstiya wan bi îdeolojiya rêber Ocalan hebû, dema ku li Lubnan û Sûriyê bû.ʹʹ

Muslim diyar kir ku gelê Kurd ê Sûriyê tîhê azadiyê bû, pêwîstiya wê bi tevgereke siyasî hebû ku wê bighîne azadiy û pirsgirêka kurdî çareser bike, her wiha da ku daxwazên wan bi cih bîne û nûnertiya wan bike, ji ber ku ku sazî û partiyên siyasî yên wê demê yên li herêmê nikaribûn hêviyan wan bi cih baniya.

Muslim her wiha got: "Pêwîstiya Kurdên li Sûriyê bi tevgerekê hebû ku li hemberî komployê rejîma Sûriyê û Tirkiyê yên hedefkirin Kurdan û bidawîkirina wan rabe, her wiha ji bo parastina gel bike, wê birêxistin bike û mafên wê misoger bike."

Têkildarî mercên siyasî yên pêwîst bi avakirina partiyê hate dîtin Muslim got: "Pêwîstî bi serhildan û pêşengtiya şoreşeke Kurdistanî hebû, nemaze ligel lihevkirinên rejîma Sûriyê û Tirkiyê yên bi armanca tunekirina Kurdan. Ji wê zêdetir tecrûbeyên berê bi bin ketin, dîsa jî gel hêviyên xwe bi partiyên siyasî yên kilasîkî winda kiribû, wekî tecrûbeya me ku me hewl da di sala 1998ʹan de rêxistinekê ava bikin, lê ji ber destpotiya rejîma Sûriyê dewam kir. Di encam de, ligel hemû pêwîstî, mercên civakî û siyasî û lêgerîna domdar a gel li rêveberiyê, pêvajoyê li me ferz kir ku partiyê ava bikin. Li ser vê yekê di 20ʹê Îlona 2003ʹyan de me kongreya damezrîner li dar xist û partî ragihand."

ROLA PYDʹÊ DI TÊKBIRINA PLANÊN PARTIYA BAAS

Têkildarî rola partiyê di Serhildana Qamişlo ya 2004ʹan de Salih Muslim ev tişt anî ziman: " Bi rastî, zemîna gel heye û gel amade bû bighêje azadiyê, lê pêwîstî bi rêveberiyê hebû. Tişta ku wê demê rû da ne di hesaban de bû. Di wê demê de DYAʹyê destwerdan li Iraqê kir, metirsiyên gelemperiya dewletan ji destwerdana Amerîkayê hebûn, bi taybet metirsiyên rejîma Sûriyê ji Kurdan hebûn, ji ber ku Amerîka li Iraqê destek da Kurdan. Ji ber vê yekê rejîma Sûriyê li komployan digeriya da ku her tevgereke Kurdan ji holê rake û hegemoniya xwe li herêmên Kurdan zêde bike. Em ne amade bûn ku li hemberî vê komploya li dijî Kurdan rabin, lê em neçar man ku li dijî wê têkoşînê bikin û li hemberê bisekinin. Tenê dihat xwestin ku em pêşengtiya têkoşîna gel a li dijî vê komployê bikin. Planên me yên pêşîn ji bo vê yekê tune bûn, lê me hewl da gel bi rêxistin bikin û wê ji zilma rejîma Sûriyê biparêze û wê ji ketina nav şaştiyan dûr bixîn."

Salih Muslim îşaret pê kir ku tevahî aliyên siyasî di nav de hikumeta Şamê PYDʹê tawanbar kir ku li pey serhildanê, lê serhildan çavkaniya xwe ji rihê têkoşîn û mafê xweparastinê digirt û berhemên têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye.

EZMÛNEK ZEHMET BÛ

Hevserokê PYDʹê berdêlên ku partiyê di Serhildana Qamişloyê de dane wiha destnîşan kir: "Di Serhildana Qamişloyê de gelek hevalên me yên ku pêşengtiya tevgerê kirin, şehîd bûn û bi hezaran zarokên gelê me û hemû endamên partiya me hatin girtin. Ev ezmûn ji bo partiyê zehmet bû, ji ber ku me plan jê re nekiribû. Tişta ku me kir, mafê xwe yê parastinê bi kar anî. Tevî zehmetiyan em ji wê pêvajoyê derketin û me ji nû vex we bi rêxistin kir."

PIŞTÎ 2011ʹAN

Bi destpêka tevgera gel li Sûriyê re, PYDʹê xwe spart tecrûbeyên xwe yên berê û mîrasta tevgera xwe ya siyasî ya 9 salan li welat û bû  partiya yekemîn li Sûriyê ku dest bi rêxistinkirina civakê kir. Her wiha bang li partiyên din, di serî de yên kurdî yên li herêmê kir ku yekitiya xwe ava bikin, helwesteke siyasî nîşan bidin ku bangî mafên rewa yên hemû paratiyan bikin û li hemberî hikumeta Şamê bisekinin. PYDʹê siyaseteke hilbijart ku ne li rex rejîmê û ne jî "Opozîsyona Sûriyê" sekinî.

Muslim destnîşan ki rku partiyê ders ji tecrûbeyên xwe yên berê girt û wiha dom da axaftina xwe: "Partî ku ders ji tecrûbeya berê ya sala 2004ʹan girt, gelek encam bi dest xistin. Dersa yekemîn ku me girt, divê gel were birêxistinkirin da ku karibe xwe biparêze. Li aliyekî din em gihiştin wê qenatê ku pêwîstiya gel bi parastinê heye, nemaze ligel lihevkirinên rejîmên Sûriyê û Tirkiyê yên li ser tunekirina Kurdan û kiryarên wan ên çewisandinê yên li dijî gelê Kurd.

Dema serhildanê komên parastina welatiyan bi awayekî veşartî hatin avakirin. Ne em li ser avakirina wan koman disekinin, lê agahiyên me li ser xebatên wan hebûn. Ew kom û yekîneyên ku wê demê hatin avakirin, me di avakirina YPGʹê de sûd ji wan girt. Rêxinkirina ku di wê demê de me kir, di aliyê avakirina meclisan de me di aloziya Sûriyê de sûd jê girt û li ser vê esasê me sûd ji tecrûbeyên berê girtin heta ku em gihiştin vê asta rêxistinkirî. "

Têkildarî bandorên tecrûbeyên PYDʹê li ser rewşa Kurdistanê ya destpêka aloziya Sûriyê Muslim ev tişt got: "Beriya tevgerê, tecrûbeyên me yên berê hebûn. Bi destpêka aloziya Sûriyê re tecrûbeyên pratîkî yên partiyê yên li ser asta siyasî an jî rêxistinî hebûn. Ji ber vê yekê em bi  mîrateyên tecrûbeyên cûda nêzî tevgera li Sûriyê bûn.

Beriya tevgera li Sûriyê, me rewşa giştî ya li welatên din ên Ereban dişopand û me ders jê digirtin. Em di wê baweriyê de bûn ku dê tevgerên wiha li Sûriyê jî rabin. Me dizanî ku dê şer li ser desthilatê rabe. Her wiha me yeqîn kir ku amadekariyên rejîma Sûriyê û alîgirên wê  hene, her wiha amadekariyên Îxwan El Muslimîn wekî îdeolojiya li dijî rejîm û elewiyan hebûn da ku bighêjin desthilatê. "

XETA SÊYEMÎN

Muslim bi domdarî got: "Ji aliyê xwe ve me xwe ji van hemûyan dûr xist û me xeta sêyemîn hilbijart. Ji ber ku em aliyê herî rêxistinkirî û amade li welat bûn. Ev bingehê mîrateya tevgera me ya li welat a beriya tevgera Sûriyê herêmên me ji herêmên din cûda kir. Bi destpêka êrişên li ser herêmê re, amadekariya avakirina hêza parastinê hebû, amadekarî li ser asta ku dihat xwestin tune bûn, bi taybet di aliyê çekan de, lê rihê têkoşîn û nîştimanî yê parastin hebû."

Salih Muslim îşaret bi vê yekê kir ku serkeftinên di qada kurdî û sûrî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine, bandora wan tecrubeyan diyar dike, her wiha rêya durist an ku xeta sêyemîn a ku gelê herêmê hilbijartin nîşan dide.

Di nava salekê ji aliyê Sûriyê de, PYDʹê civak bi rêxistin kir, xwe gihand hemû partiyên siyasî û eşîrên Kurd û Ereb û beşên din ên civakê û bi bingeha xwe ya gelêrî serkêşiya Şoreşa 19ʹê Tîrmehê kir ku sala 2012ʹan ji Kobanê dest pê kir.

PYD Û ŞOREŞA 19ʹÊ TÎRMEHÊ

PYD, li gel partiyên siyasî yên din ên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê li ber şerekê navxweyî girt, rê li ber gelên herêmê vekir ku bi rêya modela Rêveberiya Xweser a ku xwe dispêre projeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan, xwe bi rêve bibin.

Li ser vê yekê Muslim wiha got: "PYDʹê piştî sala 2011`an, yek bi yekê bersiv neda tişta bi serê Kurdan piştî Serhildana Qamişlo ya sala 2004`an pêk hatiye, da ku rê li ber fitneyê bigire ku di bingehê de hikuemta Şamê dixwest belav bibe. Berovajî wê, hewl da rê li pêşiya bikaranîna pêkhateya Ereb ji aliyê hikumeta Şamê ve bigire da ku li dijî pêkhateyên din bi kar neyne. Ji ber wê têkilî bi hemû aliyên siyasî û êlên Ereb re danî ji bo ku li hember hewldanên derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de têk bibe."

Di qada Kurdistanî de, PYDʹê ji bo avakirina yekitiya kurdî tê dikoşe  û bangên wê yên di vî warî de hîna berdewam in. PYDʹê di rêziknameya xwe de girîngiya piştgiriya têkoşîna rizgariya demokratîk di civaka Kurdistanê de, avakirina yekitiya neteweyî ya Kurdistanê û pêkanîna rêgeza konfederaliya civaka demokratîk destnîşan dike.

XEBATA PÊŞÎN, YEKKIRINA KURDAN E

Der barê hewldan û helwesta partiyê de, hevserokê PYDʹê Salih Muslim da zanîn ku partî her tim di nava hewldanan de ye ku refa Kurdan bike yek û amade ye bikeve nav hevendiyên kurdî da ku hêviyên gelê Kurd û gelên kurdistanî bi cih bîne.

Muslim got: "Ji destpêka damezirandina partiya me ve, xebata me ya sereke avakirina refa kurdî ye. Ji sala 2004ʹan ve ku ezmûna yekemîn a partiya me bû, em ji partiyên siyasî yên kurdî dûr neketin. Tevî tawanên li hemberî partiya me û helwestên wan ên neyinî, lê em hewl didin nêzî hemû aliyên siyasî yên kurdî bibin. Ruxmî vê yekê me xwe gihand hemûyan û me hemû kom kirin û me diyalog li dar xistin da ku helwesta xwe bikin yek. Ruxmî hemû hewldanên rejîmê ku partiyên din dûrî me bixîne, lê têkiliyên me bi hemû partiyan re dewam dikin. Dema Serhildana Qamişlo me hewl tevkariyê kir, me deriyê xwe li pêşiya tu diyalogên bi partiyeke kurdî re negirt. Tevgera me heta piştî 2011ʹê jî dewam kir. Ji bo avakirina yekitiya Kurdan em amade bûn. Wekî aliyekî kurdî beşdar em amade bûn. Di 14ʹê Gulana 2011ʹê de 11 partiyên siyasî yên kurdî yên li herêmê der barê rewşa Sûriyê de daxuyaniyek hevbeş da. Me roleke pêşeng list ku ev çalakî were lidarxistin. Di avakirina Meclisa Nîştimanî ya Kurdî de jî rola me hebû, lê dema ku ew alî dev ji hilbijartinên endamên meclisê berdan, me qebûl nekir ku em tê de berdewam bikin, ji ber ku em nûnertiya gel dikin û gel bi me bawer e û hêviyê ji me dike.

Di dawiyê de dixwazim teqez bikim ku hemû hewldanên yekkirina nêrîn û helwesta kurdî ku em tê de beşdar bûn, mînak civînên li Dihok, Hewlêr û Qamişlo û hwd.. ji bo avakirina yekitiya kurdan me gelek tenazul dane, lê ji ber destwerdanên derve pêk nehatin. "

Hevserokê PYDʹê Salih Muslim diyar kir ku hewldanên partiyê yên yekkirina helwesta kurdî li Rojava û Kurdistanê berdewam in û got: "Di qada Rojava û Kurdistanê de hewldanên me dewam dikin. Em li partiyên din wekî dost û piştevan dinêrin. Ruxmî dijbertiya hin partiyan a li me, lê me sîfeta terorê nedaye tu partiyan. Em her tim li wan dinêrin wekî ku dikarin li ser hin pirsgirêkan li hev bikin. "

ʹME DERIYÊ XWE LI PÊŞIYA TU PARTIYAN NEGIRTINEʹ

Muslim ev li gotina xwe zêde kir "Me deriyê xwe li pêşiya tu partiyên kurdistanî negirtiye, dibe ku em hin partiyan rexne bikin, ji ber ku îdeolojî cûda ye, dibe ku rexneyên wan jî li me hebin, lê negihiştin asta dijminahiyê. Ji wê zêdetir rola me di hemû saziyên kurdistanî yên banga yekitiya refa Kurd û kurdistaniyan dikin de heye. Heta em karibin em ê hewldanên xwe bikin da ku yekitiya kurdan ava bikin. "

Di aliyê civakî de, armanca PYDʹê avakirina civakeke exlaq, polîtîk, ekolojîk û azadiya jinê, pêkanîna wekheviya zayendî, edaleta civakî, xurtkirina biratiya gelan li ser esasê neteweya demokratîk e.

Li ser asta siyasî ya Sûriyê, PYDʹê ji bo pêkanîna van armancan tê dikoşîne; "demokratkirina Sûriyê li ser esasê biratiya gelan, çareserkirina pirsgirêka kurdî li Sûriyê bi awayekî demokratîk adilane, di çarçoveya destûreke demokratîk a lihevkirî de, pêkanîna sîstema nenavendî ya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser esasê rêveberiyên xweser ên demokratîk û pêkanîna wê li tevahî Sûriyê, rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegerandina koçberan li warê wan."

Ji bo pêkanîna van armancan, 6 kongreyên PYDʹê hatin lidarxistin. Ya dawî 18ʹê Hezîrana 2022ʹyan bû ku Salih Muslim û Asya Ebdullah bûn hevserokên partiyê.

Di kongreyê de gelek biryar hatin girtin ji wan "Rastiya şerê gel ê şoreşgerî wekî bingeha têkoşîna partiyê li dijî dagirkeriyê esas were girtin, avakirina Sûriyeke demokratîk, pirrengî, nenavendî di  modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, parastina destkeftiyên ku bu saya keda şehîdan û gel hatine bidestixstin, rêya herî guncaw a çareserkirina aloziya Sûriyê diyalogên avakar in , pêşxistina hevbendiyan bi hemû hêzên demokratîk ên nîştimanî re yên ku bi çareseriya demokratîk li Sûriyê bawer in, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên nîştimanî, di serî de pirsgirêka kurdî wekî dozeke nîştimanî adilane di destûra demokratîk a lihevkirî, divê diyalog bi desthilata Şamê re werin kirin."

PYDʹÊ PIŞTÎ KONGREYA 9ʹAN

Li ser nêrîn û armancên pêşerojê yên partiyê û biryarên ku di kongreya dawî de hatin derketin, guhertinên ku di nêrîna wê ya siyasî de çêbûn, Salih Muslim wiha got: " Di nêrîna siyasî û armancên siyasî yên partiyê de tu guhertinên bingehîn çênebûn. Armanca me zelal e. Armanca me Rêveberiya Xweser  û nenavendîbûna Sûriyê ye. "

Em girtina cihê xwe di nava teşkîliyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dewam bikin da ku aloziya Sûriyê were çareserkirin. Her wiha em ê piştgiriya Rêveberiya Xweser berdewam bikin, ji ber ku em partî xwe wekî dayika Rêveberiya Xweser dibînin. Dê şaştiyên ku di pêkanîna  Rêveberiya Xweser li ser erdê derketine de werin derbaskirin. Piştgiriya gel a bi partiya me re zêde dibe. Hejmara endamên me derdora 25 hezarî ye.ʹʹ

Sîstema ku di partiyê de hatiye rûniştandin, bandor li saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî yên kurdî û suryanî yên ku Rojava –Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Her wiha bandor li sîstema Rêveberiya Xweser jî kir ku di piraniya komîte, deste û meclisên Rêveberiya Xweser ên li herêmên û kantonan de sîstema hevserokatiyê di rêvebirinê de hatiye avakirin.

Salih Muslim sedema vê yek wiha tîne ziman: "Ev yek xwe disprê paradîgmeya partiya me. Di felsefeya partiya me de ciwan û jin esasê avakirina partiyê ne. Çima ciwan? Ji ber ku di dîrokê de ciwan dînamîka civakan e. Jin jî rastî hemû cûre koletiyê hatin, ji ber ku koletî bi kolekirina jinan dest pê kir û rizgarkirina jinan şert e , ji ber ku jin bingeha sereke ya civakê ye. Li ser vê yekê û ji ber ku jin xwedî maf e, di kongreya xwe ya yekemîn de ku 2012ʹan de li Rojava hat lidarxistin, partî ji sîstema serokatiyê veguherî sîstema hevserokatiyê, ji ber ku jin dikare civakê bi rêve bibe û serkêşiya wê bike. Her wiha bi vê yekê da ku ji civatan re îsbat bikin ku em ji bo rizgarkirina jinê dixebitin. Di dirêjahiya temenê Şoreşa Rojava de, hêza jinan a rêveberina civakan îsbat bû. "

Hevserokê PYDʹê Salih Muslim di dawiya axaftina xwe de got: "Ev sîstem bûye mînak, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sîstemê tê birêvebirin, her wiha ev sîstem rê li ber wekheviya zayendî vekir ku di civaka me de xuya dibe. "

ANHA