​​​​​​​Hemdan El Ebid: Hewldanên ji bo dosyaya kampa Holê têrê nakin

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid bang li NY`yê kir ku zextê li dewletan bike ku welatiyên wan li kampa Holê hene, da ku wan vegerînin.

​​​​​​​Hemdan El Ebid: Hewldanên ji bo dosyaya kampa Holê têrê nakin
20 îlon, 2022   00:49
REQA- EHMED EL ESAF

Çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên li kampa Holê xetereyeke ewlehî û civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û giştî cîhanê çêdikin. Ev yek ji ber xemsarî û paşguhkirina aliyên navneteweyî li hember vê dosyayê û venegerandina wan çeteyan e.

Hemwextî tevdîrên ewlehiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo têkbirina çeteyên DAIŞ`ê bi temamî tên girtin, Rêveberiya Xweser di warê dîplomatîk de jî ketiye nava tevgerê da ku dewlet hemwelatiyên xwe yên di nava çeteyên DAIŞ`ê de û malbatên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerînin.

Têkildarî mijarê, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xwese a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El Ebid ji ajansa me re nirxandin kir. El Ebid di destpêka axaftina xwe de şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin ên ku beşdarî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê bûne, silav kir. Kampa Holê kombûna herî mezin a çeteyên DAIŞ`ê li cîhanê ye.

Hemdan El Ebid got: “Li kampa Holê 70 hezar zarok û jinên DAIŞ`ê yên ji nasname, herêmên cuda û ji Sûriyê hene. Ev kamp navenda vejandina DAIŞ`ê ye, ji ber fikrê tundrew yê di mejiyê niştecihên wê de heta roja îro hatiye rûnişkandin.”

El Ebid pesna rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de da û wiha dewam kir: “Ji ber zêdebûna karên terorê li kampê wekî kuştina jin, zarok û mêran di şert û mercên ne zelal de, bicihbûna li kampê bi bihaneya ku penaberin, ev pêngava mirovî pêk hat. Hemû sûcên hatine kirin, sûcên sîstematîk ên bi rêbazê DAIŞ`ê bûn, vê yekê hêzên ewlekariyê neçar kir ku dest bi vê hemleyê bikin.”

El Ebid piştrast kir ku dewleta Tirk piştevana herî mezin a çeteyan e û got: “Berî yan piştî rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ`ê, Tirkiyê bi rêya bicihkirina şaneyên veşartî û destekdayîna wan bi çek û teqemeniyan piştevaniya DAIŞ`ê kir.”

RÊVEBERIYA XWESER Û HÊZÊN EWLEKARIYÊ EWLEHÎ Û ÎSTIQRARA KAMPÊ DIPARÊZIN

Hemdan El Ebid diyar kir ku Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê hewl didin aramî û istiqrara kampa Holê biparêzin heta ku dewletên cîhanê bi berpirsiyariyên xwe radibin û welatiyên xwe vedigerînin nav civakên wan.

El Ebid her wiha daxuyand ku Rêveberiya Xweser hejmareke mezin a malbatan derxist, çi yên DAIŞ`ê çi jî malbatên din û ew vegerandina nav civakên wan û got: “Rêvberiya Xweser niha bi hevkariya rêxistinan li ser hin bernameyan dixebite da ku wan tev li civakên wan bike.”

'ME BANG LI NY`YÊ KIR DA KU ZEXTÊ LI DEWLETAN BIKE’

Têkildarî hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo kampa Holê, Hemdan El Ebid da zanîn ku wan gelek caran û ji dema bidawîbûna operasyona leşkerî ya li cihê herî dawîn ên DAIŞ`ê li Baxozê, wan bang li NY`yê kiriye ku bi berpirsiyariyên xwe rabe, berê wan dewletan yên ku hemwelatiyên wan li herêmên Rêveberiya Xweser çi lê yên girtîgehan çi jî yên li kampa Holê hene, bide avakirina dadgeheke navneteweyî ya adil da ku wan darizîne, yan jî vegerîne welatên wan.

El Ebid got ku divê biryareke navneteweyî ji aliyê NY`yê ve hebe ku zextê li dewletên ku hemwelatiyên wan li kampa Holê hene, bike û li gorî qanûnên her dewletekê wan vegerînin welatên wan û tev li civakên wan bike.

RÊVEBERIYA XWESER HEWL DIDE PIRSGIRÊKA KAMPA HOLE ÇARESER BIKE

Hemdan El Ebid wiha nirxandina xwe domand: “Rêveberiya Xweser her tim banga avakirina dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, da ku endamên DAIŞ`ê yên tên ragirtin, li gorî qanûnan darizîne. Her wiha bi awayekî domdar bang li dewletan dike ku hemwelatiyên xwe vegerîne.”

El Ebid got, “Em hewl didin vê kampê bi temamî ji sûrî û ne sûriyan vala bikin, wan tev li civaka wan bikin û kampê tenê wek bîranîn bihêlin.”

El Ebid destnîşan kir ku gelek dewletan hin hemwelatiyên xwe vegerandine, lê yên li kampê mane ji yên hatine vegerandin zêdetir in û wiha pê de çû: “Nêzî 30 hezar jin  zarokên ne sûrî hene. Iraqê hin hemwelatiyên xwe vegerandin. Tê payîn ku beşekî duyemîn vegerîne. Fransayê jî got ew amade ye hemwelatiyên xwe bi taybet jin û zarokan vegerîne. Em hêvîdar in ku ev ji bo valakirina kampê însiyatîfek be.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (17`ê Îlonê) bi civîneke çapemeniyê ragihand ku qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi dawî bûye.

ANHA