​​​​​​​Hevdîtinên nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê û parlamenterên Ewropayê çi encam anîn?

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer diyar kir ku parlamanterên Ewropayê soz dane ku dê zextê li parlamentoya Ewropayê bikin da ku li hemberî planên mêtîngeriyê yên Tirkiyê bisekinin û gavan ber bi naskirina Rêveberiya Xweser ve biavêjin.

​​​​​​​Hevdîtinên nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê û parlamenterên Ewropayê çi encam anîn?
19 îlon, 2022   04:45
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer di 13 û 14ʹê Îlonê de li avahiya parlamentoya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg yê Fransayê bi parlamenterên Ewropayê re civiyabû. Di hevîdtinê de astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser û herêmê, geşedanên siyasî, aborî û leşkerî, êrişên dewleta Tirk a dagirker û metirsiyên vegera DAIŞʹê hatin nîqaşkirin.

Li gorî Ebdulkerîm Omer, hevdîtin bi parlamenterên Ewropayê Fabio Massimo Castaldo, Giuliano Pisapia, Eugenia Rodríguez Palop, endamên parlamentoyê yên Partiya Sosyal a Demokratîk a Siwêdê Ilan De Basso, Evin Incir, Javier Nart, Andreas Schider, François Alfonsi, Isabel Santos, Chris MacManus û Dietmar Koster û endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Komîteya Mafên Mirovan a Parlamentoya Ewropayê li Strasbourg re hatin kirin.

BÛYERÊN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BANDORÊ LI TEVAHÎ CÎHANÊ DIKIN

Têkildarî hevdîtinên ku li Ewropayê pêk anîne, Ebdulkerîm Omer ji ANHAʹyê re axivî û diyar kir ku hevdîtinên ligel parlamenterên Ewropayê bi awayekî ferdî bûn, tê de rewşa herêmê, bi taybet rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin. Ebdulkerîm Omer got: "Di hevdîtinên xwe de em teqez kir ku bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin bandorê li tevahî cîhanê dike û divê pêşketinên li herêmê çêdibin neyên paşguhkirin.ʹʹ

Omer bi domdarî got: "Me di hevdîtinên xwe de astengiyên sereke yên li pêşiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna astengiyên siyasî û nasnekirina rêveberiyê, nebeşdarkirina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dan û standinên navneteweyî de ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de tên lidarxistin. Me teqez kir ku bêyî Kurdan û Rêveberiya Xweser alozî çareser nabe. Delîlê vê yekê heta niha tu encamên rasteqîn ji civînên komîteyên bilind ên dan û standinan û komîteya destûrî derneketine."

Omer îşaret pê kir ku di hevdîtinan de xetereya şaneyên çeteyên DAIŞʹê jî hatin nîqaşkirin û wiha got: "Her wiha me teqez kir ku DAIŞ di aliyê madî de hatiye têkbirin, lê bi şaneyên xwe yên veşartî û îdeolojiya tundaw  ku li herêmên berê dagir kiribûn, belav kiribû, hîna xurt e. Her wiha xetereya çeteyên di girîgehan û malbat û zarokên wan ên li kampên Roj û Holê hatin nîqaşkirin."

ʹHIKUMETA ŞAMÊ WAN ALÎKARIYAN JI BO AJNÎDEYÊN SIYASÎ BI KAR TÎNEʹ

Omer di hevîdtinan de, behsa rewşa aborî ya herêmê, ambargoya ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye ferzkirin, encamên daketina nirxê lîreya sûrî li hemberî pereyên biyanî kir. Li ser vê yekê ev tişt anî ziman: "Me diyar kir ku hikumeta Şamê alîkariyên ku Neteweyên Yekbûyî piştî girtina deriyê Til Koçerê bi rêya Şamê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re re dişîne, ji bo ajnîdeyên siyasî bi kar tînin. Me ji parlamanterên Ewropayê re diyar kir ku rewşa aborî û debarê bandorê li jiyana rojane ya welatiyan dike, bi taybet herêmên ku berê DAIŞʹê dagir kiribûn û DAIŞʹê sûdê ji vê rewşê digire da ku ji nû ve xwe bi rêxistin bike û vegere."

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Ewropayê her wiha got: "Me bi berfirehî behsa êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê kir. Me teqez kir ku dewleta Tirk sivîlan û fermandarên QSDʹê yên ku pêşengtiya têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞʹê dikirin, dikin hedef. Mîna fermandara YATʹê Jiyan Tolhildan û hevalên wê ku raste rast bi Koalîsyona Navneteweyî re ji bo tunekirina DAIŞʹê koordîne dikirin. Her wiha balafirên bê mirov ên dewleta Tirk navenda perwerdeyê li gundê Şemoka ya li ser rêya Hesekê-Til Temir bombebaran kir, di encamê de 5 zarok şehîd bûn."

ʹBICIHKIRINA MILYON Û NÎV PENABERÎ LI DIJÎ NIRX Û PÎVANÊN NAVNETEWEYÎ YEʹ

Ebdulkerîm Omer got: "Me ji parlamanterên Ewropayê re diyar kir ku gefên Tirkiyê û amakariyên êrişên nû li ser herêmê rewşeke tirs û bê istiqrariyê ligel niştecihên herêmê çêdike, di encamê de rewşeke koçberî bi ber Ewropayê ve çêdibe. Her wiha DAIŞʹê sûdê ji vê rewşê digire da ku kiryarên xwe yên terorîst pêk bîne."

Omer îşaret pê kir ku nifûsa Kurdan li bajarê Efrînê ji sedî zêdetirî 95 bû, lê ji ber sûcên domdar ên bi armanca koçberkirina Kurdên mayî, hejmara niha ji sedî 20 derbas nake.

Omer destnîşan kir ku wan di hevdîtinan de diyar kir ku hewldanên Tirkiyê yên ji bo bicihkirina milyon û nîv penaberekî sûrî li herêmên dagirkirî li dijî nirx û pîvanên navneteweyî ne û wiha pê de çû: "Me ji wan xwest ku zextê li Parlamantoya Eworpa û hikumetên Ewropa û Neteweyên Yekbûyî bikin da ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bikin, destekê bidin helwesta Rêveberiya Xweser da ku bibe beşek ji dan û standinê bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê, her wiha da ku zextê li hikumetên xwe bikin ku desteka aborî bidin herêmê, şirîketên mezin bişînin herêmê da ku projeyê îstîsmarkirinê vekirin ku rewşa debarê baş bibe û rewşeke îstiqrar li herêmê ava bike. Her wiha me ji wan xwest ku zextê bikin da ku li hemberî gef û êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê bisekinin, qada hewayî li hemberî balafirên Tirkiyê bigirin. Me teqez kir ku divê civata navneteweyî bi rêya avakirina dadgehekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina çeteyan berpirsyariyên xwe li hemberî dosyaya çeteyên DAIŞʹê bi cih bînin."

Li ser encamên civînan, Ebdulkerîm Omer diyar kir ku parlamenterên Ewropayê bi awayekî mezin têgihiştin mijaran û nîqaş kirin û teqezî li ser girîngiya îstiqrara herêmê, nepaşguhkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet piştî êrişa çeteyên DAIŞʹê ya li ser girîgeha Hesekê  kir û got: "Hemû deyndarên Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Parlamenteran diyar kirin ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mirovahî û civata navneteweyî ji xetereyeke rasteqîn parastin û erkên xwe yên mirovî didomînin."

Omer her wiha got: "Parlamenterên Ewropayê teqez kirin ku ew ê zextê li parlamentoya Ewropa, hikumetên xwe û Neteweyên Yekbûyî bikin da ku fermî Rêveberiya Xweser nas bikin, rewşa aborî baş bikin, alîkariyên mirovî pêşkêş bikin, li hemberî êrişên Tirkiyê bisekinin, nehêlin Tirkiyê NATO û civata navneteweyî ji bo pêkanîna planên xwe li dijî Bakur û Rojhlatê Sûriyê şantaj bikin."

Ebdulkerîm Omer li ser zimanê parlamenteran got: "Der barê mijarên ku me bi bîr xistin û ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser em ê nameyekê amade bikin û radestî Meclisa Ewropayê bikin."

ANHA