Dê çarenûsa PDK`ê çi be?

Di demekê de ku PDKʹê xeta xiyanetê li doza gelê Kurd û şoreşa rizgariyê ya bi pêşengiya PKKʹê dewam dike, ji dîrokê ders xuya dibin ku zû an dereng dê xayîn têk biçin.

Dê çarenûsa PDK`ê çi be?
19 îlon, 2022   03:35
KOBANÊ

Di dîrokê de gelek mînak li ser dewlet an hikumet an jî kesayetên ku xeta xiyanetê li gelê xwe meşandin û bi dijmin re bûne hevkar, hene û dawiya wan bi destê heman dijminî bûye. Di rewşa Kurdan de jî gelek mînak li ser xiyanetê hene.

5ʹê Îlonê 2022ʹan dewleta Tirk a dagirker bi beşdarbûna hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li herêma Xelîfanê êrişî komeke gerîla kir. Di encamê de 3 gerîla şehîd bûn û 2 birîndar bûn. Ev êriş rastî bertekên dijwar ên gelê Kurd hat. Her wiha gelek pirsan li ser xwezaya têkiliyên PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker de derdixîne.

Di Tîrmeh û Tebaxa 2022ʹan de jî, hêzên PDKʹê li herêma Xelîfanê nêzî çemê Zê kemîn ji gerîla re danîn. Di encamê de 6 gerîla şehîd bûn.

MÎNAKÊN JI DÎROKÊ: XIYANETA HESEN XEYRÎ

Xiyaneta ku Hesen Xeyrî beriya derdora 100 salî pêk anîbû, heta roja îro li dijî Kurdan dewam dike ku yek jî mînakên girîng e divê mirov dersan jê derxe.

Hesen Xeyrî di sala 1923ʹan de, parlamenterê Dêrismê di parlamentoya Tirkiyê de bû. Dema dan û standinên Tirkiyê û Ewropayê ji bo îmzekirina Peymana Lozanê, berpirsên dewleta Tirk a dagirker rastî gelek astengiyên rastqîn ji aliyê dewletên Ewropayê ve dihat, berpirsên Ewropayê bi mijara ku li rojhilatê Tirkiyeyê gelê Kurd û axa Kurdan heye û ev peyman edaletê nade wan, îmzekirina peymanê red kir.

Berpirsên Tirk ji hempîşeyên xwe yên ewropî re gotine ku Tirkiye ne welatê Tirkan tenê ye, lê welatê Tirkan û Kurdan e û her du gelan biryar dane ku bi hev re bijîn, lê Ewropiyan bi van îdiayan bawer nekirin. Li ser vê yekê serokê şandeya Tirk Îsmaîl Paşa berî da Kemal Ataturk ku Ewropiyan razî bike ku rê li avakirina dewleteke Kurdan bigire.

Kemal Ataturk ji Hesen Xeyrî xwest ku cil û bergên xwe yên kurdî li xwe bike û biçe parlamentoya Tirkiyê, da ku li pêşberî ragihandinê û şandeyên biyanî bide xuyakirkirin ku dewleta Tirk netewe û çanda Kurdan nas dike.

Her çendî ku hevjîna Hesen Xeyrî jê xwest ku xiyanetê li gelê xwe neke, lê Hesen Xeyrî guh neda û gelek caran bi cilên kurdî li parlamentoyê amade dibû.

Ataturk ji Hesen Xeyrî xwest ku belegeyekê mîna vê bişîne Lozanê, Xeyrî belge şand û li gorî wê desthilatên Ewropayê Peymana Lozanê îmze kir, di encamê de Kurdistan hat parçekirin.

Piştî ku peyman hat îmzekirin, bi fermana Ataturk Hesen Xeyrî hat girtin û bi tawana nîjadperestî û lixwekirina cilê kurdî li dadgeha serbixwe hat darizandin.

Tevî ku Xeyrî di îfadeyê xwe ya li dadgehê de got: "Min wisa kir ku da ku rê li ber serxwebûna Kurdan bigirim, min nameyek şand Lozanê da ku Peymana Severê were belatlkirin", lê dadgehê ev berisv da "Belê te rê li ber serxwebûna Kurdan girt, lê te cilên kurdî li parlamentoyê li xwe dikir, ev yek ne destûrî ye."

Li ser vê yekê dadgehê cezayê darvekirinê li Xeyrî birî. Gotina dawî ya Xeyrî ev bû "Wesiyeta min; gora min li ser rêya ku Kurd tê re derbas dibin, bikolin ji bo ku her Kurdek di vê rêyê re derbas bibe tif li min bike."

DEMA KU EREBAN DEV JI IRAQÊ BERDA, RASTÎ HEMAN ÇARENÛSÊ HAT!

Heger bikevin nav hurguliyên parçebûn û belavbû ku di salên borî de bi serê gelê Ereb hatî, em ê dirêj bikin, lê divê em behsa bêdengiya erebî ya li hemberî şerê Amerîka yê li Iraqê û piştre şerê li Lîbyayê bikin.

Di sala 2002’yan de Sûriye ku wê demê endamê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bû, pêşnûmeya derxistina çekan ji Iraqê erê kir. Ev yek gelek xalpirsîn derxistin holê, bi taybet li gel civata erebî. Piştre eşkere bû ku peywendî û zextên veşartî yên DYAʹyê, piraniya dewletên erebî neçar kirin ku destekê bibin biryara navneteweyî. Di encamê de heger Sûriyê biryar red kiriba dê rastî îzolekirinê hatiba û encamên xirab lê bizivirîbana.

Piştî destwerdana Amerîkayê bi çend mehan Iraq ket, lê ketin li ketin li Iraqê tenê sînordar nema.

Gotineke navdar a serokê Lîbyayê yê berê Muemer El Qezafî heye ku di sala 2008ʹan de civîna ereban a li Şamê kiribû û heta niha jî tê parvekirin "Dibe cara bê dor li we hemûyan were." Wê demê serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed kenê xwe kir.

Piştî du salan li Lîbya û piştre Sûriyê şer dest pê kir. Berdêla bêdengiya dewletên Ereb hişt ku şer welatên din ên erebî bide ber xwe.

PDKʹÊ BER BI HILWEŞÎNÊ VE

Dewleta Tirk dijminê hevnar ê Kurdan e û sedema parçebûna ewilî ya Kurdan e. Dewleta Tirk di sala 1939ʹan de bi rêya Peymana Şêrîn hemû hewldan kirin da ku hebûna Kurdan têk bibe, piştre bi rêya Peymana Lozanê ya sala 1923ʹyan Kurdistan dabeşî 4 beşan kir. Her gavek an jî siyaseteke dewleta Tirk li ser esasê dijbertiya Kurdan û hewldanên qirkirina wan e.

Lê PDKʹê bi israr e ku van rastiyên dîrokî paşguh bike û girêdana xwe bi dewleta Tirk a dagirker re û hevkariya şerê wê yê li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê de li Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam dike.

PDKʹê li kêleka artêşa Tirk a dagirker şerê gerîlayên li çiyayên Kurdistanê dike, ev şerê di salên 1992, 1995, 1997 heta 1999ʹan de gihişt lûtkeyê.

PDKʹê hewl dide şerekî nû derxîne ku xizmeta dagirkeriya Tirk bike. Ji 17ʹê Nîsana 2022ʹan ve êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê cûda li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê ranewestiyane.

Ji zêdetirî salekê ve tevgera leşkerî ya PDKʹê li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde dibin ku hewl dide şerekê navxweyî derxîne. Armanc ji van tevgeran ew e ku PKKʹê di qadeke teng de li Başûrê Kurdistanê tengav bike, têkiliyên di navbera gerîlayan de qut bike û di dawiyê de hêzên gerîlayan bi temamî tune bikin. Bikaranîna çekên kîmyewî û hovîtiya şerê li dijî gerîla di çarçoveya vê yekê de tên famkirin. NATO û DYAʹyê tevahî hêza xwe di vê êrişê de bi kar tînin.

Ji sala 1975ʹan ve PDKʹê li dijî dagirkeran û dijminê Kurdan şer nekiriye, lê belê ji bo desthilatarî û pereyan dijbertiya hêzên kurdî dike.

Rêber Abdullah Ocalan di Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk "Pirsgirka Kurdî" de balê dikişîne ser PDKʹê û wiha dibêje " Hewl dan pêkhatineke bi heman rengî ya Kurdê Spî ava bikin. Heman navendê hem ji Tirkan hem jî ji Kurdan du hêzên wekhev lê xwedî nakokî diafirandin û ev jî ji bo hebûna wan (di serî de DYE û Ingilîstan, ji bo berjewendiyên Rojava yên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn û ewlekariya Îsraîlê) heyatî û girîng bû. Ya rastî, ji bo berjewendiyên wan ên li herêmê, polîtîkayeke têra xwe aqilane ye; du hêzên bi xwe ve girêdayî çêdikin û hêzên behsa wan jî tê kirin timî di nava nakokiyan de ne. Bi derketina holê ya PKK’ê, ev dekûdolaba têra xwe dîrokî û ewqasî jî rojane xira dibû.

Derfetên çareserî û aştiyê di sala 1993 û 1998’an de derketin holê, dihatin wê maneyê, dekûdolaba hêzên hegemonîk bi dawî dibû. "

PDKʹê di derbekirina doza kurdî di hundirê de rola hespê tory dilîze. Heger hespê tory di erka xwe de bi ser ketibe, lê PDKʹê di rawestandina têkoşîna PKK û gelê Kurd de bi ser neketin. Ruxmî vê hewldanên wê berdewam dikin.

Stratejiya dagirkeran, bi rêya afirandina parçekirina kurdan birîna kurdan bi salan gûr dike, ku pergalên dagirkeran sûdê ji vê parçebûnê digirin.  Tê zanîn ku rewşa parçebûnê nayê wesifandin, aliyekî şoreşger ê xwedî hêza leşkerî, îdeolojî û piştgiriya gelê Kurdistanê û cîhanê jê heye, ku têkoşîneke wê ya zêdetirî 40 salî heye. Her wiha aliyek din heye ku bi maska kurdîtiyê hemû cûreyên xiyanetê li gelê Kurd dike. Ev alî PDKʹê ye ku  ji bilî xiyanetê xêr û bêra Kurdistanê talan dike.

Dersên ku ji dîrokê hatine girtin dibêjin, dê dawiya xiyanetê were. PDKʹê texmîn dike ku ew ê xeta parastinê ya bi nûnertiya PKKʹê li derdora Kurdistanê bişkîne, lê ev xeyal e. Madem armanca Tirkiyê tunekirina Kurdan e, armanca wê ya duyemîn wê Başûrê Kurdistanê û PDKʹê be.

ANHA