​​​​​​​Elî Hesen: Pirsgirêka kampa Hol navneteweyî ne xwecih e û metirsiya wê didome

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Elî Hesen destnîşan kir ku pirsgirêka kampa Hol pirsgirêkeke navneteweyî ye û ne xwecih e, her wiha daxuyand ku metirsiya kampê heta niha tevî serkeftina herdu qonaxên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê û bidestxistina encamên baş, didome.

​​​​​​​Elî Hesen: Pirsgirêka kampa Hol navneteweyî ne xwecih e û metirsiya wê didome
18 îlon, 2022   23:38
HESEKÊ – HENAR IBRAHÎM-CÎHAN BÎLGÎN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şemiyê bidawîbûna qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ragihand ku di 25’ê Tebaxê de li dijî şaneyên DAIŞ’ê li kampa Hol dest pê kiribû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di civîna dawîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de destnîşan kir ku di qonaxa duyemîn de wan “Cîhaz El Hesbê” û “Eşbal El Xîlafê” ji hev xistin û bang li hêzên navneteweyî kir ku welatiyên xwe yên li kampa Holê bibin.

Tevî bidestxistina encamên baş di herdu qonaxên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, dîsa jî metirsiya kampa Holê heta niha didome ku wek bombeyeke demkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û seranserî cîhanê tê dîtin.

Girêdayî vê mijarê, endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Elî Hesen ji ajansa me re wiha axivî: "Ji girîngtirîn encamên pêngavê, girtina 226 çete ji nav wan 36 jin, rûxandina 25 tunel û girtina gelek çek û cebilxaniyên ku çete ji bo kuştina niştecihên kampê yên ku fikrê wan ê tundraw red dikirin, bi kar dianîn.”

El Hesen wiha domand: “Ji dema bidawîbûna qonaxa yekemîn a pêngavê ve, ku di 28’ê Adara borî de hatibû destpêkirin, me ragihand ku metirsiya kampa Holê didone û em li pêşiya zehmetiyên mezin in.”

El Hesen diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xeta sînor, destpêkirina qonaxa duyemîn a pêgavê bi paş ket û dereng ma, lê belê ji ber hewcedariya ewlehî bi tunekirina metirsiya DAIŞ’ê di hundirê kampê de hebû, pêngavê dest pê kir.

El Hesen wiha anî ziman: “Armanca sereke ya qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê tunekirina metirsiya DAIŞ’ê di kampa Holê de ye, nexasim piştî zêdebûna bûyerên kuştinê û çekirina cenazeyan di kanalîzasyonan de.”

El Hesen îşaret bi têkiliyên wan ên xurt bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re kir û got: “Herdu qonaxên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi piştgiriya QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî li dar ketin, ji ber ku em li ser metirsiya di kampa Hol de li hev dikin.”

Elî El Hesen di dawiya axaftina xwe de got: “Pirsgirêka kampa Hol navneteweyî ne xwecih e û pêwîstiya wê bi hevgirtin û yekitiya hemû dewletan heye, çi bi rêya wergirtina welatiyên xwe çi jî bi rêya piştgiriya hêzên me.”

(mh)

ANHA