Cîgirê Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê: Em rê nadin dagirkeriya Tirk ewlehiya me têk bibe

Cîgirê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji êrişên li ser herêmê, ew e ku ewlekarî û aramiya pêkhateyên ku bi hev re dijîn têk bibe û qada dagirkeriya xwe berfireh bike. Her wiha diyar kir ku ew amade ne bersiva her êrişekê li ser herêmê bidin.

Cîgirê Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê: Em rê nadin dagirkeriya Tirk ewlehiya me têk bibe
19 îlon, 2022   00:46
MINBIC

Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê berdewam dikin. Armanc ji van êrişan koçberkirina şêniyên wê yên resen, derxistina tevliheviyê û têkbirina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin.

Têkildarî mijarê cîgirê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê, Yûsif Erîme ragihandin ku gundên Cub El Hemra, El Bûxaz û El Kawklî yên rojhilatê Babê yên rizgarkirî, rojane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

Erîme diyar kir ku liv û tevgera çeteyên dewleta Tirk a dagirker di van demên dawî de li eniyên şer zêde bûne, piraniya van tevgeran di nîvê şevê de ne, ku baregehên xwe yên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî xurt dikin.

Yûsif Erîme her wiha got: "Li hember her êriş û destwerdanê, em di amadebaşiyeke tam de ne. Êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser welatiyên bêguneh hema hema rojane berdewam dike,  her cure çekên giran û navîn bi kar tîne û ziyaneke mezin digihîne mal û milkên wan."

Der barê armanca dewleta Tirk ji van êrişa jî, Erîme anî ziman ku armanc ew e ku tirs û xofê di nava gel de belav bike, aramî û ewlehiya herêmê têk bibe û qadên xwe yên dagirkeriyê berfireh bike.

Cîgirê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê, Yûsif Erîme herî dawî wiha got: "Di serî de em şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê li hember her êrişeke li ser xaka me ku bi saya xwîna şehîdên me hatiye rizgarkirin, amade ne. Em ê rê nedin dagirkeriya Tirk ku ewlekariya me û aramiya herêmên me têk bibe û em ê li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bibin bendaveke asê."

(hs)

ANHA