​​​​​​​Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê 15 danskerên balî bi şahiyekê xelat kir

Desteya Çand û Huenrê ya herêma Cizîrê 15 danskerên balî yên zarok, xelat kirin. Dibistana Şanoyê jî şanoyek bi navnîşan “Dibistana Fitnekeran (Muşaxîbîn)” li dika navenda Mihemed Şêxo ya li Qamişlo pêşanda.

​​​​​​​Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê 15 danskerên balî bi şahiyekê xelat kir
18 îlon, 2022   19:33
QAMIŞLO

Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê şahiyek li dar xist û tê de 15 danskerên balî li zarok in xelat kir. Her wiha Dibistana Şanoyê jî, şanoyeke bi navnîşan Dibistana Fitnekeran (muşaxîbîn) li dika navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê pêşanda.

Ebid El Mecîd Xelef di nivîsandina şanoyê de bû alîkar, tê de 9 lîstikvanên Dibistana Şanoyê cih girt.

Di şanoyê de, peyamên zanakirina nifşan, ronîkirina rêya wan, dem ne weka berê ye û pêwîstî bi xwendina pirtûkan û zanînê heye, perwerde gelek girîng e hatin dayîn.

ANHA