Pirtûkxaneya gerok gîhaşt herêma Koçerat

Îro pirtûkxaneya gerok a ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li dar xistiye li herêma Koçerat a Dêrikê, geriya.

Pirtûkxaneya gerok gîhaşt herêma Koçerat
18 îlon, 2022   18:56
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger de ku ji bo nasandina fikrê rêber Abdullah Ocalan li dar xistiye, pirtûkxaneya gerok li nav herêmê digere û pirtûkên wî li şêniyan belav dike.

Îro pirtûkxaneya gerok li gundê Kelhê yê herêma Koçerat rawestiya.

Di pirtûkxaneyê de parzêname û analîzên rêber Abdullah Ocalan bi zimanên erebî û kurdî hene.

Têkildarî mijarê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Koçerat Sabir Xidir axivî û bixêrhatina berpirsên çalakiyê kir.

Xidir wiha domand: “Pergalên faşîst, rêber Abdullah Ocalan dîl girtin ji ber ku parastina gelên bindest û rizgarkirina wan ji pergalên zordest kir. Ji ber wê divê em fikrê wî bi rêya lidarxistina çalakiyan belav bikin.”

Di dawiyê de, berpirsên pirtûkxaneyê, pirtûkên rêber Abdullah Ocalan li beşdaran belav kirin.

ANHA