Li Dêrikê perwerdeyên destwerdana lezgîn û bikaranîna çekê hat vekirin

Ciwanên TEV-DEM`ê di çarçoveya rewşa awarte de endamên yekitiyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk a bajarê Dêrikê li ser bikaranîna çekdan û destwerdana lezgîn perwerde kirin.

Li Dêrikê perwerdeyên destwerdana lezgîn û bikaranîna çekê hat vekirin
18 îlon, 2022   18:05
QAMIŞLO

Piştî ku Rêvberiya Xweseriya Demokratîk di 6`ê Tîrmehê de rewşa awarte ragihand, endamên yekitiyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û şêniyên bajarê Dêrikê bi tevahî pêkhateyên ji aliyê parastin, tenduristî û xizmetguzarî xwe amade dikin da ku li kêleka hêzên leşkerî parastina axa xwe bikin û li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.

/ar/uploads/files/2022/09/18/160845_2022-09-18-drk-perwrdeye-ciwana-e280ab2813933304629e280ac-e280abe280ac7e1.webp

Kameraya ajansa me perwerdeya endamên yekitiyan a li ser bikaranîna çekan, kursên tenduristî û destwerdana lezgîn ku ji aliyê ciwanên TEV-DEM`ê ya Dêrikê tê orgenîzkirin şopandin.

Yekitiya Odeya Pîşesazî û Bazirganî, karkerên kargeha Roj a madeyên paqijiyê, karkerên kargeha Roj a xwarinê û yekitiyên din tev li perwerdeyên destwerdana lezgîn, kursên tendurstî, bikaranîna çekan li Dêrikê bûn. Da ku li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin.

/ar/uploads/files/2022/09/18/160659_hwkr-aly7e1.webp

 Têkildarî armancên van perwerdeyan, rêvberiyê ciwanên TEV-DEM`ê Hogir Elî diyar kir ku piştî êrişên domdar ên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet herêma Cizîrê û ji bo rewşa awarte ya ku Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye, ciwanan bi însiyatîfa xwe perwerdeyên destwerdana lezgîn, bikaranîna çek ji şêniyan vekirin.

Hogir Elî got: “Tevî ku Rêvberiya Xweser rewşa awarte ragihand, ciwanan perwerdeyên xweparastinê û perwerdeyên destwerdana lezgîn li tevahî bajar û kantonên Bakur û Rojhilatê Suriyê dest pê kirin. Her wiha hejmarên perwerdeyên leşkerî û tenduristî li bajarê Dêrikê gihaşt 11 perwerdeyan.”

Elî destnîşan kir ku ew weke tevgera ciwanan ji tevahî aliyan ve amade ne. Her wiha piştrast kir ku peyama wan wiha ye; ew dev ji axa xwe bernadin û dê li hember dagirkeriya Tirk û xayînan bisekinin û axa dagirkirî rizgar bikin.

Perwerdeyên destwerdana lezgîn û xweparastinê yên li Dêrikê ji bo endamên yekitiyên girêdayî TEV-DEM`ê, berdewam in.

(dm)

ANHA