​​​​​​​Kongra Star a Herêma Efrînê merasîma xiyabî ji bo Delal Bazarcik li dar xist

Kongra Star a Herêma Efrînê îro merasîmeke xiyabî ji bo şehîd Delal Bazarcik li navenda Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li dar xist ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

​​​​​​​Kongra Star a Herêma Efrînê merasîma xiyabî ji bo Delal Bazarcik li dar xist
18 îlon, 2022   16:37
ŞEHBA

Bi dehan endamên saziyên sivîl û meclisên herêma Efrînê tev li merasîna xiyabî bûn ku Kongra Star a herêma Efrînê ji bo şehîd Delal Bazarcik li navenda Çand û Hunerê ya li navçeya Fafînê li dar xistiye.

Di destpêkê de endama koordînasyona Kongra Star, Gulê Mihemed behsa jiyana şehîd Delal Bazarcik, têkoşîna wê ya di nav refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de û pêşengiya wê di avakirina aboriya jinan li Rojavayê Kurdistanê de, kir.

Gulê Mihemed diyar kir ku şehîd Delal di rizgarkirina jinan de bi taybetî di aliyê aborî de roleke girîng lîst.

Di dawiya merasîmê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Delal Bazarcik û xebatên wê hat pêşandan.

(mh)

ANHA