Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrişên dagirkeriya Tirk eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên sînor eşkere kir û da zanîn ku zêdetirî 15 top li herêmê ketine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrişên dagirkeriya Tirk eşkere kir
18 îlon, 2022   16:14
V

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û tê de bîlançoya êrişên dagirkeriya Tirk eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Artêşa Tirk a dagirker îro 18’ê Îlonê, bi dehan top û mermiyan êrişên xwe yên li ser gund û bajarokên ser sînor zêde kirin û jiyana welatiyan kir hedef da ku ewlehiya wan têk dibe û bi darê zorê wan koçber bike.

Her wiha gundewarê bajarê Kobanê kir armanc û di encamê de ciwanê bi navê Xelîl Mehmûd Bedir birîndar bû. Gund û bajarokên ser sînor ên kantona Cizîrê kirin hedef; navçeya Tirbespiyê bi 5 topan, gundê Til Zîwan û herêm Şêxo bi 5 topan, navçeya Amûdê bi 5 topan, navçeya Zirgan û gundewarê wê bi 16 topan û El-Kozeliyê û Til El-Leben topbaran kirin.”

ANHA