Li Tebqayê Partiya Sûriya Pêşerojê û Partiya Kesek a Demokratîk bi şêniyan re civiya

Partiya Sûriya Pêşerojê bi koordîneya Partiya Kesk a Demokratîk a Kurdistanê ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî li herêmê û şerê li dijî herêmê tê kirin, civînek li Tebqayê li dar xist.

Li Tebqayê Partiya Sûriya Pêşerojê û Partiya Kesek a Demokratîk bi şêniyan re civiya
18 îlon, 2022   18:24
TEBQA

Hemû beşên civaka bajêr, nûnerên Rêveberiya Sivîl, partî, meclisên leşkerî, ciwanên şoreşger, jinên ciwan û rûsiyên herêmê tev li civînê bûn.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El Xelef, sekretera giştî ya partiyê Sîham Dawûd û hevserokatiya Partiya Kesek a Demokratîk a Kurdistanê Luqman Ehmê civîn bi rêve bir.

Di civînê de, Sîham Dawûd geşedanên siyasî yên li herêmê şîrove kirin û got: “Em niha di rewşeke tev li hev de dijîn bi taybet li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê.”

Sîham Dawûd behsa şerê Rûsya li Ukraynayê û bandora wê li ser Sûriyê kir. Her wiha diyar kir ku her çiqas Erdogan têkiliyên xwe bi dewletên cîhanê re xurt bike lê dîsa jî winda dike.

Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk a Kurdistanê Luqman Ehmê jî got: “Şer diyardeyeke xwezayî ye di navbera hemû zindiyan de, lê bi pêşketina demê re, ev şer di navbera mirovan de bi pêş ketin.”

Ehmê gelek pênase û cureyên şer bi bîr xistin û besha xweparastinê jî kir ku rêya herî guncew a sekna li hember şeran e.

Di dawiyê de Partiya Kesk û Partiya Sûriya Pêşerojê li ser berdewamkirina lidarxistina mîna van civînan ji bo sepandina ewlehiyê li herêmê destnîşan kir.

(dm)

ANHA