Bi dîmen dagirkeriya Tirk darên Efrînê dibire

Ajansa me dîmenên qutkirina daran li gundê Kaxirê yê Mabeta ya Efrîna dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, bi dest xist.

Bi dîmen dagirkeriya Tirk darên Efrînê dibire
18 îlon, 2022   16:00
ŞEHBA

Çavkaniyên taybet ji ajansa me re ragihandin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê zêdetirî 5 hezar dar li navçeya Mabetayê qut kirine.

Di vîdyoyê de xuya dibe çawa dar çawa têne birîn, çete çawa wan kom dikin û daristanan tarûmar dikin.

Beriya du hefteyan, bi hezaran dar ji daristana gola Meydankê ya navçeya Şera ya Efrînê hat qutkirin.

Her wiha dagirkeriya Tirk bi zanabûn xwazeya Efrînê xera dike, daran qut dike da ku êzingan li sûkên dewleta Tirk bifroşin. Her wiha çeteyên wê jî li herêmên Sûriyê yên dagirkirî yên din bazirganiya wê dikin.

 (dm)

ANHA