​​​​​​​Cemal Reşîd: Divê gelê Sûriyê xwedê li doza rizgarkirina Efrînê derkeve

Endamê MSD’ê ya navendên Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd da zanîn ku kantona Efrînê ya dagirkirî li gorî dewleta Tirk a dagirker bingeha pêkanîna Mîsaqî Millî ye û bang li sûriyan kir ku xwedî li doza rizgarkirina Efrînê derkevin ku dozeke sûrî ye.

​​​​​​​Cemal Reşîd: Divê gelê Sûriyê xwedê li doza rizgarkirina Efrînê derkeve
17 îlon, 2022   00:40
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema ku kantona Efrînê di 2018’an de dagirker kir, guhartina demografîk lê pêk tîne.

Dagirker li Efrînê avahiyên mêtingehiyê ava dikin û kesên biyanî li şûna niştecihên resen ên ku hatine koçberkirin, bi cih dikin.

Koçberên Efrînê yên li Şehba di malên wêrankirî û kampan de bi cih bûne rojane ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve tên topbarankirin, ji bilî wê jî gefên domdar ên bi armanca derxistina wan ji kantona Şehbayê hene, da ku demografiya Efrînê biguhere û weke Lîwa Iskenderon tev li Tirkiyê bike.

Endamê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya navendên Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd li ser siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên pêkanîna  Mîsaqî Millî û hevkariya hêzên navneteweyî û aliyên têkildarî mafên mirovan bi siyasetên wê re li dijî mîrasa gelê herêmê ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Cemal Reşîd diyar kir ku bazarên ku Erdogan ji bo dagirkirina herêmên bakurê Sûriyê, mîna Bab, Cerablus, Efrîn, Ezar, Girê Spî û Serêkaniyê li beramberî herêmên din ku tê de çete hene pêk anîne, yek ji gavên pêşîn ên pêkanîna projeya dewleta Tirk a dagirker a Mîsaqî Millî û temamkirina projeya wê ya Osmanî bûn.

Mîsaqî Millî nexşeyeke mêtîngeriyê ye ku dewleta Tirk pêk aniye. Li gorî nexşeya îdiakirî herêmên ji Heleb heta bi Kerkûkê yê li Başûrê Kurdistanê yên dewleta Tirk in.

‛EFRÎN BİNGEHA PÊKANÎNA MÎSAQÎ MILLÎ YE'

Li ser siyaseta ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna Mîsaqî Millî dimeşîne Reşîd wiha domand: "Siyaseta ku li kantona Efrînê di êrişê de û piştî dagirkeriyê hatiye pêkanîn, ji siyasetên herî qirêj ên dîrokê bûn ku heta roja îro tê meşandin. Li gorî vê siyasetê, Efrînê gava pêşîn a pêkanîna Mîsaqî Millî ye ku demografiya herêmê biguhere."

Reşîd îşaret pê kir ku êrişa li dijî Efrînê ne tenê ji bo dagirkirin û koçberkirina şêniyên wê bû, ne tenê ji bo wêrankirina xwezaya wê bû û wiha domand: "Lê belê armanca wê ya bingehîn wêrankirina mîrata çandê û guhartina wê bû. Tiştê ji cîhanê re  hatiye eşkerekirin, mîna talankirin û dizîna şûnwarên Efrînê ji hêla çeteyan ve, tenê di çarçoveyeke teng de dihate destgirtin, bi wateya ku çete diziyê dikin. Lê di rastiyê bi fermanên dewleta Tirk bû. Armanca wê jî wêrankirina çandê û guhartina bi çanda Osmanî ye, da ku di pêşerojê re bêje Efrînê herêmeke girêdayî Tirkiyê ye."

Cemal Reşîd da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya nakokiyên xwe yên di navbera dewletên mezin de hewl dide ji nû ve xewnên Osmaniyan vegerîne û vê yekê bi destwerdana li hundirê Sûriyê û êrişên domdar ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi hincetên derew pêk tîne.

‛AVAKIRINA AVAHIYÊN MÊTÎNGEHIYÊ ÇEWISANDINA NASNAMEYA KURD LI EFRÎNÊ YE’

Têkildarî siyaseta li dijî kantona Efrînê ya bi rêya destekdayîna rêxistinan a avakirina avahiyên mêtîngehiyê Reşîd ev tişt got: "Dagirkeriya Tirk tevî rêxistinên ku me dizanîn ku ew rêxistinên şoreşger in (rêxistinên filistînî) li gel rêxistinên Kuwêt û Qeterê avahiyên mêtîngehiyê li tevahî gund û navçeyên Efrînê ava dikin. Piştî koçberkirina şêniyên resen, wêrankirin û dizîna cihên şûnwarî dewleta Tirk a dagirker bi rêya van rêxistinan mûzaîka niştecihî diguhere.Wekî tê zanîn, dewleta Tirk a dagirker bi kaxeza penaberan dilîze, filistîniyan li Efrînê bi cih dike. Lê ger krîza Sûriyê çareser bû, dê her kes vegere bajarê xwe, gelo wê çi li filistîniyan were?''

‛BERXWEDANA ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ LI PÊŞIYA PLANÊN DAGIRKERIYÊ ASTENGIYEKE MEZIN E’

Li ser gefên dewleta Tirk ên pêkanîna êrişên nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê Reşîd ev tişt anî ziman: "Bi koçberkirina şêniyên Efrînê ber bi Şehbayê ve, dagirkerî bi rêya gelek civîn û hevdîtinana hewl dide şêniyên Efrînê ji Şehbayê jî koçber bike. Ji ber dizane berxwedana wan li pêşiya planên wê astengiyeke mezin e."

‛DIVÊ SÛRÎ DOZA EFRÎNÊ BIKIN DOZA XWE’

Endamê MSD’ê ya navendên Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd di dawiyê de bang li tevahî pêhateyên sûrî kir ku doza Efrînê bikin doza xwe, ne tenê doza gelê Kurd e û wiha got: "Em bang li tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê dikin ku li hember dagirkeriya Tirk bisekinin û doza Efrînê bikin doza xwe. Ji ber tiştê ku dagirkeriya Tirk dike destpêka qutkirina parçeyên mezin ji Sûriyê û tevlêkirina li Tirkiyê ye."

(fr)

ANHA