Misirê hikumeta Debîbe red kir: Gaveke asayî yan bertekek li dijî Tirkiyê ye?

Misirê helwesta xwe ya li hember hikumeta Ebdulhemîd Debîbe diyar kir. Wekî bertek li hemberî erekdarkirina wezîra karên derve ya hikumeta Debîbe ji bo rêvebirina civîna asayî ya Komkara Erebî li şûna Lubnanê, şandeya Misirê ji civînê vekişiya. Hinek şîrovekaran ev yek wekî girtekeke xwezayê heta bidawîbûna hikumeta Debîbe nirxandin. Hinekên din jî wekî helwesta Misirê li hemberî Tirkiyê nirxandin.

Misirê hikumeta Debîbe red kir: Gaveke asayî yan bertekek li dijî Tirkiyê ye?
17 îlon, 2022   05:22
QAHÎRE – MUHSIN EL MESRÎ

Wezareta kar û barên derve ya Misirê da zanîn ku sedema vekişîna wê ji civîna Komkara Erebî ew bû ku wezîra kar û barên derve ya Lîbyayê ji bo rêvebirina civîna komkarê hatibû erkdarkirin. Her wiha diyar kir ku helwesta Misir li hember hikumeta Ebdulhemîd Debîbe ew e ku dema wê bi dawî bûye, lê Misir rêzê ji gelê Lîbyayî û biryarên wî re digire û piştgiriyê dide çareseriyên siyasî ji bo aloziya Lîbyayê.

Wezîra kar û barên derve ya hikumeta “Wehde Weteniye” ya Lîbyayî, Necla Menqûş diyar kir ku vekişîna şandeya Misirê ji civîna Komkara Erebî ne li gor peymana Komkara Erebî û biryarên Meclisa Ewlehiyê ye.

Li hember wê kiryarê, Komkara Erebî bêdeng ma.

Biryara Misirê der barê pêşeroja têkiliyên di navbera Qahîre û Terablusê de û bandora wan li rola Misirê ya di kirîza Lîbyayê de, gelek pirsnîşan derxistin.

Pisporan da zanîn ku Qahîre xwest bi vê yekê gelek peyamên der barê helwesta xwe ya li hember hikumeta Debîbe û piştgiriya xwe ji parlamentoya Lîbyayê re bide ku ew tenê aliyê rewa yê Lîbyayê ye.

Lê kesên din ev kiryar bi dan û standinên misirî-tirkî yên têkildarî kirîza Lîbyayê ve girê dan, ji ber ku Enqere piştgiriyê dide hikumeta Debîbe lê Qahîre li kêleka hikûmeta Fethî Başaxa ye.

PEYAMEKE XURT

Pisporê têkiliyên navneteweyî yê ji Misirê, Mihemed Yemenî destnîşan kir ku vekişîna şandeya Misirê peyameke zelal dide ku Qahîre Ebdulhemîd Debîbe yê ku dema erka wî bi dawî bûye naxwaze, lê piştgiriyê dide parlanemtoyê, bi taybetî Fethî Başaxa.

Yemenî wiha anî ziman: “Dibe hikumeta Debîbe niha xurt be. Sedemên vê yekê jî gelek in. Ji wan jî bi saya Tirkiyê, piştgiriya tam ya Tirkiyê, Amerîka û Brîtanyayê heye, her wiha balafirên bêmirov ên biçek ku Tirkiyê dide Debîbe. Ev yek  di qada dawî ya şer a di navbera her du hikumetan de xuya bû, ku di encamê de milîsên girêdayî Debîbe bi ser ket û rêya ketina Terablusê li ber hikumeta Başaxa girt.”

VEKIŞÎNEKE DÎPLOMATÎK

Lê belê, lêkolînerê kar û barên Lîbyayê yê misrî, Elaa Farûq jî got, serdana wezîra kar û barên derve ya hikumeta Wehde Weteniye ne serdaneke fermî ya Misirê bû da ku Qahîre wê bipejirîne yan jî red bike.

Farûq diyar kir ku helwesta wezîrê Misirê û vekişîna wî ji civînê nêrîna hikumeta Misirê dide nîşan, ji ber ku hikumeta Debîbe êdî ne rewa ye û dema wê çûye.

Farûq wiha domand: “Vekişîn helwesteke dîplomatîk û ne siyasî ye, ji ber wê jî dê pir bandorê li têkiliya di navbera Qahîre û Terablusê de neke, lê bêguman bandoreke ne xweş li hikumeta Debîbe kir nexasim ku têkiliyên wê bi Qahîreyê û gelek dewletên din de mirî ne.”

NAKOKIYA BI TIRKIYÊ RE

Şîrovekarê siyasî yê lîbyayî, Ehmed El Tehamî ji ajansa me re wiha axivî û anî ziman, tiştê ku Misir kiriye pêşbînkirî bû, ji ber ku ev demek e têkiliyên wê bi hikûmeta Debîbe re xerab in.

El Tehamî da zanîn ku helwesta Misirê diyar dike ku danûstandinên di navbera wê û Tirkiyê de yên der barê doza Lîbyayê de heta niha tu encam nedane û wiha domand: “Vekişîn wek peyameke sivikkirina şerê di navbera Qahîre û Terablusê de ye, nexasim ku Misir bi carekê nikare hebûna hikumeta Debîbe di Komkara Erebî de bike pirsgirêkeke mezin, lê belê wê hişt wezîra kar û barên derve ya Lîbyayê bigihêje kursiya seroketiyê û piştre vekişiya, ev yek sivikkirina şer nîşan dide.”

Der barê daxwazên hin aliyên lîbyayî yên boykotkirina Misirê de, El Tehamî wiha axivî: “Hin aliyên dijberên Misirê hene ku girêdayî rêxistina Îxwan a ku Terablusê kontrol dike û girêdayî Qeter û Tirkiyê ne, dixwazin Misir tu rolên erênî di Lîbyayê de nelîze da ku bi vê yekê armancên dewletên ku ew xizmeta wan dike pêk bîne, lê wan ji bîr kirine ku Tirkiyê û Qeterê nexwestin Misirê boykot bikin, xwestin dan û standinê pê re bikin.”

Der barê çarenûsa têkiliyên misirî – lîbyayî El Tehamî got, têkilî dê xurtir bibin.

 TÊKILIYÊN BERDEWAM

Her wiha, lêkolînerê siyasî yê lîbyayî, Ebdullah Dîbanî wiha axivî: “Helwesta Misirê piştigirya wê ji biryarên parlamentoyê re nîşan dide ji ber ku ew desthilata rewa ya yekane ye. Misir vê yekê şaş dibîne ku wezîra karûbarên derve ya hikumeta Wehde Weteniye ya ne rewa nûnertiya Lîbyayê li civîna Komkara Erebî de bike, ji ber wê jî civîna ku ew wê bi rê ve bibe, li ba Misirê nayê hesibandin.

Dîbanî wiha domand: “Têkiliyên Qahîre û Terablus a ku di bin kontrola Debîbe de ye, di hin nakokiyan re derbas dibin. Misir girîngiyê dide pêkanêna hilbijartinên seroketî û parlamentoyê û piştgiriyê dide biryarên parlamantoya Lîbyayê. Misir heta niha roleke girîng ji bo danîna destûrekê û pêkanîna çareseriyekê bi razîbûna herdu parlamantoyan dilîze, ku heta niha jî ew civînên di navbera endamên herdu parlamantoyan de li cem xwe li dar dixe.”

(mh)

ANHA