Rojnameyên erebî: Çarçoveya Hemahengiyê hewl dide bêyî Sedr hikumetekê ava bike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa xitimîna siyasî ya li Iraqê, aloziya enerjiyê ya li Ewropayê û rewşa Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Çarçoveya Hemahengiyê hewl dide bêyî Sedr hikumetekê ava bike
17 îlon, 2022   07:11
NAVENDA NÛÇEYAN

‘KAXIZA DAXWAZÊN SUNNÎ Û KURDAN JI BO AVAKIRINA HIKUMETA ‘ÇARÇOVEYÊ’ BÊYÎ SEDR’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: “Li gorî hin agahiyan, hêzên Çarçoveya Hemahengiyê hefteya borî tevî hêzên sunnî (hevbendiyên Sunnî û Ezim) û Kurd (PDK û YNK) re 3 rojan dan û standin kirin ku Tevgera Sedr bi temamî ji dîmenê dûr bû. Armanc ew bû ku forma hikumeta bê ya ku Çarçoveya Hemahengiyê dixwaze ava bike, bê diyarkirin.

Di kaxiza ku hîna negihîştiye dezgehên çapemeniyê de hatiye tekezkirin ku şert ji bo Kurdan û daxwaz ji bo sunniyan hene da ku tevî hêzên Çarçoveya Hemahengiyê tev li avakirina hikumetê bibin.

Li hember geşedanên çêdibin, çi li ser avakirina şandeyekê ji hêzên siyasî yên cuda, çi jê li ser têkiliyên bi Çarçoveya Hemahengiyê re ev hefteyek e Tevgera Sedr tu daxuyaniyan nade.

Li gel dan û standinên veşartî yên di navbera van aliyan de, çavkaniyeke siyasî ya agahdar ji Şerq El Ewsat re got: “Tiştê çêbûye dibe ku ne dan û standinên fermî di navbera van aliyan de be ji bo lihevkirina li ser bernameyeke hikumetê. Lê belê dibe ku hewldanên naskirina helwestên Kurd û sunniyan ên der barê pêkanîna daxwazên sunniyan ên ji beriya salan ve û şertên Kurdan bin.

Çavdêrên siyasî yên li Bexdayê dibêjin ku ev dan û standin tevî ku veşartî ne jî, lê belê israra hêzên Çarçoveya Hemahengiyê ya şîe di lidarxistina rûniştina parlamentoyê di dema nêz de, nîşan dide. Çavdêr diyar dikin ku ji bilî armancên Çarçoveya Hemahengiyê ku dixwaze dûrî Sedr pêk bîne, eger bêdengiya Sedr berdewam bike -ev jî nayê texmînkirin- dê hêzên Çarçoveya Hemahengiyê bi Kurd û sunniyan re dan û standinên zehmet bikin da ku her du partiyan ji bo diyarkirina namzetê wan yê serokkomariyê, îqna bikin û piraniya daxwazên sunniyan pêk bînin, da ku amadebûna wan di rûniştina hilbijartina serokkomar de mîsoger bikin.

Lê belê eger Sedr xwedî nêrîneke din be, hemû tiştên ku Çarçoveya Hemahengiyê hewl dide bi Kurd û sunniyan re li serê li hev bike, dê hilweşe. Nexasim ku Sedr careke din kaxiza kolanê bi kar bîne ku îhtimala rûdana şerekî navexweyî yê şîeyan bi çekan tê texmînkirin. Ev yek dê rewşê ji berê kambaxtir bike û deriyên li pêş hemû îhtimalan vekirî bihêle.”

‘GAZA RÛSYAYÊ ‘BOMBEYA LI BER TEQÎNÊ’ YE KU EWROPIYAN PARÇE DIKE’

Der barê rewşa Ewropayê de rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Bi paşdeçûna dahatûyên gaza Rûsyayê, aloziya enerjiyê li Ewropayê kûrtir dibe. Di demekê de ku saziyên Ewropayê bi fikar in ku alozî veguhere xwepêşandanan.

Rûsya bi kêmkirina gazê ji bo Ewropayê, hewl dide hevgirtina di navbera dewletên Yekitiya Ewropayê de ku piştgiriyê dide Ukraynayê, xirab bike û wan wek alîgir û dijber parçe bike da ku cezayên Ewropayê yên li dijî wê hatine ferzkirin, bi dawî bike.

Dema ku welatiyên welatên Ewropayê êdî nema bikarin fatûreyên kehrebeyê, germkirin, made û xizmetên girêdayî enerjiyê bidin, wê demê dê berê xwe bidin kolanan û dibe ku ji ber xwepêşdanan hikumetên niha bên hilweşandin û hinek din ku li hember Moskovê nermtir in, werin ser hikumê.

Ruxmî ku gelek dewletên Ewropayê ragihand ku wan depoyên xwe ji sedî 80 bi gazê tijî kirine jî ku dikarin zêdetirî 2 mehan di zivistanan de debara xwe pê bikin jî, lê belê ji ber bilindbûna nirxên kehrebeyê û gaza germkirinê welatî hîna bi fikar in.

Di Tebaxa borî de li sûka cîhanê nirxê metrekaba gaza xwezayî gihaşt 3 hezar û 500 dolarî. Rûsya jî hişyariyê dide ku dibe nirxê gazê bigihêje 5 hezar dolarî.”

‘LI HEMBER PÊLÊN SERDEGIRTINAN, BANKÊN LUBNANÊ TÊN GIRTIN’

Têkildarî rewşa Lubnanê jî rojnameya El Itîhad a Îmaratê wiha nivîsand: “Hin kesên ku pereyên xwe danîne bankan, bi ser hin bankên Lubnanê de girt û xwest pereyên xwe hildin. Pêla van bûyeran vê hefteyê berdewam kir. Ji ber hilweşîna darayî rewşeke bêhêviyê heye. Bûyerên serdegirtina bankan duh zêde bûn, wezîrê karên hundir ê Lubnanê Besam Mewlewî duh piştî nîvro banga civîneke awarte kir da ku tedbîrên ewlekariyê nîqaş bikin.

Piştî bûyerên serdegirtinê, Komeleya Bankên Lubnanê jî biryar da ku ji roja duşemê heta 3 rojan hemû bank bên girtin.”

(cx)