Komxebat Şêwirê ya Qamişlo Bi beşdariya 80 delegeyan ji Sûriyê dest pê kir

Di çarçoveya rêzeşêwirên ku komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokartîk li dar dixe de, Komxebata Şêwirê ya Qamişlo bi amadebûna bi dehan kesayetên ji herêmên cuda yên Sûriyê dest pê kir.

Komxebat Şêwirê ya Qamişlo Bi beşdariya 80 delegeyan ji Sûriyê dest pê kir
16 îlon, 2022   08:23
 QAMIŞLO

Komxebata Şêwirê li Hola Zana ya li bajarê Qamişlo tê lidarxistin. Tê de nêzî 80 siyasetmedar, rewşenbîr, diplomat, nivîskar û çalakvanên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û giştî Sûriyê, her wiha nûnerên partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) beşdar bûne.

Li gorî komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk, dê komxebat du rojan dewam bike.

Endama komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Canda Mihemed dê axaftina destpêkê ya komxebatê bike. Piştre beşê yekemê yê li ser geşedanên siyasî û girîngiya çareseriya siyasî dê ji aliyê endamê komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Hesen Mihemed Elî ve bê birêvebirin.

Di beşê duyemîn ê komxebatê de, dê nivîsek li ser nasnameya nîştimanî bê xwendin, dê ev beş ji aliyê çalakvana siyasî Îman Xilêf ve bê birêvebirin. Piştre dê deriyê nîqaşê li pêş beşdaran bê vekirin û navarok û mijarên her du beşan bên nîqaşkirin.

Di roja duyemîn a komxebatê de, dê endamê Desteya Nîştimanî ya Kordîneyê ya Hêzên Guhertina Demokatîk Xelef Dawûd kaxiza nenavendîbûnê pêşkêş bike. Piştre dê beşdarên komxebatê li ser girîngiya nenavendîbûnê ji bo pêşeroja Sûriyê nîqaş bikin. Dê komxebat bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Li gorî komîteya amadekar, armanca ji van rêzekomxebatan ew e ku nêrînên li ser girîngiya nasnameya nîştimanî ya Sûriyê bên pevguhertin, ku dê bibe zemîna bersivdayîna êrişên derve û destpêka diyaloga giştî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê.

Komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk di 5`ê Tebaxa borî de Komxebata Şêwirê ya Helebê li dar xistibû. Di roja yekem a komxebatê de tekezî hatibû kirin ku tenê çareseriya siyasî ya aştiyane îradeya sûriyan nîşan dide. Komexbata Şêwirê ya Reqayê jî di 2`yê Îlonê de bi amadebûna 50 delegeyan hatibû lidarxistin û tê de tekezî bi girîngiya nenavendîbûnê wekî sîstema hikum û rêveberiyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, hatibû kirin.

(cx)

ANHA