​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hemas têkiliyên bi hikumeta Şamê re vedigerîne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa têkiliyên tevgera Hemas û hikumeta Şamê, rewşa Lîbyayê û derxistina qanûna nû ya hilbijartinan li Tunisê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hemas têkiliyên bi hikumeta Şamê re vedigerîne
16 îlon, 2022   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HEMASÊ RAGIHAND KU JI NÛ VE DEST BI TÊKILIYÊN BI SÛRIYÊ RE KIR’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya El Ereb ev tişt nivîsî: "Tevgera Hemasê da zanîn ku piştî 10 salan ji nakokiya di navbera têkiliyên Hemas û Şamê de, ji nû ve dest bi têkiliyan kir.

Hemasê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku ji bo xizmeta welat û dozên adilane û doza Filistînê, ji nû ve dest bi têkiliyên bi Sûriyê re kir, nexasim jî li gel pêşdeçûnên herêmî û navneteweyî yên lez ku li derdora doza Filistînê çêdibin.

Bi destpêkirina krîza Sûriyê û derketina fermandarên Hemasê ji Şamê û çûna ber bi Qeter û dewletên din ve, di 2012’yan de têkiliyên di navbera Hemas û rejîma Sûriyê de qut bûn.

Çavdêran da zanîn ku li pêş Hemasê tu rê ji bilî vegerandina hêza xwe ji hêza madî û leşkerî bi nêzbûna nû ya bi rejîma Sûriyê re, tune ye. Xema Hemasê di wê yekê de têkiliyên xurt ên bi Îranê re vegerîne û hêzekê ji bo sekna li hember dewletên Ereb wergire ku êdî asteng dikin, li hember wê jî rewabûnekê bide rejîma Beşar El Esed.

Ruxmî sûdên ku ji piştî vegerandina têkiliyan ji tevgerê re werin, çavdêran destnîşan kir ku dibe ku gelek bandorên neyînî çêbin.

Vegera têkiliyan ji bo Îranê xeta serkeftinê ya li hundirê Hemasê ye. Her wiha Ketaib El Qesam ku baskê leşkerî yê tevgera Hemasê ye, li hember karê Xalid Meşel ê boykotkirina bi Îran û Hizbullahê re sekinî."

‘MECLISÊN LÎBYAYÊ LI SER ‘HÎMÊ DESTÛRÊ’ YÊ HILBIJARTINAN LI HEV KIR’

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: "Serokê Meclisa Nûneran Eqîle Salih "nîşaneyên lihevkirinê" bi Meclisa Dewletê re ji bo "hîmê destûrê" yê hilbijartinên serokatî û parlamentoyê ragihandin. Salih agahî da Meclisa Nûneran a li Benxaziyê ku lihevkirin û nêzbûnek bi Meclisa Dewletê re heye û got li gel wî niyeta hevkariyê ji bo welat ji vê krîzê derkeve, heye.

Meclisa Nûneran bi giştî Ebdullah Bowezîro ji bo serokê dadgeha bilind li şûna serokê niha Mihemed El Hafî hilbijart.

Salih serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed El Menfî bi alîgiriya Ebdulhemîd Debîbe tawanbar kir û got Meclisa Serokatiyê bal nekişand ser dayîna baweriyê ji hikumeta nû re ya bi serokatiya Fethî Başaxa ku desteka xwe ji Meclisa Nûneran digire."

‘SEROKÊ TUNISÊ QANÛNA HILBIJARTINAN DERXIST’

Têkildarî rewşa Tunisê jî rojnameya Îtîhad El Îmaratî wiha nivîsand: "Rojnameya fermî ya Tunisê duh diyar kir ku serok Qeys Seîd beriya hilbijartinên parlamentoyê ya di Kanûna bê de qanûneke nû ya hilbijartinan derxist.

Rojnameyê destnîşan kir ku li gorî wê qanûna nû, dê welatî dengê xwe bidin ferdan, ne lîsteyên mîna hilbijartinên berê."

(fr)