​​​​​​​Li Helebê 3 hezar belavokên li ser hişyariya ji nexweşiya Kolerayê hatin belavkirin

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hemleya hişyariya ji nexweşiya Kolerayê dest pê kir ku di encama kêmkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve derketiye. Her wiha di wê çarçoveyê de, 3 hezar belavokên hişyarkirina ji nexweşiyê û tedbîrên ku divê bê girtin, belav kirin.

​​​​​​​Li Helebê 3 hezar belavokên li ser hişyariya ji nexweşiya Kolerayê hatin belavkirin
16 îlon, 2022   00:34
HELEB – ARIF SILÊMAN

Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê belavbûna nexweşiya Kolerayê li Sûriyê hişyarî da ku di encama kirêtbûna rewşa mirovî û bikaranîna ava ne paqij. Lê  berpirsa sereke ya belavbûna vê nexweşiyê dewleta Tirk a dagirker e ji ber ku ava Firatê kêm kiriye û ava stasyona Elok a Hesekê qut kiriye.

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê jî berî hefteyekê ragihandibû ku 15 kes li Helebê bi Kolerayê ketine. Her wiha berî wê jî Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Reqa û rojavayê Dêrazorê gelek kes pê ketine.

Kolera; nexweşiyeke baktîrî ye ku di encamê de navçûn û bilindbûna germahiya bedenê, tîbûn, zuhabûn û gurçikrawestan derdikeve ku li dawiyê dibe sedema mirinê, nexasim li cem kesên temenmezin û nexweşiyên şekir.

BELAVKIRINA 3 HEZAR BELAVOK JI BO PARASTINA JI KOLERAYÊ

Meclisa Tenduristî ya taxên Şêxmeqsûd û Helebê dest bi hemleya hişyariya ji nexweşiya Kolerayê û rêbazên xweparastinê kir, ku 3 hezar bekavok der barê nexweşiyê de belav kir û di nav komînên herdu taxan de semîner dan şêniyan.

AVA QIRÊJ JI SEDEMÊN BELAVBÛNA KOLÊRAYÊ YE

Girêdayî vê yekê, hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Neşet Zîbar hişyarî da û da zanîn ku ev nexweşî bi gelemperî bi rêya ava qirêj belav dibe û eger nehat dermankirin dibe ku bigihîje asta mirinê.

Der barê nîşaneyên nexweşiyê de, Neşet Zîbar got: “Nîşaneyên wê navçûn, zuhabûn, êş di zik, sîng û dest û piyan de ne.”

Zîbar wiha domand: “Ava qirêk yek ji sedemên vegirtin û belavbûna Kolerayê ye, dibe ku baktîrî di axê, ava bîran, xwarinên deryayî û sebze û fêkiyan de be, nexasim ên neqeşartî wek tirî û tûyan.”

DERMAN ÇI YE

Zîbar destnîşan kir ku dermana Kolêrayê ew e ku mirov pir avê û şilemeniyan vexwe.

Neşet Zîbar wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Heta niha li herdu taxan tu kes bi kolerayê neketiye, nexweşên li nexweşxaneyê ji ber navçûna mewsimî ne.”

REWŞÊN NAVÇÛNA HAVÎNÎ

Rêveberên nexweşxaneya Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûd a Helebê, odeyek ji bo wergirtina rewşên navçûnê amade kir ku di hefteya borî de 5 heta 7 kes tê de hatin dermankirin ku rewşên wan normal bûn ji ber demsala havînê û hewaya germ.

(mh)

ANHA