​​​​​​​Çawa kurd rakirina nexşeya Kurdistanê ji Zanîngeha Zaxoyê bi fermana dewleta Tirk dinirxînin?

Nivîskar û kesayetên welatparêz mijara rakirina nexşeya Kurdistanê ji zanîngeha Zaxoyê ji aliyê PDK’ê ve û daliqandina nexşeya Başûrê Kurdistanê li şûna wê, wek koletiya ji dewleta Tirk re û binpêkirina nirxên gelê Kurd û parçekirina Kurdistanê nirxandin.

​​​​​​​Çawa kurd rakirina nexşeya Kurdistanê ji Zanîngeha Zaxoyê bi fermana dewleta Tirk dinirxînin?
16 îlon, 2022   03:22
HESEKÊ

Di 12’ê Îlonê de bi biryara Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nexşeya Kurdistanê ji hundirê avahiya zanîngeha Zaxoyê piştî 22 rojan ji daliqandina wê, hat rakirin û li şûna wê nexşeya Başûrê Kurdistanê hat bicihkirin.

Çavdêrên li Başûrê Kurdistanê ev mijar vegerandin serdana wezîrê kar û barên pêkhateyan a hikûmeta Başûrê Kurdistanê yê Turkmen Aydin bo Tirkiyê, ji ber ku biryara rakirina nexşeyê piştî wê serdanê bi çend rojan hat dayîn.

Roj News ku xwe dispêre çavkaniyekî, da zanîn ku hikumeta Tirkiyê bi rêya Aydin Marûf zext li berpirsên hikumeta Başûrê Kurdistanê kiriye da ku nexşe were rakirin.

Her wiha, rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê jî rakirina nexşeya Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve diyar kirin ku ev yek asta destwerdana dewleta Tirk a dagirker di kar û barên Başûrê Kurdistanê de nîşan dide. Her wiha wek binpêkirina pîroziyên gelê Kurd bi nav kir.

Nivîskar Ehmed Silêman têkildarî mijarê wiha axivî: “Gel tevahî dizanin ku nexşe û al du sembolên pîroz ên gelan in û nabe kes tecawizê li wan bike û wan binpê bike. Rakirina nexşeya Kurdistanê ji ser dîwarê zanîngeha Zaxoyê piştî serdana wezîrê turkmen bo zanîngehê, bi carekê nayê qebûlkirin.”

Ehmed Silêman wiha domand: “Başûrê Kurdistanê beşek ji Kurdistana mezin e. Dewletên mêtinger Rojhilata Navîn piştî peymana Sayks-Pîcot parçe kirin û di encamê de Kurdistan bû 4 parçe. Lê belê tevahiya gelên cîhanê, Kurdistanê nas dikin û dizanin ku ew xwedî cografî û nexşeyekê ye ku herkes rêzê jê re digire.”

'GEREK BÛ HIKUMETA BAŞÛR DAXWAZA TIRKIYÊ RED BIKIRA’

Silêman diyar kir ku ev kiryar di encama siyaseta dewleta Tirk a dagirker de ye ku dixwaze Kurdan tune bike û vê nexşeyê qebûl nake û got gerek bû hikumeta Başûr daxwaza Tirkiyê red bikira; ji ber ku Başûr jî beşek ji Kurdistana mezin e û ew wek kurdistanî vê kiryarê qebûl nakin.

Her wiha, nivîskar û endamê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê, Siûd Meîş wiha axivî: “Gelê Kurd beriya hezarsalan wek hemû gelên din jiya, ew xwedî şaristanî ye û Kurdistan ji bo 4 parçeyan hat parçekirin. Tiştê ku hatiye serê kurdan berê plankirî bû û bi zanabûn bû, em wek Kurd rakirina nexşeya Kurdistanê şermezar dikin.”

Meîş wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker dijminê gelê Kurd e û destwerdanê di kar û barên wê de dike, em bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku rê nede dagirkeriya Tirk ku di kar û barên Kurdan de destwerdanê bike û ku li hember gelê Kurd xwedî li berpirsyariya xwe derkeve.”

Welatparêzê ji Til Temirê, Ehmed Heyder destnîşan kir ku rakirina nexşeya Kurdistanê û danîna nexşeya Başûrê Kurdistanê li şûnê, bertekeke hişk li cem gelê Kurd çêkir, nexasim ku zanîngeh kurdî ye û di nav herêmên kurdî de ye û girêdayî hikumeta Başûrê Kurdistanê ye ku beşek ji wê nexşeyê ye.

Ehmed Heyder wiha anî ziman: “Di dîrokê de Kurd bûn qurbanên siyasetên hemû dewletên Rojhilata Navîn û peymanên navneteweyî. Rakirina nexşeyê jî armanca dewleta Tirk a dagirker a parçekirina Kurdistana mezin bi cih dike, ji ber wê jî hikumeta Başûr berpirsa vê kiryarê ye.”

Meîş wiha anî ziman: “Desthilata PDK’ê bi vê kiryarê nîşan da ku ew di parçekirina xaka Kurdistanê û Kurdistana mezin de bûye hevkar. Em banga cezakirina berpirsên vê kiryarê yên ku dixwazin fikrê parçebûna Kurdistanê belav bikin, dikin.”

Bûyerên ku li Başûrê Kurdistanê diqewimin didin xuyakirin ku desthilata PDK’ê di destê dewleta Tirk a dagirker de bûye amûr û li dijî gelê Kurd bi kar tîne, çi bûyera rakirina nexşeya Kurdistanê çi jî qedexekirina pûla ku nexşeya Kurdistanê û wêneya Papayê Vatîkan li ser bû ku bi boneya serdana Papa Francis bo Hewlêrê di Adara borî de hatibû belavkirin.

(mh)

ANAH