​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-9-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-9-2022`YAN
14 îlon, 2022   23:00

Meclisa Navçeya Dêrikê, ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî li gel êrişên dagirkeriya Tirk, civîneke berfireh li stada Kornîş li dar dixe saet di 17:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya Roja Demokratiyê ya Cîhanê Saziya Êzidiyana kongreyekê binavnîşan Kulîlka Zeytûnê li hola Zana ya Qamişlo li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê diyar kir ku komîteyê li gundewarên Dêrazorê ji bo sala nû ya xwendinê dibistan amade kirine û beriya wê jî ew ê pirtûkan li navendên perwerdeyê belav bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Civakî ya Ermen yekemîn dewreyên perwerdekirina zimanê ermenî li Hesekê bi dawî dike saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya HIqûqî ya Meclisa Jinan hemû komîteyên lihevanînê yên meclisên kantona Hesekê û dadgehên xwe bi rêgezên bingehîn ên qanûnên jinan agahdar dike ku di vê dawiyê de di Kongreya Meclisa Jinan de derketine saet di 110:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên gerîla êrişa Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ya li dijî şervanên gerîla şermezar kirin û rêbaza wê wek rêbaza dagirkeriya Tirk nîşan dan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yek ji fermandara YPJ`ê Evîndar Denîz, destnîşan kir ku di nav vê volkanê de ku her dikelê xilaskirina 2 jinên Êzîdî destkeftiya herî mezin a pêngavê ye û got: “Jinên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine revandin li ku derê bin em ê wan xilas bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hiqûqnasan bêparhiştina rêber Abdullah Ocalan ji "mafê hêviyê" weke rêbazeke nû ya dewleta Tirk a dagirker e da ku ji çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û naskirina mafên rewa yên Kurdan xwe bide alî. Hiqûqnasan bang li hêzên navneteweyî û bi taybet NY`yê kirin ku dewleta Tirk a dagirker neçar bike ku qanûnên têkildarî mafên girtiyên siyasî pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Daîreya Avê ya Reqayê piştî kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê, xebatên xwe yên çavdêriya li ser ava vexwarinê li bajêr û gundewarên wê zêde kirin. Her wiha daîre li ser analîzkirin û dezenfektekirina ava çemê Firatê dixebite da ku welatiyan ji nexweşiyan biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi însiyatîfa xwe û li gel derfetên besît Malbenda Çandê ya Helebê di serdema înternetê de yekemîn kovarek kaxizî di rojabûna rêber Abdullah Ocalan de di 4`ê Nîsana 2022`yan de, derxist. Xebatên xwe ji bo derxistina beşên din didomîne. Armanc jî teşwîqkirina xwendinê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Meclisa Rêveber a Mala Êzidî ya herêma Cizîrê Îlyas Seydo gumanên xwe der barê cidîbûna hêzên navneteweyî de ji bo bidawîkirina DAIŞ`ê anî ziman û got: “Ev dewlet bi awayekî cidî li mijarê nanêrin. Ev xemsariya wan gumanan çêdikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji zêdetirî 4 salan e ji ber êrişên domdar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, cotkarên Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa nikarin bi rihetî biçin nava zeviyên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

Hîna dosyaya lihevhatina hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ne zelal e. Ruxmî ku ji berjewendiya Rûsya û Tirkiyê ne ev lihevhatin pêk were, lê dîsa jî gelek mijarên nakok hene li pêşiyê dibin bend. Gelo ew nakokî çi ne? Planên dagirkeriya Tirk çi ne?

Ji komkujiyan hetanî qirkirina çandî û girtinan, desthilata Tirk a faşîst li hemberî gelan û bi taybetî gelê Kurd sûcên dijmirovî pêk tîne. Bûyer û binpêkirinên wê êdî bênavber li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê diqewimin. Hemû kolan, gund, deşt û çiyayên Bakurê Kurdistanê bûne şahîdên sûcên dagirkeriya Tirkiyê.

Dosya

Di 2014’an de di krîza Sûriyê de komeke çete bi navê DAIŞ’ê derket holê, alozî li welat çêkir û rêya şerê li Sûriyê guherand. Lê belê DAIŞ li Kobanê ket û piştî 5 salan di aliyê erdnîgarî de jî têk çû. Lê niha bi desteka dewleta Tirk û ji ber paşguhkirina navneteweyî hewl dide vegere qada Sûriyê.

ANALÎZ

Dîroka her neteweyekê bi serpêhateyên xwe dagirtî ye. Her mijarek ji wan serpêhateyan di aliyekî wê de kêfxweşî, di aliyê din de jî dibe ku gelek êş bi xwe re dabe jiyankirin. Dema em her dîrokekê dixwînin û şîrove dikin em ji wan  gelek sûd werdigirin. Mîna ku berxwedan di dîrokê de hatiye jiyankirin, di heman demê de dîrok  ji sîxuran jî bêpar nemane.

ANHA