​​​​​​​Li Reqayê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna nexweşiyan tedbîr tên girtin

Daîreya Avê ya Reqayê piştî kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê, xebatên xwe yên çavdêriya li ser ava vexwarinê li bajêr û gundewarên wê zêde kirin. Her wiha daîre li ser analîzkirin û dezenfektekirina ava çemê Firatê dixebite da ku welatiyan ji nexweşiyan biparêze.

​​​​​​​Li Reqayê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna nexweşiyan tedbîr tên girtin
15 îlon, 2022   05:53
REQA – EHMED EL ESAF

Beriya çend rojan Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ava çemê Firatê ji ber kêmkirina wê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, qirêjî bûye. Di encamê de nexweşiya kolerayê di vê dawiyê de li Reqa û Dêrazorê belav bû.

Komîteyên pêwendîdar ji bo kontrolkirina nexweşiyê tedbîrên pêşîlêgirtinê digirin.

Têkildarî mijarê gerînendeyê Daîreya Avê ya Reqayê endezyar Hisên El Cerceb tedbîrên ku ji aliyê Daîreya Avê ya Reqayê ve ji bo başkirina kalîteya ava vexwarinê hatine girtin, eşkere kirin.

Hisên El Cerceb wiha got: "Kêmbûna asta ava Firatê bandor li kalîteya ava vexwarinê dike. Ji bilî wê jî ava çandiniyê û kanalîzasyonan jî diçe nava çem. Ger ev yek berdewam bike dê bandorê li ser kalîteya avê bike û dê qirêjî bibe û nayê vexwarin."

Sêşemê, koordînatorê kar û barên mirovî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Umran Rêza di daxuyaniyekê de wiha gotibû: "Tê bawerkirin ku belavbûna nexweşiyê girêdayî avdana zeviyan a bi ava qirêjî û bi vexwarina xelkê ya ava nepaqij ji çemê Firatê ye ku Sûriyê ji bakur heya rojhilat dabeş dike."

Wekî her carê, berpirsê Neteweyên Yekbûyî bal nekişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker, di nav de jî qutkirina ava çemê Firatê û kontrolkirina herikîna ava çem ku avê dide nêzî 5 milyon welatiyên Sûriyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê; ji Dêrazorê heta parêzgeha Helebê.

Gerînendeyê Ajansa Rewşa Lezgîn a Herêmî ya WHO’yê ji bo Herêma Rojhilatê Deryaya Spî,  Rick Brennan jî wiha got: "Ajansê ji 25'ê Tebaxê ve 8 kesên ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye tomar kirin, ji wan 6 li Helebê û 2 jî li Dêrazorê ne."

El Cerceb ev tişt  got: "Di derketina rewşên jehrîbûn an jî nexweşiya kolerayê de, koordîneyek bi Komîteya Tenduristiyê û Rêveberiya Jîngehê ya Meclisa Sivîl a Reqayê re heye da ku cih were destnîşankirin û li cihên ku nexweşî yan jî rewşên jehrîbûnê derdikevin, paqijiya avê were mîsogerkirin."

Gerînendetiya Avê ya Reqayê gerên li stasyonên ava vexwarinê û boriyên ku avê vediguhêzin, her wiha çavdêrîkirina rêjeya klorê û paqijkirina avê, zêde kirine. Di van geran de avê analîz dikin.

El Cerceb wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heger dewleta Tirk qutkirina ava Firatê li ser Sûriyê berdewam bike, dê felaketeke mezin biqewime, çi di asta ava vexwarinê çi jî ava avdanê de, dê bandoreke mezin li jîngehê bike."

El-Cerceb bang li rêxistinên navneteweyî û NY’yê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku para Sûriyê bi temamî ji ava çemê Firatê berde û di şerê li ser herêmê de avê bikar neyne.

Li aliyekî din jî laboratûwarê Beşa Analîz û dezenfektekirinê ya li stasyona sereke ya Reqayê, Telal El Camûs jî wiha got: "Bi kêmbûna asta Çemê Firatê re, helbet dê av qirêj bibe û li herêmê bibe sedema felaketekê."

Girêdayî karê laboratuarê El Camûs ev tişt anî ziman: "Em nimûneyên avê li Reqa û gundewarên wê digirin û di sê laboratûwarên fîzîkî, kîmyewî û bakteriya de tên analîzekirin. Li ser vê bingehê, av tê nirxandin ka vexwarina wê ewle ye yan na."

El Camûs di dawiyê de ev agahî parve kirin: "Di van demên dawî de, piştî ku di encama kêmbûna ava Firatê de hin nexweşî derketin, me karê xwe zêde kir û me rojane nimûne ji ava çemê Firatê birin û tehlîl kirin. Her wiha stasyonên avê li bajar û gundewarên wê jî tên çavdêrîkirin. Li ser vê bingehê stasyon û werşeyên ji bo paqijkirina boriyan û zêdekirina paqijiyê ji bo parastina gelê li bajar û gundan, tên agahdarkirin."

(hs)

ANHA