Di nava dîrokê de rûpelên reş- Zîlan HÊVÎ

Di nava dîrokê de rûpelên reş- Zîlan HÊVÎ
15 îlon, 2022   00:22

Dîroka her neteweyekê bi serpêhateyên xwe dagirtî ye. Her mijarek ji wan serpêhateyan di aliyekî wê de kêfxweşî, di aliyê din de jî dibe ku gelek êş bi xwe re dabe jiyankirin. Dema em her dîrokekê dixwînin û şîrove dikin em ji wan  gelek sûd werdigirin. Mîna ku berxwedan di dîrokê de hatiye jiyankirin, di heman demê de dîrok  ji sîxuran jî bêpar nemane.

Kesên ku ji dîrok, civak û hebûna xwe bê agahî jiyan dikin û xizmeta civakên xwe nakin ji ber wê ye ku heya qirikê di nava cehaleta xwe de fetisîne û  ji jiyana birûmet bêpare mane. Ji ber wê jî destê xwe xistine destê dijminê xwe. Lê  ew dijmin her roj li ber çavên her kesî qirkirinê li dijî civaka wî pêk tîne, lê ew kes ji bo hebûna xwe misoger bikin, civaka xwe dike qurbana berjewendiyên xwe û dibe dûvikê neyarê xwe û  ji bo du qurişan çavên wî her li deriyê dijmin e. Ji ber wê  kesê  sîxur cihê wî di nava civakê de tune ye. Kesên sîxur wê her  di dîrokê de were lenetkirin û cihê wî di sergoyê dîrokê de be .

Kesê li dijî gel, welat û dîroka xwe sîxurtiyê dike cihê wî ne ligel dijmin heye, ne jî di nava civakê de heye. Tenê ji aliyê dijmin ve tê bikaranîn û bi rêya wan fihûş, medayên hişbir û karên bêexelaqî dide kirin, civakê xira dikin û dest diavêjin keçên ciwan û zarokan û dest diavêjin nirxên civakê jî. Ji bo ciwanan bixin nava van karên sîxurtiyê, çi ji destê wan tê dikin. Di demên dawîn de me dît ku zarokên keç bi temenê ciwan hatin tecwizkirin û kuştin. Kesên ku medayên hişbir bi kar tînin ji dervayî karê bêexlaqiyê û sîxurtiyê tiştekî din nakin û ji exlaq û pîvanê civakê dûr jiyan dikin. ji bo wan kesan ne welat, ne exlaq, ne jî pîvanên civakî girîng in.

Di van demê dawîn de bi rêya bernameya Rûyên Veşartî hinek sîxur derketin ser ekranê Ronahî TV . Em dibînin çawa bi xwîneke sar nav, cih û îhdasiyatên pêşengên civakê didin dijmin û wan şehîd dixin. Ji bo sed û du sed dolaran, xwe û malbatên xwe difroşin dijmin. Tenê li vir bi dawî nabe. Kesên din jî bi xwe re dixin nava sîxurtiyê û wan bi kar tînin, jinan jî bi xwe re dixin nav karê sîxurtiyê û  bi teybet kesên ku bedel di şoreşê de dane kesên ku gel bawarî dabe wan, dest diavêjin wan kesan ji bo ku bêbawariyê di nava gel û herêmê de bidin avakirin û êdî kes bawariyê nede kesî. Dijmin bi rêya wan sîxuran dixwaze civakê ji hudnir de hilweşîne. Me dît çawa dest avêtin malbetên me yên şehîdan jî. Derveyî van jinan jî dixin nava van xebatên qirêjî û wan jî bi kar tînin. Ji bo bikarin bi rehetî xizmetî dijmin bikin û agahiyan zû bigihînin dijmin, jinên xwe bi xwe re dixebitînin û dixin nava xebatê sîxurtiyê.

Ji ber vê yekê pêwîste her jinek xwe bigihîne asta zanebûnê û xwe birêxestin bike ku neyê lîstoka zilamê derewcî û hîlebaz. Ev yek dide diyarkirin ku dema jin ji qada zanebûnê û rêxıstinê dûr bimîne dikeve xezmetê her lîstokeke zilamê serdest.

Ez bawarin piştî temeşekirina bernameya Rûyên Veşartî hişiyarî bi civakê re daye çêkirin ku dijmin bi çi awayî û bi çi rêbazî xwe di nava me de  bi rêxestin dike. Ji ber vê yekê pêwîst e ji hemû aliyan ve hişiyar bin û neyên lîstoka kesên sîxur û xwefiroş. Em hemû dizanin ku temenê kesên sîxur kurt e. Weke em dibînin ku bi hemleya Sondê hatin girtin. Dibe ku gelek kesên din yên sîxurtiyê dikin hebin, dema gel û civak hişyar be ew sîxur wê nikaribin bi hêsanî agahiyan bidin dijmin, ji ber vê pêwîst e hemû kes li hemberî kiryarên sîxuran hişyar be û ji bo du qurişan xwe nefiroşe dijminê neyar û xwînxwar.

ANHA