​​​​​​​Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê xebatên sererastkirina kolanan didomîne

Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê dest bi ziftkirina gelek kolanên navçeyê kir.

​​​​​​​Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê xebatên sererastkirina kolanan didomîne
​​​​​​​Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê xebatên sererastkirina kolanan didomîne
​​​​​​​Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê xebatên sererastkirina kolanan didomîne
​​​​​​​Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê xebatên sererastkirina kolanan didomîne
​​​​​​​Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê xebatên sererastkirina kolanan didomîne
14 îlon, 2022   18:00
HESEKÊ

Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê di çarçoveya projeyên ku pêşkêş dike de, dest bi sererastkirin û ziftkirina kolanên navçeyê ji kolana şehîd Ebid El Îlah kir.

Hevserokê Şaredariya Gel a Til Temirê, Mihemed Baqî Gotî ji ajansa me re axivî û got: “Me dest bi projeya sererastkirina kolanên navçeyê kir. Xebat ji bo ziftkirina kolana taxa şehîd Ebid El Îlah berdewam e.”

Gotî wiha domand: “Me kolana Hîzam (kember) a li taxa şehîd Arkêş sererast kir. Tenê maye em wê zift bikin. Xebat niha li taxên şehîd Xebat û Îbrahîm berdewam in.”

Li gorî Gotî, lêçûna ziftkirina kolanên navçeyê 16 hezar û 600 dolar e.

(dm)

ANHA