Çeteyê ku du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd xistine hat girtin

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku îro Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Minbicê çeteyê ku du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd xistine, girt.

Çeteyê ku du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd xistine hat girtin
14 îlon, 2022   14:15
MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser rûpela xwe ya Facebookê da zanîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Minbicê çeteyê reviyayî Ebdurehman El Hecî yê ku du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd xistine, li taxa Hezawne ya başûrê rojhilatê bajêr, girt.

Di encama şerê navbera wî û hêzan de berî ku were girtin, çete birîndar bû.

(mh)

ANHA