​​​​​​​Panela `Nameya Olan di belavkirina aştiyê de berdewam` e

Kesayetên îslamî, xiristiyan, zeredeşt û êzidî balkişandin ser têgeha aştiyê û rola olan di xurttirkirina vê têgehê de û destnîşan kirin ku ol di cewherê xwe de tundiyê red dikin û jiyana aştiyane di navbera hemû kêmneteweyan de teşwîq dikin. Her wiha diyar kirin ku rola malbat û dibistanê di runîştandina pergala nirxan li cem zarokan de, gelek girîn e.

​​​​​​​Panela `Nameya Olan di belavkirina aştiyê de berdewam` e
14 îlon, 2022   14:09
QAMIŞLO

Vê sibê Meclisa Olî ya Jinan a girêdayî Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Kombûna Oldar û Baweriyan a Mezopotamyayê panelek bi navnîşan “Nameya Olan di belavkirina aştiyê de” li Hola Zana ya Qamişloyê bi beşdariya nêzî 50 nûnerên olan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Meclisa Malbatên Şehîdan, Yekitiya Ragihandina Azad, partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin.

Di panelê de nûnera olza zerdeştî Hude Şêxmûs, endama Yekitiya Jinan a Suryan Sebah Yaşor, hevseroka Mala Êzidî ya herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm, endama rêveber a Akademiya Îsalama Demokratîk û Amadekirina Metaryalan Besîra Xelîl di beşa yekemîn a panelê de ku bi navnîşan “Nêrîna olan di belavkirina aştiyê de û çi tê xwestin heta ev pêk were” axivîn.

NERINA OLAN DI BELAVKIRINA ASTIYE DE

Endama rêveber a Akademiya Îslama Demokratîk Besîra Xelîl rola îslamê di belavkirina aştiyê de wiha şîrove kir: Hemû ol destnîşan dikin ku aştî rêgezeke sabît a olan e. Hemû ol maf didin mirov ku di nav aştî, ewlehî û rihetiyê de bijî. Banga parastina ruh, aqil, nijad, mal û olê dikin. Her terorek bi navê olê, jê dûr e.

Girêdayî rola jinan di belavkirina aştiyê de, Besîre Xelîl wiha anî ziman: “Jinan roleke mezin di belavkirina aştî û wekheviyê de lîst ji serdemên berê heta avakirina YPJ`ê.”

AŞTÎ TÊGEHEK BEROVAJÎ ŞER Û TUNDIYÊ YE

Her wiha endama Yekitiya Jinan a Suryan Sebah Yaşûr balkişand ser rola ola xiristiyan di belavkirina aştiyê de û wiha domand: “Aştî têgehek berovajî şer û tundiyê ye, mîna nakokiyên olî, taîfî û siyasî. Aştî tê wateya ewlehî, hevsengî û aramiyê. Çanda aştiyê ji gelek xalên reftariyên rojane û helwestên cuda pêk tê ku dehf dide mirovan ji derveyî ol û nijadê, rêzê ji hev re bigirin.”

Nûnera ola zerdeşt Hûda Şêxmûs behsa rola zerdeşt di belavkirina aştiyê de kir û got: “Pêxember zerdeşt dibêje jêdera hemû olan yek e. Hemû jî banga belavkirina aştiyê, hezkirinê û biratiyê û qebûlkirina aliyê din dikin.”

Hevseroka Mala Êzidî ya herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm jî diyar kir ku divê hemû ol ji berjewendiyên siyasî dûr kevin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em rêzê ji hemû olan re digirin. Em banga aştî û hezkirinê dikin.”

ROLA SAZIYÊN PERWERDEYÊ Û DIBISTAN DI AVAKIRINA KESAYETA ZAROKA A JI DIYALOGÊ RE VEKIRÎ

Têkildar mijara din a panelê, endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî behsa rola saziyên perwerde û malbatê di avakirina kesayeta zarokan a ji diyalogê re vekirî de kir û rola saziyan, mamosteyan di belavkirina aştiyê de bi rêya perwerdekirina zarokan ji temenên biçûk de.

Dekanê Fakulteya Zanyariyên Olî ya Zanîngeha Rojava Mazin Harûnî bi Welîda Botî re di heman nêrînê de bû têkildarî pêwîstiya xurtkirina perwerdeyê û got: “Rola saziyên perwerdeyê û malbat bi hev ve girêdayî ye. Ji ber roleke mezin di geşepêdana zarokan de dilîzin. Malbat jî, exlaq di wan de diçînin.”

Harûnî diyar kir ku perwerde yek ji aliyên herî girîng a geşepêdana zarokan e û wiha domand: “Bi rêya perwerdeyê em ê bigihêjin aştî û azadiyê û avakirina kesayetek û civakeke rast.”

Panel bi nîqaşkirina mijarên din berdewam dike.

ANHA