Birîndar bûn û mala wan hilweşiya lê gundê xwe terk nekirin

Di ecnama topbarana dagirkeriya Tirk a li ser Til Temirê de welatiyek û dayika wî ya 80 salî birîndar bûn û xaniyê wan bi temam hilweşî, lê dîsa jî wan dev ji gundê xwe berneda û piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî re anî ziman.

Birîndar bûn û mala wan hilweşiya lê gundê xwe terk nekirin
14 îlon, 2022   06:25
HESEKÊ

Di 24’ê Tîrmeha borî de navçeya Til Temirê ya Hesekê bi giranî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hat topbarankirin, bi taybet gundê Micêbra yê li ser rêya M4.

Di encamê de xaniyê welatiyê bi navê Ferhan Elî Necim hat topbarankirin, ew û dayika xwe ya 80 salî ji serî û lingên xwe birîndar bûn.

Tevî giraniya topbarana dagirkeriya Tirk li dijî gundan, dîsa jî malbata Ferhan Necim dev ji mala xwe ya hilweşiyayî bernedan. Her wiha li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ber xwe didin û piştgiriya hêzên leşkerî dikin.

Topbarana li dijî gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zirarê digihîne xaniyên şêniyan, avahiyên xizmetguzaiyê û perestgehan, di encamê de gelek sivîl birîndar û şehîd dibin, ev hemû bi wê armancê ye ku dagirkeriya Tirk herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bike.

Hevjîna Ferhan Necim, Kewkeb El Bedir ji ajansa ANHA’yê re wiha axivî: “Saet 7’ê sibehê dema ku me taştê dixwar, me dengê topan bihîst, yek ji wan li xaniyê cîranê me ket di encamê de xwediyê male şehîd bû, piştre xaniyê me jî hat topbarankirin û bi ser serê hevjînê min û dayika wî de hilweşî.”

Hevjîna Ferhan Necim teqez kir ku ew wek şêniyên gund tu carî xaniyên xwe bernadin û ew ê li kêleka hêzên leşkerî li hember dagirkeriyê bisekinin.

Der barê rewşa tenduristî ya hevjînê xwe û dayika wî de, Kewkeb El Bedir wiha axivî: “Pêwîstiya hevjînê min bi emeliyata ji mejî heye û çend parçeyên hesin di zik û pişta dayika wî de jî mane.”

Kewkeb El Bedir wiha domand: “Ji ber wê bûyerê, xesiya hişê xwe ji dest da, keça min jî bi şev bi tirs hişyar dibe û diqîre.”

Kewkeb El Bedir diyar kir ku birîndarbûna hevjînê wê û dayika wî, xerabbûna rewşa derûnî ya keça wê û hilweşîna xaniyê wan nehiştin ku ew dev ji gundê xwe berdin û destnîşan kir ku ew ê di xaniyên xwe de bimînin û rê nedin senaryoya Serêkaniyê ya 9’ê Cotmeha 2019’an li gundê wan dubare bibe.

Di dawiya axaftina xwe de, Kewkeb El Bedir bang li civata navneteweyî kir ku xwedî li erka xwe derkeve û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê bi dawî bike.

 (mh)

ANHA