Wateya girtin û biryardariyê li pişt hesinên girtîgehê-Omer MÛSA

Wateya girtin û biryardariyê li pişt hesinên girtîgehê-Omer MÛSA
14 îlon, 2022   06:40

Rêjîmên zordest bi siyaseta girtin û dûrxistinê, xwestin bandora siyasî û çalakbûna civakî ya girtiyan têk bibin, yanî wan ji xemên gel û dozên wan dûr bixin. Lê ev yek pêk nehat, ji ber rola girtî û dîlgirtiyan bi biryardariya xwe ya li girtîgehan di dozên xwe yên nîştimanî de du qat zêdetir bû û tevî dûrbûnê, ji nêz ve bi dozên gelê xwe re eleqedar bûne.

Fîlozofê îtalî Giorgio Agamben, zemîna ku fikr û polîtîkaya girtinê li ser hatiye avakirin û avakirina girtîgehan wiha dinirxîne; îzolekirina girtiyan, dûrxistina wan ji rewşa siyasî û veguherandina wan wekî hebûnên rût ango jiyana biyolojîk a xwerû û bêbandorkirina çalakbûna siyasî a mirovan û têkbirian rola wan a siyasî. Ruxmî ku girtîgeh bi xwe li ser zemîneke neqanûnî hatine avakirin, lê bi demê re veguherîne beşek ji pergala hiqûqî ya netewedewletê.

Em dibînin ku rejîm hewl didin girtî û dîlgirtiyan ji rola wan a civakî û siyasî li cihê ku tê de ne, dûr bixin. Ew jî bi rêya “girtinê” pêk tê. Hewlên wan heta radeyekê bi bin ketin. Ruxmî dûrketina fîzîkî û derûnî ya dîlgirtiyan ji rewşa wan an jî erdnîgariya ku lê dijîn, lê îradeya girtiyan zindî bûye û bûne beşek ji tevna civakî û siyasî ya gelê xwe.

Em dikarin bêjin ku rêber Abdullah Ocalan û dîlgirtiyên ji Filistînê, nimûneyên pratîk ên şikandina vîna dagirkerî û çewisandinê, têkbirina planên dûrxistina wan ji dozên wan û desteserkirina nasnameya wan a siyasî ne.

RÊBER ABDULLAH OCALAN

Em bala xwe bidin serpêhatiya rêber Abdullah Ocalan, em dibînin ku dîlgirtîbûn, ne dawiya çîrokê bû. Lê belê kilîta teşeyekî din ê çîrokê bû. Rejîma Tirk bawer kir ku dîlgirtin û tecrîd, dê rêber Abdullah Ocalan wek semboleke şoreşgerî û faktorekî siyasî yê girîng di tevna xwe ya civakî û doza xwe de, ji holê rake. Rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de, bi dehan pirtûk û lêkolînên di aliyên siyasî, dîrok, civak û felsefe û li ser taybetmendiya helwesta wî û cihê teng ê tê de ye, nivîsandin. Pirtûk û nivîsên Ocalan ên siyasî, li gorî helwesta wî ji hilweşandina rêyên felsefe û ramanê wêdetir derketiye, hemû rêgeh derbas kirine û xeteke siyasî ya ber bi azadiyê ve xêz kiriye.

Li gel sînordarkirina madî, rêber Ocalan birêvebirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) domand. Berovajî wê, dîlgirtin û dûrxistinê, armanca ku Tirkiyê dixwest pêk neanî. Ew jî dûrxistina Ocalan ji rewşa giştî û valaderxistina çalakbûna wî ya siyasî ye. Bi wê re Ocalan piştî dûrxistinê û dîlgirtinê veguherî sembola çareseriyê. Qîmeta rêber Ocalan du qat bû û zivirî sembola têkoşîna Kurdan. Ruxmî girtîgehê û dûrxistinê, ji ber ku bi doz û têkoşîna xwe ve girêdayî bû wateya Ocalan ji raya giştî ya cîhanê dûr neket. Lê belê ew di girtîgehê de veguherî sembola aştiyê. Tevî ku dewleta Tirk hewl dide wêneya wî şeytanî bike.  

Îro piştî gelek salên dîlgirtin û dersînordarkirinê, nirxê Ocalan û bandora wî ya siyasî neguheriye. Tevî armanca Tirkiyê ya sereke ku bi dîlgirtina wî, wî ji qada kurdî bi giştî dûr bixe. Lê îradeya Ocalan ev yek têk bir û girtîgeh tenê bû qada pêkanîna çalakiyên siyasî û meşandina têkoşîna ji bo doza xwe. Ji ber vê yekê Ocalan tevî hemû bendên ku derdora wî dorpêç kirine û çavên ku li her tevgera wî temaşe dikin, bû kilît û deriyê çareseriyê.

DÎLGIRTIYÊN FÎLISTÎNÎ

Em dikarin heman modelê ji bo dîlgirtiyên filistiyan jî bi bîr bixin. Îsraîl ji ber çalakiya siyasî ya fîlistiyan. Îsraîlê her fîlistîniyê ku digirt ji ber çalakbûna wî ya siyasî û hewldanên avakirina an xizmetkirina tevgereke siyasî bû ya ku Îsraîlê li ser xwe xetere didît. Armanca din jî dûrxistina ji qada civakî û erdnîgarî ku mirov bi koma xwe ve girê dide ye. Ji vê yekê dixwaze xetereya wan, çalakiya wan a siyasî dûr bixe û karîgeriya wan a siyasî bê kêr bike û ji rewşa gelê wan dûr bixe. 

Lê, çi bû? Dîlgirtiyên fîlistînî di nav de Merwan El Berxûsî, Ehmed Sedat, Kerîm Yûnis û Naêl El Berxûsî bi karîgeriya xwe ya siyasî ve girêdayî man û veguherîn sembola her çareseriyeke pêkan. Îsraîlê nekarî rê li pêşiya dîlgirtiyan bigire ku cihê xwe yê siyasî û karîgeriya xwe di dozên gelê xwe de bidomînin. Her wiha di rewşa giştî ya Filistînê de bûn faktorên çalak. Dîlgirtiyên filistînî di hepsê de, di qada siyasî û civakî ya Filistînê de hêzeke çalak man. Berovajî wê jî, dîlgirtiyan ji bo pêkanîna guhertineke rastîn li ser erdê sala 1987`an bûn sotemenî. Greva dîlgirtiyan a di girtîgehên Îsraîlê de bû çirûska destpêkirina serhildana yekemîn û di nav rêveberiya serhildanê de dîlgirtî hebûn ku ji girtîgehan serhildan bi rê ve birin.

Li rex wê jî, dîlgirtiyên filistînî, komîteyên perwerdeyê ava kirin. Di girtîgehan de binesaziya perwerdeyê û birêxistinkirinê ava kirin da ku girêdana xwe ya rêxistinî û peywendiyên xurt bi derve re bidomînin. Di wan salan de, dîlgirtiyan hewl dan çarenûsa xwe ya li girtîgehan û li derve heman be. Dema rewş li derve nakok be, girtîgeh jî vediguherîn qadên protestoyê.

Dîlgirtiyên filistînî bûn serenava giştî ya hemû komên Filistînê. Sala 2006`an de dîlgirtiyên filistînî roleke mezin di vegerandina yekitiya nîştimanî bi rêya hevpeymana nîştimanî lîst ku di girtîgehan de hate sazkirin û komên filistînî xwedî lê derketin. Di encamê de sala 2007`an yekemîn hikumeta yekitiya nîştimanî ava bû.

TÊKBIRINA ARMANCÊN PERGALÊN DESPOT

Ger em vegerin têgeha fîlozof Giorgio Agamben a têkildarî armanca girtinê û avakirina girtîgehan, em dikarin bêjin ku dîlgirtiya-Ocalan û dîlgirtiyên filistînî-modelên pratîk û rastîn in ku hevkêşeya pergalên despot şikandin û girtîgeh û zindan ji wateya wê ya siyasî derxistin. Ji kêliya girtinê û heta niha, dîlgirtî karîgeriya xwe ya siyasî di doz û wijdana gelên xwe de domandin û veguherîn sembolên çareseriyê.

(şx)

ANHA