Dewleta Tirk li pey lihevhatina bi Şamê re ye lê leşkerên wê dike armanc, li piştperdeyê çi diqewime?

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Mihemed El Hemdan diyar kir ku bombebarana artêşa Tirk a dagirker li ser nuqteyên hêzên hikumeta Şamê ku hemwextî hewldanên dewleta Tirk ên lihevhatinên bi Şamê re tên kirin "gaveke ji bo xapandina opozîsyonê ye ku di bin baskê wê de ye, da ku jê re piştrast bike ku ew hîn bi rejîmê re di nava nakokiyan de ye."

Dewleta Tirk li pey lihevhatina bi Şamê re ye lê leşkerên wê dike armanc, li piştperdeyê çi diqewime?
14 îlon, 2022   05:59
KOBANÊ

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Mihemed El Hemdan ji ajansa ANHA’yê re axivî û bal kişand ser nermbûna dîplomatîk ku berpirsên dewleta Tirk li hember hikumeta Şamê hemwextî hedefgirtinên dawî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Der barê mijarê de Mihemed El Hemdan wiha got: "Serokkomarê Tirkiyê îdia dikir ku ew ê li Şamê nimêjê bike. Bi piştgiriya Qeterê li herêmê projeya wî ya Îxwanî jî hebû, lê piştî têkçûna projeya wî, hêdî hêdî ji bo rejîmê dev ji xetên sor berda û opozîsyon radestî Rûsyayê kir, îro jî tişta ku Rûsya jê dixwaze, pêk tîne."

Der barê bombebarana dewleta Tirk a li ser nuqteyên hikumeta Şamê de ku hemwextî axaftinên berpirsên dewleta Tirk a dagirker ên li ser pêwîstiya lihevhatina bi hikumeta Şamê re tê kirin, Mihemed El Hemdan wiha got: "Ev bombebaran gavek ji bo xapandina opozisyonê ya ku dîsa di bin baskê wê de ye da ku jê re piştrast bike ku ew hîn bi rejîmê re di nav nakokiyê de ye. Di rastiyê de, ew bi navbeynkariya Rûsiya re, ji dema ku deverên Derayê radestî rejîmê kirin, bi rejîmê re ketiye nav têkiliyeke lihevhatinê. Ger wiha nebûya, dewleta Tirk a dagirker wê 3 sal berê baregehên rejîmê bombebaran bikirana."

El Hemdan diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji dema rizgarkirina herêmên wê ji çeteyên DAIŞ`ê, wan kariye xwe di aliyên siyasî, leşkerî û aborî de bi rêxistin bikin, berovajî herêmên din ên Sûriyê ku alozî lê heye. El Hemdan wiha dirêjî da gotina xwe: "Îro rêxistinkirî ne û ber bi aramiyê ve diçin. Li herêmê her kes li dora vê rêveberiyê kom bûye, dewleta Tirk ji projeya wê ya demokratîk ditirse ku dê bandorê li wê bike û astengiyên ku li ser gelê xwe ferz dike, wê bişikîne."

'RÊVEBERIYA XWESER YEKANE ÇARESERIYA BIDAWÎKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ YE'

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Mihemed El Hemdan li ser berdewama aloziya Sûriyê bêyî gihiştina çareseriyek ku gelê Sûriyê razî bike wiha got: "Rejîmên desthilatdar li hemû cîhanê dişibin hev, ev rejîm dixwazin krîza Sûriyê berdewam be, ji ber ku ew sûdê ji vê aloziyê werdigirin. Ji ber ku armanca yekem a van rejîman, koçberkirina gelê Sûriyê û dagirkirina axê wî ye."

El Hemdan ev tişt got: "Rêveberiya Xweser çareseriya herî baş  ji hemû herêmên Sûriyê re ye, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî beşek ji Sûriyê ne û em tu carî nafikirin ku ji wê veqetin. Berovajî gotegotên ku ji aliyê dagirkerên çavê wan li herêmên me, tên belavkirin. Bi vê hincetê dixwazin aramî û ewlehiya li herêmên me têk bibin. Tişta ku gel dixwaze jî, ev rêveberiya ku ew bi xwe rêveberiya xwe dike ye da ku bibe tova çareseriya aloziya Sûriyê."

Mihemed El Hemdan herî dawî wiha bang li gelên herêmê kir: "Pêwîst e gelê herêmê li dor Rêveberiya Xweser bibe yek, ji ber ku bi vê tenê dê sûrî bikarin bigihêjin çareseriyeke ku dawî li karesat û koçberiya wan bîne."

(hs)

ANHA