Zanîngeha Rojava dest bi tomarkirina ji bo mufadeleya sala nû kir

Li Zanîngeha Rojava tomakirina xwendekaran ji bo mûfadeleya sala nû ya perwerdeyê dest pê kir.

Zanîngeha Rojava dest bi tomarkirina ji bo mufadeleya sala nû kir
13 îlon, 2022   10:19
QAMIŞLO

Li Zanîngeha Rojava tomarkirina ji bo Hevyazbariyê (mûfedeleyê) sala nû ya perwerdeyê ya 2022-2023'an dest pê kir, bi sedan xwendekarin kantona Cizîrê xwe tomar dikirin. 

Xwendekarê  bi navê Mehmud Mihemed  yê ji bajarê Hesekê got: ”Em ji bo tomarkirina mûfadeleyê hatine. Ev sala xwendinê hêsan bû, peleya min a ji sedî 93'ye. Min beşa hiqûq tomarkir, îsal tu pirsgirek di mûfadeleyê de tune bûn û ev sal gelekî baş bû."

Xwendekara bi navê Merwa Silêman a ji bajarê Qamişlo û got:”Min navê xwe di  beşa Endiziyara Çandiniyê de tomar kir. Îsal tomarkirina mûfadelê baş bû, peleya min ji sedî 83 e."

Serokê Navenda Hevyazbariyê (Mufadeleyê) ya Zanîngeha Rojava, Mihemed Şêxmûs duh di hevpeyvînekê li gel ajansa me de diyar kiribû ku tomarkirin wê heta 22`yê Îlonê berdewam bike.

Mihemed Şêxmûs destnîşan kir ku mufadeleya îsal, ji sala borî cudatir e, ji ber ku sala borî berî ku xwendekar derbasî fakulteyê bibin di ezmûnan re derbas dibûn, lê îsal ew ezmûn hat rakirin.

 Şêxmûs wiha anî ziman ku 10 fakulte li Zanîngeha Rojava hene û peymangehên Peywendî, Mîkatronîk, Kompîtur û Endezyarî bûn fakulte. Mihemed Şêxmûs got, îsal beşa Biokîmya li fakulteyê zêde bû, hinek beş hene dê mufadeleya wan a duyemîn hebe.

 (hh)

ANHA