Ji bo nasandina fikrê rêber Ocalan çalakiya pirtûkxaneya gerok

Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan di çarçoveya hemleya “Werin Cenga Azadiyê de” çalakiya pirtûkxaneya gerok li bajarokê Girbawî û gundên derdorê yên girêdayî kantona Qamişlo dest pê kir.

Ji bo nasandina fikrê rêber Ocalan çalakiya pirtûkxaneya gerok
13 îlon, 2022   11:51
 QAMIŞLO

Di nava rêzeçalakiyên ciwanên Roajva-Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di çarçoveya hemleya “Werin Cenga Azadiyê” de, ji bo nasandina fikrê rêber Abdullah Ocalan bi gelên herêmê, vê sibehê çalakiya pirtûkxaneya gerok li bajarokê Girbawî ya girêdayî kantona Qamişlo hat destpêkirin û pirtûk û parêznameyên rêber Ocalan li ser şêniyên bajarok û gundên derdorê hatin belavkirin.

Tevgera Ciwnên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi hevkariya Meclis Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) çalakî organize kiriye, ew jî otobîseke bi wêneyên rêber Ocalan û alên PYD`ê hatiye xemilandin û pankertên bi nivîsên “Li dijî dagirkerî û îxanetê Werin Cenga Azadiyê” pê ve hatine daliqandin.

Di otobîsê de bi dehan pirtûk û parêznameyên rêber Abdullah Ocalan ên bi zimanên kurdî û erebî, pirtûkên din ên li ser çîrok û destanên gerîla li çiyayên Kurdistanê, her wiha pirtûka Dîroka Rojhilata Navîn a şehîd Rustem Cûdî, hene.

Endamê Komîteya Ciwanan a PYD`ê Sefqan Zekî Osman diyar kir ku armanca wan ji vê çalakiyê, belavkirina fikrên rêber Ocalan di nava şêniyan û bi taybet ciwanên bajarokê Girbawî û gundên girêdayî wê de ye û got: “Ciwan bingeha şoreşê û serkeftina wê ne. Armanca me ya din jî belavkirina çanda xwendinê di nava civakê de ye.”

Osman da zanîn ku dê çalakiya wan heta çend rojan bidome û got: “Piraniya pirtûkên tên belavkirin li ser dîroka Kurdan, Krudistanê û Rojhilata Navîn in.”

Welatiya bi nave Bêrîvan Îbrahîm a ji bajarokê Girbawî jî tekezî bi girîngiya vê çalakiyê kir û wiha axivî: “Ev pirtûkxane ji bo belavkirina fikrê rêbertî di nava civakê de, pir girîng e. Her wiha ji bo belavkirina çanda xwendinê jî girîng e.”

Tevgera Ciwanên Şoreşa ên Sûriyê bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan di 16`ê Çileyê de çalakiya pirtûkxaneya gerok li herêma Cizîrê dabû destpêkirin. Ev çalakî di çarçoveya hemleya “Werin Cenga Azadiyê” ya ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û Însiyatîfa “Edaleta Navneteweyî ji bo Kurdan” a ji bo rakirina navên PKK`ê ji “lîsteya terorê” hatibû organîzekirin û gelek rojan li bajar û navçeyên herêma Cizîrê dewam kiribû.

ANHA