Emîra Xelef a di êrişa li ser Şehbayê de birîndar bibû, şehîd bû

Emîra Hisên Xelef (13) ya ku di êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya roja 19'ê Tebaxa borî de li Şehbayê birîndar bibû, şehîd bû.

Emîra Xelef a di êrişa li ser Şehbayê de birîndar bibû, şehîd bû
13 îlon, 2022   10:00
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê roja 19'ê Tebaxa borî gundên Hasîn, Qeramil, Bêlûniyê, Eyn Deqnê û navenda navçeya Til Rifetê yên kantona Şehbayê topbaran kirin.

Di topbaranê de welatiya bi navê Xedîce Welo (55) û zaroka bi navê Emîra Hisên Xelef (13) yên ku gundê Til Deman ên Helebê ne, birîndar bûn.

Rêveberê Nexweşxaneya Avrîn Dr. Azad Reşo bi rêya telefonê angahî da ANHA'yê û diyar kir ku Emîra Hisên Xelef ku 24 rojan di bin çavdêriyê de bû, şehîd bû.

ANHA