Rûspiyên eşîrên Ereb û Kurdan: Têkbirina dagirkeriya Tirk kilîta bidawîkirina DAIŞ`ê ye

Rûspiyên eşîrên Ereb û Kurdan îşaret bi girîngiya bidawîkirina dagirkeriya Tirk kir ku pê re xetereya çeteyên DAIŞ`ê ji holê radibe. Rûspiyan xebatên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ji bo tunekirina xetereya DAIŞ`ê silav kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku piştgiriya hewldanên hêzên leşkerî bikin û dosyaya DAIŞ`ê bi rewşa ewlehiyê ve sînordar nekin.

Rûspiyên eşîrên Ereb û Kurdan: Têkbirina dagirkeriya Tirk kilîta bidawîkirina DAIŞ`ê ye
12 îlon, 2022   05:47
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 25`ê Tebaxa derbasbûyî ji bo têkbirina şaneyên DAIŞ`ê û misogerkirina ewlehiya Kampa Holê, qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" ragihand. Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi gef û êrişên artêşa Tirk a dagirker yên li dijî herêmê re kiryarên çeteyên DAIŞ`ê yên li Kampa Holê ku 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê, zêde bûn.

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê rihetiyek li cem gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêkir ên ku piştgiriyeke mezin danê. Lê dibêjin ev yek têrê nake ku DAIŞ bi temamî tune bibe. DAIŞ di Adara 2019`an de ji aliyê QSD`ê ve hat tunekirin, lê dosyaya wan nehatiye çareserkirin.

Rûspiyê eşîra Ezîzan a Kurdan Îsmaîl Hec Ferhan diyar kir ku Kampa Holê ji nifşên nû yê DAIŞ`ê re çavkaniyek e, ji ber ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê hene û zarok li ser fikrê tundraw ê DAIŞ`ê mezin dibin ev jî xetereyeke mezin li ser cîhanê çêdike.

Li Kampa Holê ku li cîhanê ji kampên herî xetere ye, 54 hezar û 390 kes hene, ji wan 27 hezar û 816 penaberên iraqî û 18 hezar û 83 koçberên sûrî û 8 hezar û 91 malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî hene.

Hec Ferhan anî ziman ku bi operasyonên leşkerî xetereya DAIŞ`ê bi dawî nabe ji ber ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya şaneyên wê dike û hedefgirtina hêzên leşkerî didome ku şerê wan şaneyan dike û hewl dide DAIŞ`ê tune bike.

Fermandar Dilbirîn Kobanê beriya niha ji kampê ji ajansa me re diyar kiribû ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî çeteyên xwe amade dike û bi rê û rêbazên cuda wan derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, nexasim Kampa Holê. Her wiha çek û lojistîkê ji çeteyan re dişîne ku nîşaneyên wê li ser çek û madeyên ku hatine desteserkirin hene.

Îsmaîl Hec Ferhan bang li civata navneteweyî û hêzên navneteweyî kir ku li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo DAIŞ`ê dadgeheke navneteweyî ava bike, da ku xetereya wan bi dawî bibe û dosya wan were girtin ji ber ku li dijî gelê herêmê sûcan pêk tînin.

'HETA HERÊMÊN SÛRIYÊ DI BIN DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK DE BIN, DAIŞ BI DAWÎ NABE'

Rûspiyê eşîra Begare Cebel ku piştgiriya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê dike Ebdurehman El Ebid axivî û got: "Bidawîbûna xetereya DAIŞ`ê girêdayî bidawîbûna piştgiriya dagirkeriya Tirk a ji çeteyan re û girêdayî bidawîkirina gef û êrişên wê yên dagirkirina xaka Sûriyê ye. Lê ji bo tunekirina xetereya DAIŞ`ê û bidawîkirina dagirkeriyê eşîrên Ereb amade ne."

El Ebid destnîşan kir ku pêngava Mirovî û Ewlehiyê dibe bersiv û ev li gotinên xwe zêde kir: “Pêwîstiya herêmê bi desteka aborî, lojistîk û siyasî ji aliyê hêzên navneteweyî ve heye di serî de dewletên koalîsyonê. Divê ev hêz berpirsyariyên xwe bînin cih û li rex hêzên leşkerî bin da ku dosyaya girêk a DAIŞ`ê bi dawî bikin.”

Ebdurehman El Ebid da zanîn ku dibe pêngav sûcên li kampê sînordar bike, lê ew ê xetereya kampê ya li ser cîhanê bi dawî neke, lewma divê li ser hemû astan kar û xebat duqat were kirin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, qonaxa yekemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê 28`ê Adara 2021`ê dest pê kir û 2`yê Nîsana heman salê bi dawî bû ku tê de 125 şaneyên DAIŞ`ê hatin girtin ji wan 20 serçete bûn, lê ji destpêka 2022`an ve 44 kesên li kampê hatin kuştin û bi dar vekirin, ji wan 14 jin û zarok bûn.

Ebdurehman El Ebid anî ziman ku ji bo bidawîkirina xetereya DAIŞ`ê divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dadgeheke navneteweyî were avakirin ku çeteyên di girtîgehên QSD`ê de darizînin, her wiha dewletên biyanî hemwelatiyên xwe yên di nav çeteyên DAIŞ`ê de yên li kampan vegerînin. Lê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê mafdar in ku van çeteyan darizînin ji ber ku wan ji ber çeteyan zirar dîtin.

(eh)

ANHA