Bi nîvê buhayê sûkê, zêdeyî 400 ton êmê sewalan hat belavkirin

Saziya Êm a Dêrikê heta niha ji 800 tonî, zêdetirî 400 ton êm li sewalvanên navçeyên Dêrikê, Çilaxa, Girkêlegê û Til Koçerê belav kir.

Bi nîvê buhayê sûkê, zêdeyî 400 ton êmê sewalan hat belavkirin
12 îlon, 2022   05:49
QAMIŞLO – ÎSAM EBDULLAH

Ji ber buhabûna êm li bazaran, Rêveberiya Çandinî û Sewaldariyê ya Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina pêwîstiyên sewalvanan, miqdarek êm û sivî (kapek) bi bihayekî kêmtirî yê bazara herêmî, pêşkêş kir.

Ji ber keysbaziya hin bazirganan û hişkesaliya ku du salan li pey hev li herêmê xist, sewalvan zirar dîtin. Li ser vê yekê Navenda Êm, sivî û êm peyda bike û bi bihayên guncaw li  sewalvanan belav dike.

Li gorî çavdêrên belavkirina êm, li gorî lîsteyên ku ji Rêveberiya Sewaldariyê, Navenda  Êm a Dêrikê û meclisên gund û bajarokan derketine, her wiha li gorî kesên ku ji bo bidesxistina êm û sivî navên xwe li Navenda Sewaldariyê tomar kirine û hejmara sewalên wan, êm û sivî tên firotin.

800 ton êm û sivî ji bo belavkirina li sewalvanên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer ên kantona Qamişlo hatine veqetandin, jê zêdetirî 400 tonî hatiye belavkirin.

Piştî serlêdana Daîreya Sewaldariyê û pêşkêşkirina kaxezên pêwîst û diyarkirina hejmara sewalan, ji bo her navçeyê, ji aliyê navenda sewaldariyê ve rojek ji bo belavkirina êm li sewalvanan tê diyarkirin.

Der barê mijarê de karmendê embarê  li Navenda Êm a Dêrikê, Mihemed Xelîl wiha got: Bihayê êm li navendê 3 qatan ji yê sûkê kêmtir e, ji ber vê yekê daxwazeke mezin ji bo wergirtina êm û sivî ji aliyê sewalvanan ve heye. ''

Xelîl her wiha got: "Bihayê kîloya sivî li navenda êm 450 lîreyên sûrî ye, lê li bazarê bi hezar û 200 lîreyên sûrî tê firotin. Mekanîzmaya belavkirinê ji aliyê meclisan ve tê çavdêrîkirin, navan pêşkêşî saziya çandiniyê dikin, piştre derbasî navenda êm dikin û li gorî van lîste û tomarên ku ji aliyê meclisan ve hatine şandin, tên belavkirin."

Xelîl wiha li axaftina xwe zêde kir: "Her roj bi qasî 50 ton sivî li sewalvanên herêma Dêrikê û navçeyên wê tê belavkirin, heta navên ku ji aliyê meclis û Saziya Çandiniyê ve hatine şandin temam bibin."

Ji aliyê xwe ve Mihemed Osman yek ji sewalvanên  Girkê Legê jî got ku bihayê di navbera navenda êm û bazara herêmî de gelek ji hev cuda ne û ev biha heta radeyekê ji bo sewalvanan tê qebûlkirin.

Osman her wiha got: "Heger sewalvan hejmara sewalên xwe li gel meclisan tomar kiribe, di bidestxistina êm de ti astengiyan nabînin. Piraniya sewalvanan jî li Saziya Sewaldariyê qeydkirî ne da ku heqê xwe bistînin."

(hs)

ANHA